Rojeva rojnameyên Erebî

Rojnameyên Erebî yên Îro derbarê geşdanên li Idlibê û êrîşa li nêzê xala çavdêriyê ya Tirkiyê, avakirina hikûmeta Sûdanê, aloziya aborî ya Tirkiyê, her wiha der barê rewşa Lûbnanê de nivîsîn.

El-Beyan: êrîşên asmanî li dijî xalên Tirkiyê li Bakurê Sûriyê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Balafirên şer deverên nêzî xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li bakur rojavayê Sûriyê bombebaran kirin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriy, êrîş li nêzî xala çavdêriyê ya Tirkiyê ya li nêzî gundê Şêr Mexar a gundewarê bakur rojava Hemayê li nêzî sînorî Idlibê, lê nehat zanîn ka ew balafir ên Sûriyê lê yên Rûsyayê bûn, ji ber li asmanan pir balafir hebûn".

Ew herêm di bin desthilatdariya Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) û hin komên din ên çekdar de ye. Li gorî çavkaniyeke ewlehî ya Tirkiyê yê payebilind, li nêzî xala çavdêriyê ya Tirkiyê bi qasî 500 mitran şerên dijwar di navbera hêzên hikûmeta Sûriyê û şervanên opozisyonê de diqewimin. Çavkaniyê got: "Şerli nêzî xala Tirkiyê ne, pir dijwar in".

El-Şerq El-Ewset: Tê gotin ku Rûsyayê xala Eneqerê ya nêzî Hemayê bombebaran kir

Der barê heman mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li gorî malpera "Haber Turk", balafirên rejîma Sûriyê derdora xala çavdêriyê ya artêşa Tirkiyê bombebaran kir, ku li herêma "bêçek" e, lê tu leşkerên birîndar nebûn.

El-Ereb: der barê xalên çavdêriyê û rêya Heleb û Laziqiyê di navbera Tirkiyê û Rûsyê de lihevhatin

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Êrîşa li dijî deverê nêzî xala çavdêriyê ya Tirkiyê li gundewarê Hemayê, her wiha serdana şandeya leşkerî ya Tirkiyê bo rêya Heleb-Laziqiyê, dike ku encamên serdana serokê Tirkiyê bo Moskoyê hîn bêtir şêlo bibin, bi taybet der barê aloziyê Idlib û derdorên wê".

Çavdêr guman dikin ku serokê Tirkiyê bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê re derbarê hinek mijara de lihev kiribe, ji wan, leşkerên Tirk yên li xalên çavdêriyê li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê, veguhêzin rojavayê Idlibê, her wiha dibe ku derbarê vekirina rêya navdewletî ya Heleb-Laziqiyê de lihevhatin çê bûbe.

Fermandareke artêşa azad li Idlibê diyar kir ku şandeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê çû herêma rêya Heleb-Laziqiyê, da ku li wir xaleke çavdêriyê ava bikin.

Fermandarê leşkerî ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku ev geşedan li ser daxwaza Rûsya pêk hatiye, ji bo vekirina rêya Heleb-Laziqiyê".

El-Beyan: Sûdan li benda kabîneyên hikûmeta Hemdok e

Der barê geşedanên Sûdanê de rojnameyê nivîsî: "Sûdan li bendê ye ku di nava çend saetên bê de kabîneya nû ya hikûmetê bête ava kirin. Di heman demê, darizandina hin endamên ewlehiyê dest pêkir, ku destên wan di mirina mamosteyekê hebû, di pêvajoya xwepêşandian li dijî desthilata serokê berê Umer Elbeşîr de.

Tê payin ku serokwezîr Abdullah Hamdok, ku roja 21`ê Tebaxê ji aliyê meclisa serwer ve hatibû erkdarkirin, navên endamên kabîneya hikûmeta xwe eşkere bike, dê navan ji nava lîsteya ku Hêzên Danezana Azadî û Veguhrînê pêşkêş kiriye hilbijêre".

El-Şeriq El-Ewset: "Artêşa Netewî" Tirkiyê tewanber dike ku li bajarê El-Esabia sivîl kirine armanc

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Netewî ya Lîbyayê bi fermandariya general Xelîfe Hefter, Tirkiyê tewanbar kir ku beriya du rojan li bajarê El-Esabia bi rêya balefirên Dron li sivîlan xistiye û piştiriya hikûmeta Wifaqê kiriye. Ji xwe hikûmeta Wifaqê bi serokatiya Fayiz El-Serac, di hevdîtina dawî ya bi şandeya fermî ya Amerîkayê re xwestibû ku helwesta Amerîkayê der barê şerê ku Hefter ji bo rizgarkirina Trablûsê destpê kirye, biguhere.

Navenda ragihandinê ya "Odeya El-Kerama" ya artêşa netewî duh da zanîn ku balafirên Drone yên Tirkyê ku li ba hikûmeta El-Serac in, bajarê El-Esabia bombebaran kirine, di encamê de 4 erkdar ku li di depoyên locostîkê de li ser karê xwe bûn hatin kuştin. Odeyê got "Wekî hercar, Tirk ji odeya operasyonan ya li Trablusê van Dronan dajon, ne xema wane xwîna Lîbiyên bêguneh". Wiha dewam kir "Dê xwîna bêgunehan vana neçe, dê kujer bêne cezakirin".

El-Ereb: kiryarên Erdogan metirsiya têkçûna lîreya Tirkî zêde dike

Rojnameyê nivîsî: "Diyar bû ku çiqasî aboriya Tirkiyê li hember guherînên hibirîneran, siste, roja duşemê dîsa nîşanên dubarebûna aloziya kêmbûna buhayê pereyan ya sala bûrî derketin. Hin hilbirînerên Japonî lîre firotin, lewma ji nişka ve nirxê wê ji 10 deh ket, li hember dolar".

Tevî ku lîreyê windahiyên xwe piştî çend saetan vegeranin, lê têkçûna ji nişkave ku ev cara duyemîn di nava salekê de, fikarên derbarê siyasetên aborî yên serok Receb Tayib Erdogan zêde dike.

Xuyaye ku tektîkên Erdogan ziyaneke mezin digihîne aboriya Tirkiyê, bi taybet piştî ku ew bûye xwediyê biryarya sereke li welêt".

El-Heyat: Artêşa Lûbnanê gule berdan 3`ê Dronên Îsraîlê ku ketin asmanê başûrê welêt

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Artêşa Lûbnanê duh gule berdan balafirên keşfê yê Istaîlê ku ketin asmanê Lûbnanê û bi çavan dihatin dîtin.

Fermandariya artêşê ragihand ku "balafireke Israîla dijmin ya Dron ku axa Filistînê hat, kete asmanê Lûbnanê û li ser navendeke artêşê li herêma El-Edîsa girî, artêşê gule berdan an, ew jî neçar man ku paşde vegerin. Balafireke din jî li asmanê herêma Kegerkela firî paşê ji asmanê Lûbnanê derket, her wiha balafireke sêyemîn jî li heman deverê firî, artêşa dîsa gule berdanê, ew paşde vekişiya".

(kn)


Mijarên Din