Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, aloziya li Kendavê û tevgera siyasî ya li Sûdanê de nivîsand.

El-Ereb: Gelo Tirkiyê dê Tehrîr El-Şam li dijî Kurdên Sûriyê bi kar bîne?

Der barê rewşa li Sûriyê û liv û tevgera Tirkiyê li herêmên Idlib û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ronameya El-Ereb nivîsî: “Biryara agirbesta bimerc li herêmên Idlibê ku ji aliyê Rûsya, Îran û Tirkiyê ve hate erêkirin û Şamê jî erê kir, di nava komên çekdar û cîhadiyên li herêmê de parçebûnek çêkir.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Komên çekdar ditirsin ku bibin qurbaniyên bazara Tirkiye, Rûsya û Îranê, li gorî vê bazarê jî ditirsin ku berê wan bidin rojhiatê Feratê, li dijî Kurdan bixin nava pevçûnên leşkerî, bi taybet piştî daxuyaniya Erdogan ku dibêje wî biryara êrîşeke leşkerî li rojhilatê Firatê daye û wî Moskov û Washington jî agahdar kirine.

Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) guman dike ku ev lihevhatin li dijî wan be û xuya ye Tirkiyê di bin fişarên Rûsyayê de biryar daye ku hebûna wan li parêzgeha Idlibê bi dawî dike.”

Rojnameyê li ser zimanê çavdêran wiha nivîsand: “Ne dûr e ku ev lihevhatina ku li Kazaxistanê pêk hatiye, girêdayî wê ye ku Moskovê pejirandiye ku Enqere li dijî Yekîneyên Parastina Gel a Kurd bikeve rojhilatê Firatê. Jixwe daxuyaniyên Erdogan ên roja Yekşemê van gumanan geş dike.”

Li gorî rojnameyê; Tirkiyê di hefteyên derbasbûyî de gelek hêzên leşkerî anîne ser sînorên xwe û Sûriyê, jixwe tê zanîn ku Tirkiye, tevî hemû daxuyaniyan jî, bêyî erêkirina Amerîka û Rûsyayê nikare tu operasyonekê li wê deverê pêk bîne.

Rojnameyê wiha lê zêde kir: “Dibe ku senaryoya Xûtaya Rojhilat dîsa dubare bibe, wê çaxê Tirkiyê rê da Rûsya û rejîmê ku wê herêmê vegerînin, wan jî beramberî wê çavên xwe ji ketina Erfînê ya li gundewarên Helebê girt ku wê çaxê Efrîn di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel a Kurd de bû.

Pispor dibêjin Tehrîr El-Şam hest dike ku dê dîsa bibe qurbaniya lihevhatinên Tirkiye û Rûsyayê, lewma ew biryara agirbestê napejirîne û diyar kir ku ew ê ji herêmên bêçek dernekeve.”

Çavdêran diyar kir ku Helwesta Tehrîr El-Şam ku naxaze ji herêman derkeve, dê Tirkiyê tengav bike. Li gorî pisporan dê Enqere hewl bide tiştekî bide Tehrîr El-Şam da ku helwesta xwe biguherîne, yek jê ew e ku wan bixe şerê rojhilatê Firatê.”

Li gorî çavdêran rewşa li Sûriyê ne li gorî dazwazên Amerîkayê diçe, ew jî naxwaze bi Tirkiyê re bikeve rûberiyê, lewma eger Moskov erê bike, dibe ku Amerîka jî rê bide Tirkiyê ku li rojhilatê Firatê operasyonê pêk bîne.”

Şerq El-Awsat: Hevpeymana veguhastina desthilatdariyê li Sûdanê hate îmzekirin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand:  “Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û lîderên tevgera gel (opozîsyon) duh reşnivîsa `Deklarasyona Destûrê” îmze kir, bi vî awayî her du aliyan li hev kir ku desthilatdariyê veguhêzin destê sivîlan.”

Ronameyê nivîsî: “Tê payîn ku her du alî, hevpaymana dawîn a roja 17`ê Tebaxê îmze bikin, dê ji bo wê jî merasîmek bê amadekirin û nûnerên hin dezgehên navdewletî jî beşdar bibin. Piştî îmzekirinê, roja din dê Meclisa leşkerî bê betalkirin û li şûna wê meclisa hevbeş ku ji 6 sivîlan û 5 leşkeran pêk tê, desthilatdariyê wergire.”

El-Ereb: Parîs li dijî xebatên Tirkiyê kete nava tevgerê

Rojnameyê nivîsî: “Tevî ku berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê Hami Aksoyî got balyozxaneya welatê wî li Fransayê tu dibistanên olî venekirine, lê wezîrî perwerdeyê yê Fransayê bi tundî êrîşê van hewldanên Tirkiyê kir. AKP a îslamî ku li Tirkiyê deshilatdar e, sîstema perwerdeyê li welêt veguherand sîstema olî ya radîkal, her wiha hewl dide ezmûna dibistanên îmam-xetîban ên Tirkiyê, li Fransa û Almanyayê û tevahî dewletên Ewropayê belav bike, li gorî ku malpera Ahval a Tirkiyê dibêje.

Çapemeniya Fransayê ji hikumetê xwest ku der barê mijarê de agahiyên rast biweşîne û li dijî hewldanên Tirkiyê yên belavkirina perwerdeya olî helwest nîşan bide.”

Şerq El-Awsat: Îran keştiyeke petrolê desteser dike… balafireke şer jî winda dike

Der barê rewşa li herêma Kendavê de rojnameyê wiha nivîsî: “Artêşa Îranê duh ragihand ku wan sêyemîn keştiya petrolê nêzî girava Farisî desteser kir. Li devereke nêzîk jî balafireke şer a Fantom F4 ya Îranê rûxiya.”


Mijarên Din