Rojeva rojnameyên erebî

Kêmbûna benzînê li Şamê, liv û tevgera Tirkiyê li herêmên bêçek, mijara hilbijartinên Tirkiyê, her wiha rewşa li Sûdan, Cezayîr û Lîbyayê jî di rojeva rojnemeyên erebî yên îro de bû.

Şerq El-Ewset: Ji ber kêmbûna benzînê li Şamê trafîk rawestiya

Der barê kêmbûna benzînê li Sûriyê de rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Ji ber kêmbûna benzînê, li kolanên Şamê tevgera trafîkê kêm bû û hêrsa xelkê jî zêde bû.

Wezareta Wîzeyan a Sûriyê bi daxuyaniyekê biryar da ku dayîna benzînê ji bo xwediyên erebeyan kêm bike, li gorî wê dê ji bo her erebeyeke taybet 5 rojan carekê 20 lître benzîn bê dayîn, ji motorsîklêtan re jî 3 lître û ji bo erebeyên bikirê jî her 48 saetan 20 lître."

Al-Weten: Tirkiye dewriyeyên çavdêriyê dereng dihêle ta ku temenê herêma bêçek zêde bike... Moskov: Sebra me li hember terorîstên li Idlibê nema

Der barê herêmên bêçek de rojnameya Al-Weten wiha nivîsand: "Çavkaniyên herêmî yên Idlibê diyar kir ku artêşa Tirkiyê êdî dewriyeyên çavdêriya li derdora herêmên bêçek dereng dihêle, da derfet bide komên terorîst ku li herêmê tev bigerin û karibin di demên pêş de li hember artêşa Sûriyê hevsengiya leşkerî çêkin."

Çavkaniyan da zanîn ku artêşa Tirkiyê bi pranî bi El-Nusra re hevkariyê dike û rê daye wan ku welatiyên herêmên bêçek ji gundên wan derxe, wekî çawa niha li gundên Hilban û Seyada yên başûrê Idlibê dike.

Di vê navberê de Moskovê diyar kir ku êdî sebra wê li hember komên terorîst ên li Idlibê nemaye."

El-Ereb: Erdogan naxwaze kilîtên Şaredariya Stenbolê bide opozîsyonê

Der barê mijarê de rojnamye El-Ereb nivîsî: "Serokkomarê Tirkiyê Erdogan naxaze li xwe mikur bê ku li Stanbolê winda kiriye, ji xwe Stenbol cihê berzbûna rola Erdogan bû, li wir wî hewl dida ku bibe yek ji sultanên xilafetê û ji bo wê armancê jî li her derî şer çêdikirin.

Piştî ku Lijneya Bilind a Hilbijartinan daxwaza Erdogan ya ji nû ve çêkirina hilbijartinan li Stenbolê nepejirand, dibe ku serok li pişt perdeyan hin planan bihûne.

Erdogan gelek şaredariyên bajarokên Kurdan desteser kirin, lê li Stenbolê hîna jî alîgirên wî ji sergerîneka windakirina şaredariya Stenbolê şiyar nebûne, di heman demê de çîroka ku Erdogan "Mêrê Efsanewî" ye jî bi dawî bû."

Sûdan

Der barê geşedanên li Sûdanê de rojnameya El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Yekitiya Afrîkayê ji bo Meclisa Leşkerî ya demkî ya Sûdanê di navbera 15 rojan de diyar kir da ku desthilatê radestî sivîlan bike. Yekitiyê diyar kir ku eger nebe dê endamtiya Sûdanê di nava Yekitiya Afrîkayê de rawestîne. Çalakvanan jî doza "mecliseke sivîl" kir û xwest hemû saziyên rejîma Umer El-Beşîr bêne betalkirin."

Cezayir

Di mijara Cezayirê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Di nava xebatkarên rêveberiya ewlehiya Cezyirê de bêhêvîbûn serwer e, ji ber tundiya li dijî heştemîn meşa gelêrî hatiye bikaranîn roja înê. Guman li ba rêveberiyê heye ku hin aliyên desthilatdariyê dixwazin rewşê tevlihev bikin û têkiliyên baş yên di navbera gel û hêzên ewlehiyê de xerab bikin."

Lîbya

El-Şerq El-Ewset nivîsî: "Duh artêşa neteweyî ya Lîbyayê bi serokatiya general Xelîfa Hefter, milîsên Terablus û Misratayê tewanbar kirin ku sivîlan bombebaran dikin.

Buroya ragihandinê ya artêşa netewî ya Lîbyayê diyar kir ku milîsên Xinêwa yê li kampa Hemza ya li ser rêya balefirgehê, çend mûşekên Grad`ê avêtine taxên Elekwax, Imarat û Elzihûr, da ku di navbera xelkê û artêşê de tevliheviyan derxînin".

Lubnan

Rojnameya El-Ereb jî wiha nivîsî: "Lîderê Duriz ê Lubnanî û serokê Partiya Pêşverû ya Sosyalîst Welîd Conbulat ji bo başkirina têkiliyê bi Hizbullahê re derî vekirî hişt. Di demên dawiyê de ji ber ku wezîrê pîşesaziyê destûrnameya kergeheke çîmentoyê betal kir, têkiliyê Conbulat û Hizbulah xerab bûn."

(k)


Mijarên Din