Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê şerên li gundewarên Idlibê, rewşa li Sûdanê û êrîşên Îsraîlê yên li dijî hin deverên Iraqê nivîsîn.

El-Ereb: Şamê Xanşêxûn vegerand, Tirkiye tengav bûye

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Bajarê Xanşêxûnê êdî di bin destê artêşa Sûriyê de ye, piştî komên cîhadî û yên çekdar xwe ji wir kişandin, bi vê pêşketinê re dê mezintirîn xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li herêmê ku li ser lihevhatina di navbera Enqere û Moskonê de hatiye avakirin, bikeve bin agirê artêşa Sûriyê, her wiha tê gotin ku Tirkiye û Rûsya ji bo valakirina xala çavdêriyê hevdîtinan dikin."

Roja sêşemê Enqereyê Şam hişyar kir ku "Bi agir nelîzin", piştî ku karwanekî leşkerî yê Tirkyê li bajarê Xanşêxûnê ji aliyê hêzên asmanî yên Sûriyê ve hate bombebarankirin, Moskov jî bi awayekî nerasterast ji Tirkyê re got xalên leşkerî yên derdora Idlibê vala bike.

Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Çavuşoglu îdia ku "Tirkiye naxwazê xala çavdêriyê ya nehemîn li Idliba Sûriyê veguhêze cihekî din.” Ev jî nîşana wê yekê ye ku anmanca sereke ya  Tirkiyê ji xalên çavdêriyê ne pêkanîna lihevhatina Soçiyê ye, lê çesipandina deshilatdariya xwe ye.

Endama koma lêkolînên aloziyên navdewletî Sam Helre dibêje: "Şamê û hevalbendê xwe Rûsyayê teqez kir ku xalên çavdêriyê yên Tirkiyê dê pêşketinên leşkerî li ser erdê asteng bikin, her wiha ew her du jî naxwazin ku di nava leşkerên Tirkiyê de ziya çêbibin, ev xal êdî dê nikaribin pêşketinên Sûriyê asteng bikin."

Li gorî Helre hîna nexuyaye ka Şam û Rûsiya dê li pêşketinên xwe dewam bikin lê dê cihê gihiştinê asê bikin.

El-Şerq El-Awsat: 2 jin di Meclisa Serwer de, yek jî ji bo serokatiya dadgehê

Rojnameyê nivîsî: "Meclisa Demkî ya Sûdanê duh biryarnamek weşand û ji bo Meclisa Serwer 11 kes destnîşan kirin, di nav wan de 2 jin in. Tê payîn ku meclisa nû kar û barên rêvebirina welat di pêvajoya demkî ya 39 mehan de pêk bîne. Li gorî hin raporên medyayê her du aliyan li hev kiriye ku dadwer Nimat Ebdela Mihemed Xêr wek seroka dadgehê bê erkdarkirin, her wiha her du aliyan ji bo erkdarê dozgeriya giştî jî li hev kiriye."

El-Ereb: Li Hobioyê bendere; Qeter bi çi buhayî be jî Somaliyêê dixwaze

Rojnameyê nivîsî: "Qeter li bajarê Hobio yê Somaliyê bibe xwedî bender, ne tiştekî girîng e, her wiha şahiya mezin ku ji bo vekirina benderê jî ne girînge, lê tişta girîng ewe bê ka Qeter çawa derbasî Somalê bû û ev bender bi dest xist, her wiha armancên rasteqîn çine, ji bilî ku dixwaze alîkariya welatekî hejar bike, welatekî ku di nava şerê navxweyî de westiyaye û bûye cihê tundrew û terorîstan.”

El-Şerq El-Awsat: Rûsya û Amerîkayê der barê ewlehiya Îsraîlê de li hev kir

Rojnameyê wiha nivîsî: "Îsraîlê di nava çend hefteyên derbasbûyî de, depoyên çekan û mûşekan ên Îranê li Îraqê bombebaran kirine, ev kiryar li gorî lihevhatina Rûsya û Amerîka de pêk hatiye, her du aliyan der barê ewlehiya Israîlê li Sûriyê û Îraqê" lihev kirine, bi qasî ku çavkaniyên dîplomatîk diyar kirine, her wiha li gorî lihevhatinê dê Tilavîv bi awayekî fermî van êrîşên asmanî eşkere neke."

Du Bexdayê ragihand ku teqîneke ne diyar li dijî hin depoyên çekan ên Haşda Şabî, li derdora baregeh bajarokê Alcewiyê yê parêzgeha Selahedîn, pêk hatiye."


Mijarên Din