Rojeva rojnameyên erebî – 4 Tîrmeh

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa bikaranîna Tirkiyê ya avê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdegirtinên desthilatên Tirkiyê yên malperên tevna civakî û rewşa Lubnanê kir.

ŞERQ EL-EWSET: ÇEMÊ FIRATÊ YÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ VEGUHIRÎ ÇEMÊ MIRINÊ

Têkildarî mijarê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Tirkiyê tewanbar kir ku ew bi kêmbûna herîkîna Çema Firatê, wekî çekekê li dijî herêmên wê bikar tîne.

Şam û Enqereyê di 1987’an peymaneke demkî ya dabeşkirina ava Firatê îmze kir, ew jî divê ku Tirkiyê ne kêm 500 m3 di çirkeyekê de berde, her wiha jî divê Sûriyê jî ne kêmî ji sedî 58 avê berde Iraqê, ew jî li gorî peymaneke din a di navbera Enqere û Bexdayê de ye.

Gerînenedeyê bendavan a Rêveberiya Xweser Mihemed Terboş ji Şerq El-Ewset re ragihand ku barê berdana avê ji Nîsana borî de 200 m3 di çirkeyekê de tê berdan û wiha got: "Tirkiyê avê wek çekekê li dijî me bi kar tîne, dema gol dagirtî û tijî ne, avê berdide ku sûdê jê negirin, lê dema pêwîstî pê hebe avê qut dike."

EL-EREB: TU DENG JI BILÎ DENGÊ ERDOGAN DI ÇAPEMENIYA TIRKIYÊ DE NE BILIND E

Der barê Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dewleta Tirkiyê di asta 3’yan a cîhanê de ye ku herî zêde bernameya VPN’ê tê bikaranîn."

Piştî daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan di çarşemê de ku niyeta xwe ya girtina torên civakî û girtina wê li Tirkiyê û ferzkirian çavdêriya li ser, eşkere kir. Bi wê re jî careke din gelê Tirkiyê li ser bikaranîna VPN’ê axivî.

EL-BEYAN: KRÎZA LUBNANÊ Û GUHERTINA HIKÛMETÊ

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: "Di roja beriya gotinên li ser istîfakirina hikûmeta serok Hesan Diyab de derkevin, bûyerên siyasî zêde tarî bûn. Ya herî xirab ku çareserî tune ye."

(fr-bx)


Mijarên Din