Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa herêma bêçek a li Sûriyê, aloziya hundirîn a Tirkiyê û geşdanên li Yemen û Sûdanê de nivîsîn.

Şerq El-Awsat: Şam “berêma bêçek” dixwe

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: “Hêzên rejîmê bi piştgiriya hêzên asmanî yên Rûsyayê li bakurê Hemayê bi pêş dikevin û “herêmên bêçek” ji destê komên çedkar derdixin.

Çavkaniyan diyar kir ku Rûsyayê tankên T90 yên pêşketî ji bo piştgiriya hêzên rejîmê xiste nava şerê rojavayê Sûriyê, her wiha bi hezaran hêzên asmanî li deverên cuda yên gundewarên Hema, Idlib û Laziqiyê pêk anîn.

Di çalakiyeke leşkerî de 6 leşkerên rejîma Sûriyê û hêzên hevalbendên wê, li ser destê “Eniya Neteweyî ya Rizgariyê” hatin kuştin, çekdarên eniyê bi alîkariya hin komên çekdarên din êrîşî girê Reşo yên Çiyayê El-Ekrad li gundewarên bakurê Laziqiyê kir, li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê.”

El-Ereb: Li paş lihevhatina Biabdayê arîşeyên borî û fişarên welatên Rojava hene

Der barê rewşa Lubnanê de rojnameyê nivîsî: “Aloziya Lubnanê ku ev meh û nîvek e dewam dike, dike bi dawî bibe. Der barê mijarê de roja înê li Koşka Komariyê civîneke pêncalî hate lidarxistin. Serok Mîşel Ewn, serokê hikûmetê Saad El-Herîrî, serokê parlemanê Nebîh Berî, serokê Partiya Pêşverû ya Sosyaslît Welîd Cinblat û serokê Partiya Demokrat Telal Arselan beşdarî civînê bûn.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Armanca vê civînê ew bû ku di navbera lîder Cinblat û û berevanê wî yê durzî Arselan de lehevhatinê bikin, piştî ku arîşeya di navbera her duyan de bû sedema rawestîna hikumetê. Ev hevdîtin bû derfet ku rewş di navbera lîderê durzî û serokê Lubnanê de aram bibe, têkiliyan her duyan jî aloz bûbûn, ji ber ku serok xwe dabû aliyê partiya demokrat.”

Li gorî hin derdorên siyasî ev lihevhatin û aramî, di encama destwerdana Amerîka û Ewropa de pêk hat, her wiha hin fişarên aborî jî, bi taybet ku dê ajansa Standard & Poor's di demeke nêzîk de rapora xwe ya der barê Lubnanê de eşkere bike ku tê payîn pileya serweriyê ya welêt bê kêmkirin.”

Sûdan

Der barê geşedanên li Sûdanê de rojnameya Şerq El-Awsat wiha nivîsî: “General Abdilfetah El-Burhan dê bibe yekemîn serokê Meclisa Demkî ya Sûdanê di pêvajoya yekemîn de, her wiha Mihemed Hemdan Diqilo ku bi navê Hemîditî tê naskirin, dê cîgirê wî be, li gorî ku endamekî meclisê eşkere kiriye.”

Ajanseke Almanyayê li ser zimanê general Selah Ebdilxaliq diyar kir ku endamên din ên meclisê 3 jê leşker in, dê yekser ji aliyê serokê Meclisa Demkî ve bêne destnîşankirin.”

Yemen

Der barê rewşa Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsand: “Hêzên hevbeş duh li bajarê Hîsê yê başûrê Hudeydayê êrîşeke milîsên Hûsî asteng kir. Di vê navberê de di nava rêveberiya milîsan de arîşe rû didin û dibe ku bibe sedema dawiya wan, piştî ku hate ragihandin birayê serokê milîsên Hûsiyan û destê wî yê rastê Ibrahîm Bedredîn El-Hûsî hate kuştin.

Çavkaniyên Yemenê diyar kir ku termê Ibrahîm El-Hûsî kuştî li maleke ku desteser kiribûn, li taxa Hedayê bû.”

Tirkiye

Rojnameya El-Ereb der barê rojeva Tirkiyê de jî wiha nivîsand: “Ne tenê welatên Rojava rewşa veguherîna Tirkiyê ber bi Rûsyayê ve dişopînin, her wiha Rûsya jî êdî li sedemên reva Erdogan ber bi Rûsyayê ve dipirse. Xuya ye ku helwestên Erdogan di encama hêrsa wî ya ji Washingtonê de pêk hatiye, lê di bingehê de Erdogan ji pêşeroja xwe bitirse û ditirse ku di encama siyaseta “sifir dost” de derbeyeke leşkerî çêbe.”

Rojnameyê wiha dirêjî da nûçeya xwe: “Çapemeniya Rûsyayê lihevhatina Tirkiye û Amerîkayê dinirxîne, vê lihevhatinê bi geşedanên hundirîn ên li Enqereyê ve girê didin, her wiha tirsa Erdogan ku derbeyeke leşkerî çêbe, her wiha ji ber ku di hundirê partiya wî de gelek dijberî rû dide û dibe ku ew ji serokatiya partiyê bê dûrxistin.

Rojnamevanên Rûsyayê dibînin ku Tirkiyê ne amade ye ku bi Amerîkayê re bikeve beramberiyeke leşkerî li bakurê Sûriyê, ev tişt ji girêdayê rewşa hundirîn a Tirkiyê ye ku ne li gorî daxwazên Erdogan bi pêş dikeve, lewma ew hewl dide bi hinceta yekitiyê û berjewendiyên Tirkiyê dijberên xwe bitirsîne.”


Mijarên Din