Rojeva rojnameyên erebî -25`ê Gulanê

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine behsa siyaseta Enqerayê ya du alî, girtina alîkariyan ji Îsraîlê û rageşiya di navbera Îran û Amerîkayê li Iraqê, kir.

EREB: ERDOGAN KU XWE WEKÎ ALÎGIRÊ GELÊ FILISTÎNÊ NÎŞAN DIDE, BALAFIRGEHÊN WELATÊ XWE JI BO ÎSRAÎLÊ VEDIKE

Rojnameya Ereb têkildarî şandina Îsraîlê alîkariyên ji bo Tirkiyê, wiha nivîsî: "Ji beriya 10 salan ve, cara yekê balafireke girêdayî şerîketa "Al"a rêwîtiyên hewayî ya Îsraîlê, li erdên Tirkiyê dadikeve. Ev yek siyaseta du alî ya xîtaba siyasî ya rejîma serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan nîşan dide."

Di demekê de ku Erdogan bi xîtabê xwe, xwe wekî piştevanê doza Filistînê li dijî Îsraîlê nîşan dide, Enqera têkiliyên siyasî û aborî yên xurt bi Til Ebîbê re datîne.

Ev yek balê dikşîne ser bazirganiya serokkomarê Tirk bi dozeke Ereban a sereke bi rêya berzkirina dirûşmeyên ji bo armancên siyasî û da ku deweta Tirkiyê wekî alîgira bindestan bê nîşandan.

Siyaseta du alî ya Enqerayê di têkiliyên bi civaka navneteweyî re, bûye mijareke nîqaşê û rastî gelek rexneyan tê. Ev siyaset ji dema ku Erdogan hate ser peywirê ve tê meşandin.

Berdevkê şerîketa "El-Al" piştrast kir ku balafira " Dreamliner" a girêdayî şerîketê roja yekşemê li balafirgeha Stanbûlê daketiye. Piştî ku sala 2010`an di navbera her du welatan de aloziyeke dijwar derketibû, ev yekem rêwîtiya Îsraîlê ya yekser ji bo Tirkiyê pêk tê ye.

Têkildarî mijarê, rojnameya " The Jerusalem Post" diyar kir ku balafira Îsraîlê li Stanbolê bi nêzî 24 ton madeyên alîkariyê yên ji bo Amerîkayê da ku alîkariyê bide têkoşîna li dijî Koronavîrusê, hatiye barkirin.

EL-BEYAN: ÇETEYÊN TIRKIYÊ LI LÎBYAYÊ GELEK SÛC PÊK ANÎNE

Têkildarî sûcên ku çeteyên Tirkiyê li Lîbyayê pêk tîne, rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Gelek aliyên herêmî û navdewletî metirsiyên xwe yên ji bo pêkanîna sûcên nû li dijî sivîlên li herêmên rojavayê Lîbyayê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk û hevalbendên wan çekdarên komên terorîst ve, anî ziman. Di demekê de ku çavdêran ji rojnameyê re diyar kir ku ew der barê bikaranîna hêzên Tirkiyê gazên qedexekirî li dijî herêmên sivîlan, bi fikar in. Çavdêr dibêjin ku demeke berê mîlîsên girêdayî Tirkiyê ew yek li bakurê Sûriyê pêk anîbûn û dê li Lîbyayê jî bi hewldana tewanbarkirina Artêşa Niştîmanî ya Lîbyayê pêk bê."

ŞERQ EL-EWSET: RAGEŞIYA LI DIJÎ HIKUMETA KAZIMÎ BI SERKÊŞIYA ÎRANÊ Û ALÎGIRÊN WÊ YÊN LI IRAQÊ PÊK TÊ

Têkildarî rewşa Iraqê jî, rojnameya ŞerIq El-Ewsat wiha  got: "Beriya du hefteyan, behsa "rojên agirbestê" ya tê payîn di navbera Tehran û Washingtonê de li Iraqê pêk bê, dihat kirin, ku ew yek piştî lihevkirina li ser qebûlkirina Mustafa Kazimî wekî serokwezîr, pêk hat.

Dihat gotin ku her du aliyên Amerîkî û Îranî naxwazin hikumeta Mustafa Kazimî asteng bikin da ku rewşa welêt ku ji ber gendeliyê, lawazbûna rêveberiyê û şerên herêmî û navdewletî yên ji beriya zêdetirî 15 salan ve xerab bûye, baş bike.

(cx)


Mijarên Din