Rojeva rojnameyên erebî

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa li Idlib û derdora wê, geşedanên li Sûdanê, rewşa Yemenê û parçebûna di nava partiya AKP`ê de nivîsîn.

Ukaz: Rageşiya di navbera Moskov û Enqereyê de li Idlibê didome

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Tevî argirbesta li gundewarên Idlib û Hemayê û ji aliyên Rûsyayê ve hefteya çûyî hatiye ragihandin jî, lê di navbera Moskov û Enqereyê de gengeşiya ji bo çareseriyeke dawîn bo rewşa bakurê Sûriyê hîna dewam dike."

Rojnameyê wiha dewam kir: "Opozîsyona leşkerî ya Sûriyê behsa mercên Rûsyayê dike têkildarî lihevhatineke nû bi Tirkiyê re, li ser wan mercan Rûsyayê agirbesta 8 rojan ragihandibû ta ku Tirkiye van mercan pêk bîne, tê payîn ku agirbest piştî du rojan bi dawî bibe.

Li gorî ajansa Qasiyûn yek van mercên Rûsyayê ew e ku Heyet Tehrîr El-Şam û hikumeta ku ji aliyê `Heyet Tehrîr ve hatiye avakirina bêne tunekirin`, her wiha tê xwestin ku rêya bazirganiyê ya navdewletî bikeve bin destê artêşa rejîmê.”

Şerq El-Awsat: Êrîşeke asmanî ya nediyar li dijî baregeheke Îranê li rojhilatê Sûriyê

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Li gorî çavkaniyeke opozîsyona Sûriyê, bargeheke Îranê li herêma Bûkemal li bakurê rojhilatê Sûriyê nêzî sînorên Iraqê, rastî êrîşeke asmanî ya  nediyar hatiye, di ecamê de gelek ziyanên giyanî û madî çêbûne.”

Tê gumankirin ku Îsraîlê nîvê sala derbasbûyî de êrîşî baregehên Îranê yên li rojhilatê Sûriyê kiribûn, beriya çenda hefteyan jî li dijî depoyên çekan ên komên girêdayî Îranê li Iraqê jî êrîş pêk anîbûn, li gelek deverên Sûriyê jî baregehên Hizbullah û Îranê êrîş pêk anîbûn.

Li aliyekî din wezîrê parastinê yê Rûsyayê Sergey Soygu armancên sereke yê saziya leşkerî ya Rûsyayê li Sûriyê eşkere kirin, Şoygu got wezareta wî niha binesaziya baregeha Himêmîmê ya nêzî Laziqiyê û baregeha Tertûsê ya deryayî diparêze, her wiha diyar kir ku erka sereke ew e ku li van baregahan amadekariya çekan û cebilxaneyan hebe.”

El-Ereb: Siûdî dê hevdîtineke nerasterast di navbera aliyên Yemenê de pêşwazî bike

Der barê mijarê rojnameyê nivîsî: "Çavkaniyên siyasî ji El-Ereb re diyar kir ku dê di navbera Meclisa Demkî ya Başûr û hikumeta Yemenê de hevdîtineke nerasterast pêk bê, der barê mijarê de dê hikumeta Siûdiyê vê hevdîtinê pêk bîne, da ku bigihîjin hin xalên hevbeş ku bibe destpêka hevdîtinên rasterast.

Çavkaniyên siyasî ji El-Ereb re diyar kir ku dê di van hevdîtinan de lihevhatineke dawîn çênebe, lê dibe ku hin lihevhatinên giştî der barê kêmkirina arîşeya siyasî, leşkerî û ragihandinê de kêm bike.”

Şerq El-Awsat: Di kabîneya Hemdok de yekemîn jin bo Wezareta Karên Derve ya Sûdanê

Rojnameyê wiha nivîsand: "Hêzên veguherîn û azadiyê yên Sûdanê ku jê hatiye xwestin navên wezîrên hikumeta demkî eşkere bike, lîsteyeke navan pêşkêşî serokwezîr Hemdok kir, di listeyê de navên 19 wezîran, wezîrekî dewletê û serokê meclisa bilind heye. Tê payîn ku Hemdok navan di nava çend saetan de eşkere bike.

Di nava kabîneya hikumetê de navê jinekê heye ku dê bibe yekemîn wezîra kerên derve ya Sûdanê, ew jî dîplomata berê Esmaa Ebdela ye. Her wiha aborîzanekî kevn ê banka navdewletî bû wezîrê aborî. Di nava kabîneyê de navê 3 jinên din jî hene; Intîsar Sixêrûn ji bo wezareta perwerdeyê, Lîna Alşêx ji geşkirina civakî û Welaa Alboşî ji bo wezareta ciwan û sporê. Her wiha ragihênerê navdar Feysel Mihemed ji bo wezareta çand û ragihandinê hatine destnîşankirin.”

El-Ereb: Erdogan bi lez partiya xwe ji dijberan vala dike

Der barê rewşa li Tirkiyê de rojnameyê wiha nivîsî: "Komîteya navendî ya AKP`ê biryar da ku çar endamên partiyê bidin komîteya disîplînê, her wiha doza derxistina wan a ji nava partiyê kir, ji wan jî serokwezîrê berê Ahmet Davutogluye.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Li gorî çapemeniya Tirkiyê, Babacan ê ku berê wezîrê aborî, her wiha wezîrê karên derve bû, paşê sala 2015`an bûbû cîgirê serokwezîr, bi alîkariya serokê berê Abdulah Gul amadekariyên damezirandina partiyeke nû dike.”


Mijarên Din