Rojeva rojnameyên erebî – 29 Tîrmeh

Rojnameyên erebî îro der barê nakokiyên Amerîka-Îranê û rewşa Lîbyayê de nivîsîn, her wiha mijara belavbûna Koronavîrusê jî di rojevê de bû.

EL-EREB: NAMEYÊN AMERÎKA Û ÎRANÊ BI RÊYA DRONE Û MOŞEKÊN KATYÛŞA LI ASMANÊ BEXDAYÊ

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî: “Iraqê bûye meydana revê û êrîşê di navbera Iran û Amerîkayê de, drone û moşekên Katyûşa êdî asta aloziya di navbera her du welatan de dide nîşan.

Roja duşemê, du kampên Iraqê, li bakurê Bexdayê ku hêzên Amerîkayê lê ne, kete ber moşekên katyûşa, beriya wê bi rojemê jî rêze teqîn li kampeke iraqê ya din pêk hatibû ku milîsên girêdayî îranê weke depoya çekan bikar tînin, li başûrê paytexta Iraqê.

Bûeyrên vê hefteyê bi teqîneke mezin dest pê kir, ku hêzên hevbeş yên polîsên leşkerî ên Iraqê û Heşda Şabî lê dimînin, ewder cihê togaya 45 bû, Hizbullahê, ku nêzî artêşa Îranê ye.

EL-BEYAN: ARTÊŞA LÎBYAYÊ; SÎSTEMA MOŞEKAN JI BO PARASTINA ‘XETA SOR’

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameyê nivîsî: “Artêşa neteweyî ya Lîbyayê diyar kir ku ew ê her komeke çekdar ku nêzî berêmên Sert û Cefrayê bibin, birûxîne, her wiha diyar kir ku ew dikare û hêza wê heye çi kesê êrişî her du herêman bike, têk bibe.

Artêşa Lîbyayê bang li welatiyên herêmê kir ku agahiyên der barê cihê çeteyan de bidin wan, her diyar kir ku çavên artêşê li her derî çete û terorîstan bişopîne.”

ŞERQ EL-EWSAT: PÊLA DUYEMÎN A KORONAVÎRUSÊ EWROPAYÊ DITIRSÎNE

Der barê belavbûna Koronavîrusê de rojnameya Şerq El-Ewsat nivîsî: “Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson duh hişyarî da ku pêleke nû ya Koronavîrusê dê li Ewropayê bide, wî xwest piştgiriya biryara der barê qartîna kesên ji Spanyayê têne bike, piştî ku li wî welatî nexweşî zêde bû.

Norwecê jî hin tedbîrên der barê Koronavîrusê de girtin, Parîsê jî ji welatiyan xwest ku neçik bakur rojhilatê Spanyayê ku herêma herî bêhtir bandor lê bûye, di nava vê tirsa pêla duyemîn a vîrusê Almanyayê jî metirsiyên xwe der barê mijarê de anîn ziman.”


Mijarên Din