Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro têkildarî liv û tevgera Amerîka, Rûsya û Îsraîlê ya der barê Sûriyê de, her wiha geşedanên li Sûdanê, cezayên Amerîkayê yên li ser hin pergalên bazirganî yên Sûriyê û hin mijarên din nivîsîn.

El-Ereb: Amerîka, Rûsya û Îsraîl li Rojhilata Navîn hevbendiyeke nû ava dikin

Rojnameya El-Ereb der barê hevdîtina ku tê payîn di navbera Rûsya, Amerîka û Îsraîlê de bê lidarxistin de wiha nivîsand: "Di demên dawiyê de pir behsa hevbendiyeke nû li Rojhilata Navîn tê kirin, aliyên wê jî Amerîka, Rûsya û Îsraîl in.”

Rojname wiha pê de çû: "Yek ji kesên ku behsa vê hevbendiyê dike, çavdêrê leşkerî Zavî Barêl e. Wî di rojnameya Harets a Îsraîlî de nivîsiye ku ev hevkarî dê dawiya aloziya Sûriyê bîne. Dîsa lêkolînerê Enstîtuya Ewlehiyê ya Neteweyî ya Îsraîlê Danyêl Bîsabêra ji heman rojnameyê re nivîsî û got "Civîna ku vê dawiyê di navbera şêwirmendên ewlehiyê yên neteweyî yên Amerîka, Rûsya û Îsraîlê hate lidarxistin, alav û buhayên derxistina artêşa Îranê ji Sûriyê nirxandin, her wiha buhayê xistina Rûsyayê di nava aliyên li dijî Îranê de hate nirxandin.”

El-Şerq El-Ewsat: Washingtonê bi hinceta ku petrol ji Îranê kiriye 16 pergalên Sûriyê ceza kirin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Amerîka karsazekî Sûriyê û hemû şîrketên girêdayî wî ceza kirin, ji ber ku piştgiriya rejîma Esad kiriye û petrol firotiye Îranê.

Wezareta Xezîneyê ya Sûriyê karsazê Sûriyê Samir Fewaz û hin endamên malbata wî û saziya wî ya bazirganiyê xistin lîsteya xwe ya reş.”

Wezîrê xezîneyê yê Amerîkayê Sigal Mandelker got "Karsazê ji Sûriyê bi awayekî rasterast piştgiriya rejîma Esad ya kujer dike û li ser axa ku welatiyên wê ji hovîtiya Esad revîne, projeyan ava dike.”

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Erab wiha got: "Hin lîderên partiya El-Dawa El-Îslamiye hewl didin Nûrî El-Malikî ji serokatiya partiyê hilînin û vegerin sîstema serokatiya hevbeş.”

Rojnameyê wiha lê zêde kir: "Rêveberên partiyê dibêjin di dema serokatiya El-Malikî de gelek şikestinên siyasî pêk hatine û desthilatdarî jî hatiye windakirin û nav û dengê partiyê di nava welatiyan de xirab bûye.”

Sûdan

Der barê mijarê de rojnameya El-ŞErq El-Ewsat nivîsî: "Piştî gireva giştî ya 3 rojan ku paytexta welêt û hin bajarên din felc kirin, Meclisa Leşkerî û Hêzên Veguherîn û Azadiyê li hev kir ku dîsa hevdîtinan bikin. Hevdîtin û diyalog piştî komkujiya 3`yê Hezîranê ya li dijî çalakiya protestoyî rawestiyabûn.

Şandêrê serokê Etiyopyayê bo Sûdanê Mehmûd Berêr di civîneke çapemeniyê de diyar kir ku meclisa leşkerî dê girtiyên siyasî berde, her wiha Hêzên Veguherîn û Azadiyê jî dê greva giştî betal bikin da ku diyalog di navbera her du aliyan de dewam bike.”

Urdun

Rojnameya El-Ereb têkildarî projeva Urdunê wiha nivîsand: "Qralê Urdunê Abdullah El-Sanî diyar kir ku vê havînê der barê projeya aştiyê di navbera Îsraîl û filistîniyan de tu gavên nû tune ne. Qral Abdullah da zanîn ku welatê wî dê beşdarî kongreya El-Bahrên ya ku dê li Washingtonê dawiya mehê li dar bikeve, bibe.”

Cezayîr

El-Şerq El-Ewsat nivîsî: "Dadgeha leşkerî ya Cezayîrê 3 serbazên ewlehiyê, bi tawana ku razên dewletê eşkere kirine û bi aliyên biyanî re têkilî kirine, bi mirinê ceza kirin.

Yemen

Dîsa rojnameya El-Şerq El-Ewsat nivîsî: "Serokatiya Yemenê diyar kir ku Neteweyên Yekbûyî teqez kiriye ku dê şandêrê wê yê bo Yemenê Martin Griffiths li gorî her sê lêvegerên çareseriya aloziya Yemenê tev bigere û hevpyemana Stockholmê bi awayekî durist pêk bîne.”


Mijarên Din