Rojeva rojnameyên erebî-9 Gulanê

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, Iraqê û rola Tirkiyê di herêmê de, kir.

EL-EREB: AMERÎKA PÊŞBÎN E KU LI SÛRIYÊ HEVKARIYÊ BI RÛSYAYÊ RE BIKE

Rojnameyê der barê mijarê nivîsî: "Gelek raporan behsa xerabûne têkiliyên di navbera serokê Sûriyê Beşar El-Esed û yên Rûsyê Vlademir Putin kirin, van geşdanan kir ku Amerîka hinekî geşbîn be der barê têkiliyên Amerîka û Rûsyê yên der barê dosyaya Sûriyê.

Washington roja pêncşemê diyar kir ku ew amadeye ji nû ve bi Rûsyê re hevkariyê bike, ev jî dibe ku helwestên Moskoveyê der barê hin pirgirêkên girêdayî komîteya makzagonê de, nerm bike.

Şandêrê Amerîkayê bo Sûriyê James Jeffrey, bi dudilî be jî, hinek pêşbînî diyar kir, ku dibe ji nû ve bi Rûsyê re ehvkariyê bike û şerê li Sûriyê bi dawî bîne, her wiha diyar kir ku êdî Moskov ji serokê Sûriyê ne razî ye.

Jeffrey got: "Dibe ku Rûsya niha bêhtir amade be, me di çapemeniya Rûsyê de hin nîşan dîtin, ku dibe der barê mijara komîteya makzagonê de hinekî nermtir be."

Piştî çar salên destpêkirina operasyona leşkerî ya Rûsyê li Sûriyê, mehên dawiyê xuyan kir ku di têkiliya her du aliyan de derz çêbûye.

Guhrîna helwesta Rûsyê li hember rejîma El-Elesd di hinek nivînên nîvfermî ku di çapemeniya Rûsyê de hatin belavkirin, diyar bû. Di nivîsan de serokê Sûriyê Beşar El-Esed tê rexnekirin ku êdî nikare çareyekê siyasî ji aloziya Sûriyê re bibîne.

Amerîka hewl dide têkeve nava vê nakokiyê û xwe re bikar bîne. Ji di mehên dawiyê de Amerîka hewl da ku Enqerê ji biryarên siyasî yê Moskoveyê dûr bixe, der barê dosyaya Sûriyê de, di vê mijarê de Amerîka pelika endametiya Tiriyê a NATO`yê nîşan da.

James Jeffrey got: "Dibe ku Rûs niha amade bin, der barê çareseriya dosyaya Sûriyê bi me hevdîtinê bikin, ji ber ku diyar e Rûsyê di bê pêvjoyê de dê serkeftinke leşkerî nekin, ne jî di demeke nêzîk de."

EL-BEYAN:EWROPA LI DIJÎ SIYASETÊN TIRKIYA YA LI LÎBYAYÊ DISEKINE

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:" Erka Êrênî ya ku YE`yê bi armanca çavdêriya biryarên Meclisa Ewlekariyê da ku qedexeya şandina çekan ji Lîbyayê re bike, pêk tîne ji  roja yekşema derbasbûyî ve derbasî qonaxeke çalak bûye û li dijî siyasetên Tirkiyê terorîstane yên li Lîbyayê disekine."

ŞERQ EL-EWSET:DERBARÊ ROLA ENQERAYÊ PIRSNÎŞAN HENE

Di vê derbarê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand:"Duh balafireke Tirkiyê daket balafirgeha Cerba ya Tunisê û ji ber vê yekê di qada siyasî de gelek pirs derketin holê, ji wan rola Tirkiyê ya bi guman di herêmê de, her wiha di nava tevgerên ronasansê de ku Raşid El-Xinûşî"îslamiyê" serkêşiya wê dike her wiha di nava çend partiyên muxalif de nakokiyan derdixîne.Partiyên muxalif hewl didin bandora Tirkiyê û Qeterê li ser qada siyasî ya herêmî tune bikin.

EL-BEYAN:MISTEFA KAZIMÎ Û VEKIRINA GIRÊKA HILBIJARTINÊN PÊŞWEXT

Der barê rewşa Iraqê rojnameya El-Beyan wiha nivîsand:"Tevî ku di destûra Iraqê de madeyeke amaje bi lidarxistina hilbijartinên pêşwext tune ye, lê ji ber potostyonên Cotmeha derbasbûyî û pê ve girêdayî nakokiyên siyasî derketin, têkildarî bi rê ve birina hilbijartinan axaftineke cuda derket û hilbijartin pêşwext hatin lidarixistin, nexasim ku serokwezîr Mistefa Kazimî li pêşberî parlamantoyê soza da û ew ê hilbijartinî bi hemwext li dar bixîne û hesabên wêrankirina malê giştî ji sûcdaran bixwaze."

(kn-eh)


Mijarên Din