Rojeva rojnameyên Erebî

Ronameyên Erebî yên îro derbarê liv û tevgera herêmê û navdewletî ya  derbarê aloziya Sûriyê, rewşa li Sûdan û Cezayirê, her wiha aloziya di bavbera Emerîka û Îranê, Emerîka û Tirkiyê de nivîsîn.

Al-Şarq Al-Awsat: Emerîka "plana Sûriyê" ya ji 8 xalan pêk tê bi Rûsyayê re gotûbêj dike

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî "Amerîka û Rûsiya derbarê plana ku Emerîkayê pêşkêş kiriye de gotûbêj dikin. Di planê de çareseriya aloziya Sûriyê û astengkirina Îranê cih digrin. Her dû alî derbarê kîjan xalê de, dê destpêkê bête pêk anîn li hev nakin. Her wiha tê payin ku di navbera rayedarên ewlehiyê yên Rûsya, Emerîka û Israîlê de roja duşema dê civînek bête lidarxistin".

Rojnameyê wiha dewam kir "Di planê de mijara çareseriya aloziya Sûriyê li gorî biryarya navdewletî 2254, astengkirina Îranê, peydakirina alîkariyên mirovî, vegera koçberan û hin mijarên din cih digrin".

Al-Hayat: Moskow, Waşington û Telabîb dê Yekşemê çareseriya Sûriyê gotûbêj bikin

Derbarê heman mijarê de rojnameya Al-Hayat wiha nivîsî "Çavên derdorên Siyasî li  civîna ku tê payin rojên Yekşem û Duşemê li Qudus`ê bê lidarxistin e. Civîn dê di navbera rayedarên ewlehiyê yên Rûsiya, Emerîka û Israîlê de pêk bê. Dê di civînê de mijara aloziya Sûriyê û hebûna Îranê bên gotobûjkirin.”

Îran-Emerîka

Rojnameya Al-Arab nivîsî "Her çiqas serokê Emerîkayê Donald Trump dibêje ku ew naxwazin bi Îranê re têkevin nava şer, lê dîsa tirsa hevalbendên wî yên Ewrupî kêm nebûye.

Tirsa Ewropiya di cih de ye, ji ber kesek nizane dê serokê Emerîkayê çi bike. Ew her tim biryarên balkêş ji nişkave distîne û hevparên xwe tengav dike.

Li gorî hin raporan dibe ku Îran derbarê hevpeymana nukleer a bi Emerîkayê re têkeve nava diyalogê. Ji ber ku ceza aboriya wê bandor dikin. "

Cezayir

Rojnameya Al-Şerq Al-Awsat derbarê mijarê de wiha nivîsî "Serokê artêşa Cezayirê Ehmed Qayid Salih welatiyên Cezayirê yên Amazîx bi hêrs kir.  Salih ferman da ku di meş û xwepêşandanan de tenê ala Cezayirê bête hildan.

Piştî van daxuyaniyan rojnamegerên rojnameya Tîzî Wizo ya Amazîxî diyar kirin ku welatiyên herêmê dê di meşên roja înê de silognên li dijî Salih berz bikin".

Tirkiye

Rojnameya Al-Arab nivîsî

“Li gorî çavkaniyan, rêveberiya serokê Emerîkayê Donald Trump amadekariya sê paketên cezayan li dijî Tirkiyê dike. Ji ber kirîna sistema mûşekan ya Rûsî S400, piştî ev nûçe belav bû buhayê lîreya Tirkiyê roja Çarşemê ji sedî 1.4 daket.

Li gorî ajansa Bloomberg News`ê paketa nû ya cezayan ku ji aliyê meclisa ewlehiya netewî ya Emerîkayê û wezaretên derve û xezîneyê tê amadekirin, dê aboriya Tirkiyê felc bike.”


Mijarên Din