Rojeva rojnameyên erebî – 30 Hezîran

Rojnameyên erebî yên îro îşaret bi tevgerên navneteweyî yên der barê Sûriyê de, nakokiya Tunis-Tirkiyê û destwerdanên Tirkiye û Îranê li Iraqê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: JOSEP BORRELL; TU PIŞTEVANÎ DI AVAKIRINA SÛRIYÊ DE BERIYA VEGUHASTINA SIYASÎ TUNE YE

Der barê mijarê de, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Nûnerê payebilind ê siyaseta derve û ewlehiya YE’yê Josep Borrell piştrast kir ku tu piştevanî di avakirina Sûriyê de tune ye, ji dêvla veguhastina siyasî ya rastîn û sepandî li gorî biryara Meclisa Ewlehiyê ya 2254’an."

Borrell hêviya xwe anî ziman ku alî û dewletên beşdarî Konferansa Brukselê bibin ku îro li dar dikeve, divê li gorî hevsengiya par ku 6 milyar euro derbas kiriye, pêşkêş bikin û bal kişand ser ku ewropiyan nêzî 20 milyar euro ji Sûriyê û dewletên cîran re ji 2011’an ve pêşkêş kiriye.

Joseph Borrell got rejîma Sûriyê yan jî opozîsyona Sûriyê ji bo konferansê nehatine vexwendin, her wiha dibe ku ji nû ve der barê vê mijarê de lênêrînekê çêkin û divê xebata siyasî bi cidiyet û pêngavên sabît dest pê bike, tê de destpêkirina hilbijartinên azad û zelal li gorî biryara 2254’an jî heye.

Borrell bersiva pirsên cezayên ewropî kir ku û da zanîn ku ceza ji bo gihandina alîkariyên mirovî û tenduristî ji sûriyan re nabin asteng, her wiha rejîma Sûriyê berpirsa aloziyên mirovî, aborî û tenduristî li Sûriyê ye, ne cezayên aborî.

Borrell diyar kir ku bêyî guhartina eşkere ji reftar, pêkanîna bicidiyet, avaker û rastîn a xebata siyasî, dê ceza her ferzkirî bin, her wiha destnîşan kir ku dê YE beşdarî jinûve avakirina Sûriyê be, heke xebata veguhastina siyasî ya rastîn û sepandî li gorî biryara 2254’an pêk hat.

Li dawiyê ji Josep Borrell pirsa diyaloga Amerîka-Rûsyayê hat kirin û wiha bersiv da: "Çi pêşketineke di aliyê siyasî ya şerê Sûriyê de çêbe, ji aliyê mijara pêşwazîkirinê ye, her wiha em bi israr in ku lihevkirina ne li ser rêgezên diyarkirî bin, her wiha divê çi çareserî hebe, li gorî biryara 2254’an be.”

EL-BEYAN: PISPORÊN EWROPÎ; XETEREYA TIRKIYÊ ŞERÊ NATO’YÊ YÊ “BÊPÊŞEROJ” E

Têkildarî nakokiya tirkî-fransî rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Serokê Fransayê Emmaneul Macron dewleta Tirk tawanbar kir ku ew di şerê Lîbyayê de “berpirsyariya dîrokî û sûc” hildigire, ji ber ew dewletek e ku "îdia dike ku endamê NATO’yê ye."

Macron di civîneke çapemeniyê de bi şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel re wiha axivî: "Di vê merheleyê de pêdiviya me bi zelalkirina siyasî bi Tirkiyê re li Lîbyayê heye ku ji aliyê me ve red kiriye, her wiha Enqereyê hebûna leşkerî li Lîbyayê zêde kir û dîsa çekdarên terorîst ji Sûriyê bi hejmareke mezin şandin."

EL-EREB: LIHEVKIRINA TIRKIYE-ÎRANÊ YA BINPÊKIRINA SERWERIYA XAKA IRAQÊ

Têkildarî Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Îranê hebûna hevkariyeke di navbera wê û Tirkiyê de li ser êrişên leşkerî ku her du alî li herêmên Bakurê Iraqê pêk tînin, derewand, ev êriş jî hêrs û xwepêşandanên gelek aliyên Iraqê çêkir."

(fr)


Mijarên Din