Rojeva rojnameyên erebî - 24 Tîrmeh

Rojnameyên erebî behsa civîna Meclisa Ewlehiyê, êrişa Washingtonê ya li ser hilbijartinên parlamentoya Sûriyê, astengiyên li hember Kazimî di hilbijartinên pêşwext li Iraqê de kir.

ŞERQ EL-EWSAT: NAKOKIYA DYA-RÛSYAYÊ LI MECLISA EWLEHIYÊ LI SER HILBIJARTINÊN SÛRIYÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Washintonê da zanîn ku hilbijartinên ku Sûriyê hefteya borî pêk anîne, hinceteke derew a rejîma Beşar Esed e ku xebata siyasî ya bi rêveberiya Neteweyên Yekbûyî (NY) asteng bike. Her wiha hin raporên pêbawer hatin ku karmendên li ser sendoqên hilbijartina disekinîn, kartên dengdanê bi navên bernamzetên partiya Baasê dagirtî bûn. Lê Moskovê jî got ev tişt piştrast dike ku sazûmaniya desthilata qanûnsaz li vî welatî bi awayekî xwezayî dixebite."

Ev helwest di civîna Meclisa Ewlehiyê de derketin holê, her wiha nûnerê taybet ê NY’yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen destnîşan kir ku dê ji nû ve xebatên komîteya destûrê di meha bê de pêk bên û wiha got: "Rewşa doza girtî, revandin û windahiyan di serê lîsteya keda min de ne ji dema bûme nûnerê taybet li Sûriyê. Ji ber ku ev dozeke mirovî ye, bi wê re jî dê baweriyeke mezin di hundirê civakê de û tevahî alî û hevalbendên navneteweyî de çêbe."

Pedersen got ji ber tu pêşketin çênebûn, mijareke mixabiniyê ye, her wiha bang li hikumeta Sûriyê û tevahî aliyên sûrî kir ku yek bi yek girtî û revandiyan berdin. Ji ber ku gelê Sûriyê di “tsunamiyeke” din re derbas dibe, ew jî hilweşîna aboriyê ye. Bi wê re jî rêjeya bêkarî û girtina gelek şîrketan zêde bûye, xwarin tune ye. Gelek malbatan xwarina xwe kêm kiriye, her wiha hejmara kesên bi Koronavîrusê jî ketine li gelek herêmên Sûriyê bilind bûye. Divê tevahî alî garantiya gihandina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re bikin.

Pedersen li ser hin pêşketinên di aliyê agirbestê li tevahî welat li gorî biryara 2254’an axivî û got hê jî rêxistina DAIŞ’ê cihê metirsiya mezin li başûr, naverast û rojhilatê Sûriyê ye, tevî wê jî gelek rapor der barê kiryarên tevliheviyê têkildarî girtiyên DAIŞ’ê li Hesekê hene. Her wiha hêvî kir ku tevahî aliyên navneteweyî yên sereke ji bo pêşketina xebata siyasî ya li welat bixebite û wiha pê de çû: "Tenê bi diyaloga di navbera aliyên navneteweyî de gelek pirsgirêkên li hember sûrî û Sûriyê çareser bikin, ji pêdiviyên mirovî, girtin, koçberî, tundî, teror, hilweşîna aborî û binpêkirina serweriya Sûriyê."

EL-EREB: NAKOKIYÊN QANÛNÎ Û SIYASÎ HEWLDANÊN KAZIMÎ ASTENG DIKIN

Rojnameya El-Ereb îro bal kişand ser astengiyên li pêşberî hewldana Kazimî ya lidarxistina hilbijartinên pêşwext û wiha nivîsand: "Iraq di navbera 3 deman de maye; yek ji wan bijartina dema diyarkirina hilbijartinên pêşwext e, li gel vê yekê têkildarî karîna birêvebirina dengdayînan nakokî hene, ji ber pirsgirêkên qanûnî hene.

Têkildarî dema lidarxistina hilbijartinên pêşwext, piştî nîqaşan 3 pêşniyar derketin, yek ji wan destpêka Cotmehê û ew jî dema ku hikumeta serokwezîr Mistefa Kazimî baş dibîne, di heman demê de gelek aliyên siyasî, ji wan komên ku Muqteda El-Sedr piştgiriya wan dike û koolîsyona hêzan a ku serokê parlamentoyê Mihemed Hilbûsî bi rê ve dibe, dibînin ku destpêka Nîsana îsal baş e.

EL-BEYAN: RÊVEBERIYA TRUMP LÊKOLÎNA CEZAKIRINA ETIYOPYAYÊ LI SER DAGIRTINA BENDAVA NEHDAYÊ DIKE

Têkildarî aloziya bendava Nehdayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Kovara Foreign Policy a Amerîkayê diyar kir ku rêveberiya serok Donald Turmp nîqaşa sekinandina hin alîkariyên ji Etiyopyayê re dike, ji ber bendava Nehdayê hişt ku nerehetî di têkiliyên di navbera wê û Sûdan û Misirê de derkeve."

Kovarê ragihand ku ev agahî li ser zimanê 6 rayedar û endamên Kongreyê ne, lê navên xwe kifş nekirin, yek ji rayedaran ev tişt got: "Rêveberiya Trump nas kir ku divê têkildarî vê yekê destekê bide Misirê, diyar e ku kesek li Koşka Spî tune ye ku bi çavê Afrîkayê û bandora bendava Nehdayê li ser Etiyopyayê binirxîne."

Gelek rayedarên Amerîkayê parve kir ku dan û standinan tu encam bi dest nexistin û aliyên peywendîdar jî hevpeymanek diyar nekir, dibe ku rêveberiya Trump behsa kişandina hin alîkariyên ji Etiyopyayê bike.

Serokê Etiyopyayê Ebî Ehmed ragihand ku welatê wî qonaxa yekemîn a dagirtina bendava Nehdayê ya ku li ser çemê Nîlê ava kiriye, bi dawî kir û serokwezîrê Sûdanê Abdullah Hemedok duh bal kişandibû ser girîngiya lidarxistina hevpemanke giştî ya dagirtin û xebitandina bendava Nehdayê ya Etiyopyayê. Abdullah daxuyand ku Sûdanê pabendî rêgezên çareseriya Afrîkayê ji pirsgirêkên Afrîkayê ye û divê têkildarî xebitandina bendavê hevpeymanek li dar bikeve û rêya hevkariyê ya ji bo pêşeroja herêma Nîlê çêbe.

(fr-eh)


Mijarên Din