Rojeva rojnameyên erebî – 26 Gulan

Rojnameyên erebî behsa rewşa herêmên Sûriyê yên Tirkiyê dagir kirine, projeya Tirkiyê li bakurê Afrîkayê û nakokiya Amerîka û Çînê li ser Koronavîrusê (Covid-19) kir.

 

 

EL-EYN: BAKURÊ SÛRIYÊ… DI NAVA DAGIRKIRIN Û ÎXANETÊ DE

Nivîskar Abdulcelîl Seîd di gotara xwe ya li rojnameya El-Eyn de wiha nivîsî: “Çavdêr li rewşa Sûriyê dinêrin ku rastiyeke siyasî ya bigirêk a mezin heye, bi wê re jî dijwar e ku mijarên di hundirê welatekî Ereb de ku şer ew hilweşandiye û welatiyên wê ji ber krîzên mirovî û aborî westiyane, bên zanîn. Ji ber yek nêrîn der barê birêvebirina şerê li Sûriyê ji hêla lîstikvanên navdewletî mîna Rûsya û Amerîka û mîna Tirkiye û Îranê de tune ye.

Her wiha dewleta Tirk ji çend salan ve rûbereke berfireh ji parêzgehên Laziqiyê, Idlib, Heleb, Reqa û Hesekê dagir kirine, yekîneyên îstîxbaratê yên Erdogan lê belav bûne, mîna herêmên Dirî Firat, Şaxê Zeytûnê û Kaniya Aştiyê.

Dewleta Tirk opozîsyona dijberî hikumeta Sûriyê ji destpêka aloziya Sûriyê ve mîna Îxwan Muslimîn ji bo planên Erdogan bi kar anîn ku parçeyên girîng ji xaka Sûriyê dagir kirin. Her wiha îstîxbaratê endamên wan muxalîfan li baregehên di hundirê Tirkiyê de perwerde kirine û di dema pêwîst de derbasî bakurê Sûriyê kirin, ew jî wek milîsên înkişarî yên Osmaniya nû ji Enqereyê re bi kar anîn û mûçeyên xwe ji xezîneya Qeterê werdigirin.

Li bakurê Sûriyê bi milyonan welatiyên Sûriyê ku ji şer revîne û berê xwe daye herêmên ku hikumeta Erdogan got dê wan herêman bike herêmên ewle, dijîn. Lê di rastiyê de dewleta Tirk a dagirker xwe dispêre kesên tundraw ên meyla wan li ser DAIŞ û El-Qaîdeyê da ku çavdêriyê li wan tevahî bajarok, gund û bejarên ji hêlên artêşa Tirk a dagirker ve hatine dagirkirin, bikin.

Li bakurê Sûriyê girtîgehên dewleta Tirk ên nepenî ku tê de kirêttirîn cureyên îşkenceyan li dijî sivîlan pêk tînin, hene.

EL-EREB: BICIHKIIRNA TERORÎSTAN LI LÎBYAYÊ PLANA TAWZÎKIRINA ZIRARA LI SÛDANÊ YE

Der bare rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: “Şandina dewleta Tirk a bi hezaran tundrawan ji Lîbyayê re, bi hedefa serweriya rûberên berfireh ji xaka Lîbyayê ye, her wiha Enqere derbeya ku ji Misirê de bi hilweşîna rejîma Îxwan ji beriya 7 salan ve, ji bîr nake.”

Enqere bi xetereya derbeya bihêz a ku ji Misirê ve hatiye, pê nehesî, ji ber ku Sûdan weke nuqteya bingehîn a komên tundraw ji xwe re bi kar dianî û ji wir berê wan ber bi rojhilat, rojava, bakur û başûr ve da.

Hilweşîna rejîma serok Umer El-Beşîr a beriya salekê, derbeyeke mezin ji dewleta Tirk re bû, bi wê re xewnên dewleta Tirk ên Osmanî li Sûdanê bi paş de kişîn. El-Beşîr û Partiya Kongreya Nîştimanî di wê demê de û Tevgera Îslamî Sûdan kiribûn kaniya balkişandina tundraw û terorê ji tevahî cîhanê.

Desthilata nû ya Xertûmê nîşaneyên yekser ji Enqereyê re şandin û tevahî nîşane bi xwesteka hilweşîna têkilî û lihevkirinên berê bûn ku hewl dide serweriyê li girava Sewakin a li Deryaya Sor bike, her wiha dewleta Tirk xwest wê vegerîne stasyoneke stratejîk ku pişta xwe di pêkanîna hedefên li herêmê de bide wê, da ku peymanên leşkerî û aborî li Sûdanê pêk bîne. Lê belê ev tevahî zû hilweşîn.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan zanî ku windakirina Misirê piştre Sûdan, derbeyeke mezin ji xewnên wî li welatên Ereb û Afrîkayê ye, her wiha hilweşîna her du xewnên wî derbeya stratejîk a projeya wî li herêmê ye, bi taybet piştî kiryarên piştevanî ji terorîstên li Sînaya Misirê ku tu sûd jê wernegirtiye.

Di vê dawiyê de rejîma Tirkiyê tevahî kaxizên xwe bi yek carê di şerê li rojavayê Lîbyayê de bi kar anîn û tevgerên xwe ji dema îmzekirina muzakereyên deryayî û ewlehî bi hikumeta El-Wîfaq li Terablusê re lez kirine da ku projeya Erdogan a Îslamî ji deriyê bakurê Afrîkayê rizgar bike û fişarê li Misirê vegerîne û Xertûmê neçarî pêkanîna pêngavên nû bike.

ŞERQ EL-EWSAT: NAKOKIYA AMERÎKA Û ÇÎNÊ BI HEDEFA HEGEMONYAYA LI CÎHANÊ YE

Têkildarî nakokiya Amerîka û Çînê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Wezîrê karên derve yê Çînê  Wang Yî diyar kir ku tewanên dualî yên Washington û Pekînê der bare pandemiya Koronavîrusê de, nîşaneyên şerê sar in. Her wiha di navbera DYA û Çînê de nakokiya li ser aborî, bazirganî, teknolojî, leşkerî û siyasî heye.”

Gerînendeyê peymangeha fransî ya têkiliyên navneteweyî Thomas Gomart got ku di navbera DYA û Çînê de nakokî hene, ji lew re derbeya hevsengiya hêzan di navbera her du hêzan de hevrikiyeke mezin li siyaseta navdewletî ye, her wiha dê bandorên wê li aramiyê jî bike û bi wê re jî sîstema cîhanê dê ji nû ve bê avakirin.

Donald Trump bi dirûşma “Amerîka di destpêkê de” gihîşt Koşka Spî. Lê belê rêveberiya wî bi metirsî li derbasbûna Çînê li Afrîka, Asya û Ewropayê dinêre û diyar kir ku projeya Çînê ya mîna Rêya Hevrişmê xetereyeke li ser Amerîkayê ye.

Li gorî nivîskar Çîn hewl dide hegemonyayê li derdora xwe bike û serweriya Amerîka li Asya dorpêç bike û piştrast kir ku Çîn dê piştî bazirganiyê bi leşkertî jî derbas bibe, û hewl dide hegamoniyê li dergehên deryayî yên pêwîst bike ku lê belav bibe.

Li gorî Thomas Gomart, Çîn hewl dide ji stratejiya hêza parzemînê ber bi hêza deryayî ve biçe ku ew jî mercekî vegerandina ber bi hêza giştî ve ye.

(fr


Mijarên Din