Rojeva rojnameyên erebî – 25 Tîrmeh

Rojnameyên erebî yên îro behsa fişarên Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê, rewşa Lîbya û aloziya Lubnanê kir.

EL-EREB: WASHINGTONÊ SÛRIYÊ VEDIGERÎNE DIKEYA LI HEMBER ÎRANÊ

Têkildarî mijarê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Itîraza balafirên amerîkayê ji balafira rêwiyan a Îranê li ser asîmana Sûriyê re baldariya hêzên Koalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya Washingtonê li ser Sûriyê eşkere kir ku Sûriyê kiriye dikeya stratejîk a çavdêrî û fezkirina fişarê li dijî Tehran û milîsên wê li herêma Rojhilata Navîn."

Fermandariya leşkerî ya Amerîkayê ya navendî duh ragihand ku balafira F-15 a girêdayî çeka asîmanî ya Amerîkayê balafira rêwiyan a Îranê li ser xaka Sûriyê bi rûbera hezar metrî şopand. Ew jî li gorî pîvanên navdewletî bû.

Fermandariya leşkerî ya Amerîkayê ya navendî bi daxuyaniyekê diyar kir ku balafirê piştî zanî balafira din a rêwiyan e, bi rûbereke ewle û li gorî pîvanên navdewletî jê bi dûr ket.

Çavkaniyên amerîkî got ku Kooalîsyona Navdewletî ya bi serkêşiya DYA’yê di mehên dawîn de girîngî daye derbekirina milîsên Îranê, jê jî Hizbullah li ser xaka Sûriyê.

Fermandarê giştî yê fermandariya navendê ya Amerîkayê general Kenneth McKinsey got beriya bûyerê bi hefteyekê Washingtonê xetên sor ji bo bersivdana rejîma Îranê danîne, her wiha dikeya bersivdana Tehranê bi awayekî yekser û neyekser bi taybet li Sûriyê ava kiriye.

Çavdêran got kedên Washington û hevalbendên wê dê girîngiyê bidin tevgera Îranê li herêmê, jê jî Îsraîl e ku tevahî dozên xwe paşdexistiye, da ku milîsên Îranê li Sûriyê derbe bike.

EL-BEYAN: SIRTE XWE JI BO BERSIVDANA ÊRIŞÊN TIRKIYÊ AMADE DIKE

Girêdayî Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Çavkaniyên şopîner piştrast kir ku Wîfaqê bi sedan çete ji Terablus û derdora wê veguhastin herêmên Tawirxa, Boqerîn ên rojhilatê Misratayê."

ŞERQ EL-EWSET: LAUDERIAN JI BEYRÛTÊ DERKET Û HIŞAR KIR KU LUBNAN LI BER KEVIYA HILWEŞÎNÊ YE

Der heqê Lubnanê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Yves Lauderian duh di dawiya serdana xwe ya li Beyrûtê de  hişyarî da, ger desthilat tedbîrên guncaw ên rizgarkirinê bi lez negirtin, Lubnan li ber keviya hilweşînbê ye. Her wiha diyar kir ku tevahî rêveçûna ku dê bê girtin, dizanin û hin rêbazên başbûnê hene. Fransa amade ye, lê belê bi şerta ku desthilatên siyasî biryarên çareserkirinê bidin."

(fr)


Mijarên Din