Rojeva rojnameyên Erebî yên  hefteya borî

Di hefteya borî de rejîma Sûriyê careke din dest bi êrîşên xwe yên leşkerî li herêmên “bêçek” kir û rola Tirkiyê di wan herêman de kir hedef. Piştî Washington êrîşên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red kirin, Tirkiye neçar ma bi Washingtonê re girêdayî girtekên ewlehiyê li herêmê li hev bike. Ji aliyekî din ve nakokî di herêma Kendavê de di navbera Îran û rojava de mezin bû. Rûsya amadekariya pêvajoya hilweşîna Erdogan dike.

Rojnameyên erebî yên vê hefteyê behsa ji nûve destpêkirina êrîşên rejîma Sûriyê yên li bakur rojavayê Sûriyê, danûstandinên Emerîka û Tirkiyê tevî nakokiya li herêma Kendavê û rewşa hundirîn a Tirkiyê kirin.

Şerq El-Awsat: Baregeha Himêmîm hate bombebarankirin… Şamê jî agirbesta Idlibê şikand

Rojnameyê derbarê mijarê de wiha nivîsand: "Piştî, Şamê ragihand ku ew ê agirbestê rawestînin, hêzên Rejîmê bakur û rojavayê welêt bombebaran kir. Şamê komên çekdar tawanbar kirin ku êrîşî baregeha Himêmîmê ya hêzên Rûsyayê kirine.”

Fermandariya artêşa Sûriyê bi daxuyaniyekê "komên terorîst ên çekdar ên girêdayî Tirkiyê" tawanbar kirin ku "ew li gorî agirbestê tev negeriyane û gelek êrîş li dijî sivîlan kirine.”

Piştî daxuyaniya fermandariya artêşê, Şamê komên çekdar tawanbar kirin ku êrîşî baregeha Himêmîmê û rojavayê Laziqiyê kirine û di encama êrîşê de çend kes hatine kuştin. Lê diyar nekir ka kuştî leşker in an jî sivîl in.”

El-Beyan: Washington soz dide ku êrîşa Tirkiyê ya li dijî rojhilatê Firatê asteng bike

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Emerîkayê soz da ku nehêle Tirkiye êrîşî herêmên Hêzên Sûriya Demokratîk li rohilatê Firatê bike. Emerîkayê alîkariyeke mezin ji QSD`ê re bi rê kir, nêzî 200 maşîneyên mezin ên alîkariyên lojîstîk û erebeyên leşkerî bi rê kirin.

Wezîrê parastinê yê Emerîkeyê Mark Esper diyar kir ku Washington dê nehêle Tirkiye êrîşî rohilatê Firatê bike, Esper got êrîşeke wiha nayê pejirandin û wiha lê zêde kir: "Tu êrîşeke yekalî nayê pejirandin.”

Esper wiha dewam kir: "Tişta em ê bikin, em nahêlin derbasbûneke yekalî çêbe ku ev yek dibe bandorê li berjewendiyên hevbeş ên Tirkiye, Emerîka û QSD`ê bike.” Her wiha da zanîn ku Washington hewl dide bi Enqereyê re derbarê rojhilatê Firatê de bigihîje lihevkirinekê.”

El-Ereb: Derbarê avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê lihevhatineke "şêlo" di navbera Emerîka û Tirkiyê de

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Wezareta karên derve ya Tirkiyê roja Çarşemê ragihand ku Enqere û Waşington`ê derbarê avakirina herêma ewle de lihev kirine, bêyî ku kûrahiya herêmê diyar bike. Ji xwe ev mijar ya herî aloz e di navbera her du aliyan de.”

Şerq El-Awsat: Hevpeymana veguhastina desthilatdariyê li Sûdanê hate îmzekirin

Derbarê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand:  “Meclisa Leşkerî ya Sûdanê û lîderên tevgera gel (opozîsyon) duh reşnivîsa `Deklarasyona Destûrê” îmze kirin. Bi vî awayî her du aliyan li hev kir ku desthilatdariyê veguhêzin destê sivîlan.”

El-Ereb: Li paş lihevhatina Biabdayê arîşeyên borî û fişarên welatên Rojava hene

Derbarê rewşa Lubnanê de rojnameyê wiha nivîsî: “Aloziya Lubnanê ku ev meh û nîvek e dewam dike, dike bi dawî bibe. Derbarê mijarê de roja Înê li Koşka Komariyê civîneke pênçalî hate lidarxistin. Serok Mîşel Ewn, serokê hikûmetê Saad El-Herîrî, serokê parlemanê Nebîh Berî, serokê Partiya Pêşverû ya Sosyaslît Welîd Cinblat û serokê Partiya Demokrat Telal Arselan beşdarî civînê bûn.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Armanca vê civînê ew bû ku di navbera lîder Cinblat û  berevanê wî yê durzî Arselan de lehevhatinê bikin. Piştî ku arîşeya di navbera her duyan de bû sedema rawestîna hikumetê. Ev hevdîtin bû derfet ku rewş di navbera lîderê durzî û serokê Lubnanê de aram bibe. Têkiliyên her duyan jî aloz bûbûn, ji ber ku serok xwe dabû aliyê partiya demokrat.

Li gorî hin derdorên siyasî ev lihevhatin û aramî, di encama destwerdana Emerîka û Ewropa de pêk hat. Her wiha hin fişarên aborî jî, bi taybet ku dê ajansa Standard & Poor's di demeke nêzîk de rapora xwe ya derbarê Lubnanê de eşkere bike ku tê payîn pileya serweriyê ya welêt bê kêmkirin.”

El-Şerq El-Ewsat: Emerîka keştiyên Brîtanyayê diparêze..Îran îşart bi "Dayika şeran"

Derbarê rojeva Îranê de rojnameya Şerq El-Awsat nivîsî: "Washingtonê pejirand ku keştiyên petrolê yên Brîtanyayê li Kendavê biparêze, piştî ku Londonê jî ragihand ku ew jî dê tev li hevkariya navdewletî ya ji bo parastina deryavaniyê bibe.”

Rojnameyê wiha domand: “Tevî ku deteyên kar di navbera her du deryavaniyên Emerîka û Berîtanyayê nehatine diyarkirin lê erk bilindkirina asta koordîneyê di navbera artêşên dewletên cuda de û barkirina bazirganî li tengava Hirmuz û Kendavê armanc dike. Li gorî agahiyên rojnameyê piştî rêzepêşketinan ji bo avakirina hêzeke ewropayî û redkirina Firansayê tevlibûna DYE`yê, biryara Londonê hat.”

El-Ereb: Rûsya aloziyên Tirkiyê dişopîne û amadekariya sînaryoyên hiweşandina Erdogan dike

Rojnameya El-Ereb derbarê rojeva Tirkiyê de jî wiha nivîsand: “Ne tenê welatên Rojava rewşa veguherîna Tirkiyê ber bi Rûsyayê ve dişopînin, her wiha Rûsya jî êdî li sedemên reva Erdogan ber bi Rûsyayê ve dipirse. Xuya ye ku helwestên Erdogan di encama hêrsa wî ya ji Washingtonê de pêk hatiye, lê di bingehê de Erdogan ji pêşeroja xwe bitirse û ditirse ku di encama siyaseta “sifir dost” de derbeyeke leşkerî çêbe.”

Rojnameyê wiha dirêjî da nûçeya xwe: “Çapemeniya Rûsyayê lihevhatina Tirkiye û Emerîkayê dinirxîne, vê lihevhatinê bi geşedanên hundirîn ên li Enqereyê ve girê dide. Her wiha tirsa Erdogan ku derbeyeke leşkerî çêbe. Her wiha ji ber ku di hundirê partiya wî de gelek dijberî rû didin û dibe ku ew ji serokatiya partiyê bê dûrxistin.

Rojnamevanên Rûsyayê dibînin ku Tirkiyê ne amade ye ku bi Emerîkayê re bikeve beramberiyeke leşkerî li bakurê Sûriyê. Ev tişt ji girêdayê rewşa hundirîn a Tirkiyê ye ku ne li gorî daxwazên Erdogan bi pêş dikeve. Lewma ew hewl dide bi hinceta yekîtiyê û berjewendiyên Tirkiyê dijberên xwe bitirsîne.”

(şx/bm)


Mijarên Din