​​​​​​​Rojeva rojnameyên erebî - 26 Adar

Îro rojnameyên erebî bal kişand ser rewşa Idlibê, krîza Iraqê û rewşa Yemenê.

ŞERQ EL-EWSAT: MOSKOV "KOMÊN TERORÎST" BI BINPÊKIRINA AGIRBESTA IDLIBÊ TAWANBAR DIKE

Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Di demeke ku rewşa Idlibê rastî metirsî û xetereya belavbûna vîrusa Koronayê li Sûriyê hat û hişyarkirina Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ji binpêkirina hevpeymana Rûsya-Tirkiyê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên ji bin kontrola Enqerayê derketine û operasyonên "şantajî" berdewam dikin û bang li hemû aliyan kir ku şer rawestînin.

Rojnameya  ‘Vedomostî’ ya Rûsyayê ji çavkaniyên leşkerî ragihand ku serdana dawîn a wezîrê parastinê Sergey Şoygu ji Sûriyê re, ji bo pêşxistina têkoşîna li dijî belavbûna vîrusa Koronayê (Covid-19) bû.

Çavkaniyê diyar kir ku armanca vê serdanê ew e ku pêşî li gurbûna şer bigire û hewldanên Rûsya-Sûriyê û Tirkiyê ji rûbirûbûna xeteriya Koronavîrusê re zêdetir bike.

Rojnameya Şerq El-Ewsat ji hin çavkaniyan ragihandibû ku di hevdîtina serokê Sûriyê û wezîrê parastinê Sergey Şoygu ya li Şamê de, ev dosya esasê hevdîtinê bû, nexasim ku muhteml e heke rêjeya belavbûna vîrusê zêde bibe, Moskov beşeke girîng ji hêzên xwe ji Sûriyê vekişîne û alîkariya hikumeta Sûriyê di bergiriyên têkoşîna li dijî belavbûna vîrusê de bike.

Wezareta Parastinê ragihandibû ku Şoygu dema ji serdana Sûriyê vegeriya, yekser pişkinîna vîrusa Koronayê çêkir û bi vê yekê hîn zêdetir wezaretê serdan eşkere kir û bal çû ser vê dosyayê, nexasim duh dema dezgehên çapemeniyê ragihand ku keştiya deryaya Rûsya dema Tengava Stenbolê ya Tirkiyê re derbas kir ku ji wir derbasî Sûriyê bibe, hate dîtin û li ser wê ambulans hebûn. Li gorî daneyan keştiya leşkerî ya Rûsyayê ‘Dvinica – 50’ tengav derbas kir û herî kêm 3 ambulans bar kiribûn.

Moskovê girîngiya vê dosyayê girte ser xwe, nexasim ku li Sûriyê xwedan bi hezaran leşker e, beriya çend rojan Wezareta Parastinê piştrast kiribû ku heta niha di nav leşkerên Rûsyayê de tu rewşên vîrusê nehatine tomarkirin.

Rojnameya Rûsyayê ragihand ku Moskov û Enqereyê piştî 9 rojan bi birêvebirina dewriyeya yekemîn a li ser rêya M-4 hîn jî nikarin rêya vê dewriyeyê dirêj bikin.

Her wiha ji 2 çavkaniyên nêzî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku dewriyeya 2`yemîn ku di 23’yê Adarê de bi rê ve çû, ji ber pirsgirêkên bi dewleta Tirk re derketin û parastina ewlehiya xwe bike, zêde negeriyan.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku terorîstan roja sêşemê 2 panzêrên hêzên Tirkiyê li herêma Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê teqandin.

EL-BEYAN: KORONAYÊ AGIRBESTEKE LEŞKERÎ LI YEMENÊ FERZ KIR

Têkildarî rewşa Yemenê rojnameya El-Beyan li ser zimanê çavkaniyên siyasî yên Yemenê ragihand ku agirbesta leşkerî wê di van rojan de di navbera hikumeta rewa û milîsên Hûsî yên Îranê de bi serpereştiya NY`yê, bi armanca yekbûna xebatê ji bo sekinandina li hemberî Koronayê, were ragihandin.

EL-EREB: HÊZÊN ŞÎE ALTERNATÎFA EL-ZURFÎ NÎQAŞ DIKIN

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: "Bloka Saîrûn a girêdayî Muqteda El-Sedr a şîe, derbasî pêvajoya dan û standinê têkildarî kesayetên alternatîfên serokwezîr Ednan El-Zurfî  ku berê destek dida wî, bûn.

(eh)


Mijarên Din