Rojeva rojnameyên erebî – 8 Gulan

Rojnameyên erebî îro behsa jevkirina stasyona kehrebeyê ya bakur û rojhilatê Sûriyê bi destê çeteyên girêdayî dewleta Tirk, tevgerên Tevgera El-Nehda ya Îslamî li Tunis û Lîbyayê û sozdayîna artêşa nîştimanî ya Lîbyayê ya vegerandina Terablusê kir.

ŞERQ EL-EWSAT: HEVALBENDÊN’TEHRÎR EL-ŞAM’ STASYONA KEHREBEYÊ YA BAKUR Û ROJAVAYÊ SÛRIYÊ JI HEV KIR

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: "Partiya Îslamî ya Tirkistanî hevalbendê Heyet Tehrîr El-Şam tiştên stasyona kehrebeyê ya li bakurê Sûriyê vekir da ku bifiroşin û pere qezenc bikin. Li aliyekî din hêzên Tirkiyê û Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş a nû li ser rêya Heleb-Laziqiyê pêk anî ku bi wê re jî dewriyeya duyemîn di 3 rojan de pêk tîne. Lê beriya wê 8 dewriye li ser heman rêyê bi bin ketin.

Partiya Îslamî ya Tirkistanê alavên li stasyona  kehrebeyê ya dayîna kehrebeyê li gundewarên bakur û rojavayê Hemayê vekirin û firotin bazirganên dewleta Tirk da ku piştevaniyaneke aborî bigirin ku dema borî bi paş ketiye. Çapemeniya Sûriyê, her wiha ajansa Spûtnîk a Rûsyayê li ser zimanê çavkaniyên herêmî li bejahiya Hemayê bi bîr xist ku çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanî duh bi sibehê alav û amûrên endazyarî anîn herêma Zîzon û tiştên li stayona kehrebeyê vekirin. Çavkaniyan diyar kir ku ev bi sedema kêmbûna piştevaniya aborî ya Partiya Îslamî ya Tirkistanî pêk hat.”

EL-EREB: TEVGERÊN XENOŞÎ LI BERAMBER BERTEKÊN JI TUNIS Û LÎBYAYÊ NE

Têkildarî çalakiyên Tevgera El-Nehda ya Îslamî li Tunis û Lîbyayê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Dîsa tevgerên Tevgera El-Nehda ya Îslamî bi serokatiya Raşid Xenoşî ku serokatiya parlamentoya Tunisê jî dike, li ser asta Tirkiye-Qeterê ya Îxwanî vegerîn rewşeke nû, tevî tawanbarên li dijî Xenoşî yên pêlîstina bi rolên herêmî der heqê ajandeyên Îxwanî de.

Nakokiyên tevger û pêwendiyên ku Xenoşî di çend rojên borî de pêk anîne, mezinbûna vê xetereyê aşkera dikin, bi wê re jî metirsiya hêzên Tunisê ku redkirina xwe ji projeya Îxwanî ya Tirkiye-Qeterê venaşêre ku amûrên siyasetê li herêmê bi taybet li Lîbyayê tevlihev kirine, zêde kirin da ku hewldanên nû yên guhartina dengeya hêzan li gorî berjewendiyên milîsên bi ser hikumeta Fayiz El-Sîrac ve ferz bike.

Van pêşketinan hişt ku cîgera parlamenter Ebîr Mosî ku serokatiya Partiya Destûrî ya Hur (17 parlamenter) dike, hewldanên sexte aşkera bike û duh di kanalekê de daxuyand ku Raşîd Xenoşî bi rêya parlamentoyê wan dixapîne.”

EL-BEYAN: PIŞTEVANIYA GEL A MERCKIRÎ JI HIKUMETA KAZIMÎ RE

Girêdayî mijarê El-Beyan li ser alîgiriya gel ji hikumeta Kazimî re wiha nivîsî: "Daneyên heyî yên li qada Iraqê destnîşan dikin ku hikumeta erkdar a Mistefa Kazimî dê alîgiriyeke bimec ji hêla xwepêşandêrên Iraqê ve wergire û dê şansekê bidin hikumeta Kazimî ku hikumeteke li nîvê rê ye.

Analîzvan piştrast dikin ku kolana Iraqê baweriya bi blokên siyasî bê îstîsna winda kiriye û bi zorê piştî gel tevahî bernamzetên partiyan red kirin, erê kir. Lê belê xwepêşandêran şansek da Kazimî û mercên xwe jî danîn ku li benda pêkanînê ne, jê jî soza pêşkêşiya kujeran ji edaletê re, pêwîstiya balkêşiya avakirina parêzgehan, aşkerakirina çarenûsa windahiyan, serbestberdana sivîlan, çareserkirina pirsgirêka koçberan û têkbirina gendeliyê.

ŞERQ EL-EWSAT: ARTÊŞA NÎŞTIMANÎ YA LÎBYAYÊ SOZA VEGERANDINA TERABLUSÊ DA

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsand: "Artêşa nîştimanî ya ku Xelîfe Hefter serkêşiya wê dike, soza vegerandina paytext Terabulsê, navenda hikumeta Wîfaqê ya ku Fayîz Serac serkêşiya wê dike, da. Her wiha projeya hevalbendê wê serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a parçekirina welat têk bibe.Têkildarî vê yekê şandeya neteweyî dubare banga zindîkirina diyalogên Cinêvê kir.

Artêşê operasyonên xwe li dijî hebûna Tirkiyê li ser xaka Lîbyayê zêde kirin, di heman demê de li paytext Terablusê û bajarê Misratayê teqînên mezin rû dan.

Der barê bêbandorkirina bi zanebûn a daxuyaniya Erdogan de  ku di demên dawîn de texmîn dikir ku ew ê agahiyên xweş û nû ji Lîbyayê bibihîze, berdevkê Hefter û artêşa nîştimanî lîwaa Ehmed Mismarî  êvara çarşemê ji civîneke çapemeniyê re daxuyand ku ew soz dide Erdogan û çeteyên girêdayî hikumeta Sîrac ku ew ê projeyên parçekirina Lîbyayê têk bibin.

Di heman demê de tabûra 134`an a artêşa nîştimanî erka parastinê û peydakirina barageha Hiqbe Bin Nafî, Wetiya El-Cewiyê  girtine ser, diyar kir ku tîmek ji Heyva Sor a Lîbyayî nekarî hemû milîsên girêdayî Tirkiyê rakin, her wiha parve kir ku Mismarî aniye ziman ku hêzên artêşa nîştimanî di şerê li dijî hêzên Sîrac de bi ser ket û zirarên madî jî çêkirin.

Mismarî wiha li axaftina xwe zêde kir: “Me têk bir û me îro “agahî” da Erdogan û hevalbendên wî, lê divê hîn bendewar be, me li nêzî baregehê bi sedan milîsên Wîfaqê kuştin û dîl girtin.” Mismarî bal kişand ser ku hêzên artêşa nîştimanî şerekî dîrokî meşand û bi dehan “kafir” kuştin.

(fr-eh)


Mijarên Din