Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî yên Îro derbarê aloziya di navebra Rûsiya û Îranê, rewşa li Sûdan û hin mijarên girêdayî Îraqê û Yemenê de nivîsîn.

Al-Arab: di navbera Rûsiya û Îranê de rewş aloz dibe

Rojnameya Al-Arab derbarê aloziya di navbera Rûsiya û Îranê de wiha nivîsî: "Çavkaniyan ji BBC`ê yê re eşkere kirin ku hêzên Rûsiya yên li rojhilatê Sûriyê her wiha milîsên girêdayî Îranê, li hember hev di nava seferberiyê de ne".

Çavkaniyan gotin ku piştî hewldanên Rûsiyê yên kêmkirina desthilatdariya Îranê ev alozî çêbûye. Rojnameyê nivîsî: "Ev herêm ji bo Îranê girîng in, ew herêm mîna pirekê ye ku Îranê digihîne Deryaya Spî û hevparê wê Libnanî Hizbulaah ve girê dide. Lewma dê Îran bi hêsanî van herêmên bernende".

Emerîka bi alîgirên xwe yên Ewropî û ne alîgirên vekişîna ji peymana nukleer in, re kete nava diyalogê. Li gorî daxuyaniyên şandêrê Emerîka yê taybet bo Sûriyê James Jeffrey dê ev hevdîtin erênî bin. Jeffrey got ku bi hin dewletên hevpar re lihev hatine ku hêzan rêkin Bakur Rojhilatê Sûriyê``.

Al-Şarq Al-Awasat: Rewşa mirovî li Holê pir xirab e û pirsgirêka herî mezin ew e ku dewlet welatiyên xwe nabin

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Rêxistina Xaça Sûr a navdewletî got ku rewşa koçberên li kampa Holê ya ku di bin serweriya hêzên Kurdî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye, xirab e. Rêxistinê ji dewletan xwest ku welatiyên xwe, bi taybet jin û zarokan ji kampa Holê bibin".

Berpirsyarê rêxistinê yên Rohilata Navîn bi daxuyaniyekê diyar kir ku bi sedhezaran girtî hene her wiha got: "Tevî ku hêzên Sûriya Demokratîk bi piştgiriya hevpeymana navdewletî roja 23`ê Adara derbasbûyî rêxistna terorê DAIŞ`ê ji Baxosa Dêrazorê derxistin jî, li şer li rojavayê çemê Feratê ranewstiya. Lewma bi deh hezaran kesên ku , li herêmên "rêxistinê" diman niha li kampa Holê dijîn û hijmara wan gihiştiye 73`ê hezar"

Rojname wiha pê de çû: "Kurdên Sûriyê ji dewletên rojava, bi taybet dewletên hevpeymanê dixwazin ku berpirsyariyên xwe pêk bînin û welatiyên xwe û malbarên wa bibin gel xwe û li wir darizînin. Ji ber ku gelek dewletan bersiv nedan, niha Kurd dixwazin ku dadgeheke navdewletî bête avakirin".

Al-Arab: Guhertina pergala Heşdî Şebî dê rewşa ne dirê de, ya pêşmergeyan bîne berçav

Derbarê mijarê de rojnameyê nivîsî "Piştî ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî biyara tevlîkirina Heşdî Şebî di nava hêzên çedar de da, mijara rewşa pêşmergeyên Kurd jî kete rojevê. Ji ber pêşmerge ne girêdayî desthilatdariya Iraqê ne".

Al-Şarq Al-Awasat: Lihevhatina li Sûdanê di nava Ereban û cîhanê bi erênî tê pêşwazîkirin

Rojnameyê wiha nivîsî: "Duh Sûdan kete pêvajoyeke nû, Meclisa leşkerî û hêzên veguherînê lihev hatin ku desthilatiyê bikin. Dê ev lihevhatin aloziya li kolanan kêm bike û rê li pêşiya salên şer bigire.

Gelek dewletên cîhanê û yên Ereb ev lihevhatin bi erênî pêşwazî kirin mîna Emarîka, Brîtaniya, Fransa û Netewyên Yekbûyî, Siûdî, Imarat, Bahrên û Misir.”

Îran

Derbarê aloziya di navbera Îran û Emerîkayê de rojnameya Al-Bayan nivîsî: "Serokê Emerîkayê doh hişyariyeke nû da Îranê, piştî ku Îranê gefa destdayîna ser keştiyên Petrolê yên Brîtanyayê xwar.”

Yemen

Rojnameya Al-Arab nivîsî "Şandêrê navdewletî bo Yemenê Martin Griffith gera xwe ya li herêmê bi dawî kir. Xuya bû ku Grigith dixwaze gelek aliyan beşdarî hewldanên çareseriya aşîtiyane bike.”


Mijarên Din