Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro di weşana xwe de behsa planên Tirkiyê û hebûna Îranê li Sûriyê, aloziya Cezayîrê, encamên hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê û hin mijarên din kir.

El-Ereb: Rayedareke Kurd; Tirkiyê plan dike ku senaryoya Efrînê li Bakurê Sûriyê dubare bike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Rayedareke Kurd di hevpeyvîneke bi El-Ereb re tawanbariyên li dijî Kurdên Sûriyê yên ku gef li ser ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê çêdikin, red kir û anî ziman ku ev hincet e ku hikumeta Tirkiyê ji bo derbasbûna bakur-rojhilatê welat bibe, bi kar tîne da ku senaryoya Efrînê dubare bike.

Hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso got “Tirkiyê vê yekê ji xwe re dike hincet, ji ber ku hebûna Kurdan napejirîne û biryara qirkirina Kurdan daye.” Rayedara Kurd der barê projeya Tirkiyê li Sûriyê de ev tişt got: “Projeya wê, dagirkerî ye û ev yek jî bi rêya dagirkirina Idlib, Ezaz, Bab, Efrîn û Cerablusê îspat bû.

Eyşe Hiso wiha pê de çû: “Gefên Tirkiyê heta niha dewam dikin û hewl dide derbasî herêmê bibe. Metirsiya projeya Tirkiyê ew e ku xwe dispêre aliyê olî û selefiyan, tundrew û hêzên tarî yên wekî DAIŞ, Cebhet El-Nusra û hemû komên cîhadî ku îro li Idlibê kom kirin, bi kar tîne.” Eyşe Hiso teqez kir ku ev hemû planên Erdogan e û siyaseta AKP`ê li ser Rojhilata Navîn û cîhanê xetereyek e.”

Şerq El-Ewset: Fransa alîkariyên mirovahî ji bo kampa Holê ya Sûriyê vediqetîne

Rojnameya Şerq El-Ewset got: “Wezîrê karên derve yê Fransayê roja duşemê ragihand ku Fransa dê milyonek euro ji alîkariyên mirovahiyê ji kampên koçberan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û bi taybet kampa Holê ku bi hezaran jin û zarokên biyanî yên girêdayî rêxistina DAIŞ`ê lê hene, veqetîne.”

Jean-Yves Ludrian di daxuyaniyê de wiha got: “Ji ber aloziya mirovî, me biryar da ku li kampên herêmê tevgera xwe xurt bikin û taybet kampa Holê ku heta niha 70 hezar kes di nava rewşeke dijwar de dijîn.”

Wezîrê karê derve yê Fransayê anî ziman ku dê welatê wî kon, madeyên esasî, xwarin û avê bi nirxê nîv milyon euro û taybet ji kampa Holê re pêşkêş bike. Her wiha dê bi nîv milyon euroyên din alîkariyê pêşkêşî her du navendên tenduristiyê yên ku Fransayê sala 2017`an li kampa Holê vekirin û her meh zêdetirî 2 hezar kesî pêşwaz dike, bike.

El-Quds El-Erebî: Komên ku piştgiriya xwe ji Rûsyayê werdigırin, destûrö nadin ku endamên îranî derbasî bejahiya Deraayê bibin

Her wiha rojnameya El-Quds E-Erebî jî behsa rewşa Sûriyê kir û li ser zimanê çavkaniyên herêmî li başûrê Sûriyê ragihand ku komên ku piştgiriya xwe ji artêşa Rûsyayê werdigirin, beriya niha bi çend rojan li hemberî qafîleya leşkerî ya Heris El-Sewrî ya Îranê û Hizbullah a Lubnanê ku hewl dan derbasî herêma sînorî  bibin û li wir bi cih bibin, sekînin.

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Serokê Cezayîrê Ebdulezîz Boteflîqa ragihand ku ew ê beriya 28`ê Nîsanê istîfa bike, ev yek jî bersivdayîna daxwaza serhildanên gel e ku ev 6 meh in dewam dikin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê Iraqê Berhem Salih teqez kir ku welatê wî dê nebe destpêk an jî cihê qayîdeya ku zirarê bigihîne cîranên xwe.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Yemeniyan Partiya El-Islah a girêdayî Îxwan El-Muslimîn tawanbar kir ku ajandayên xwe yên taybet pêk tînin.”

Tirkiye

Têkildarî encamên hilbijartinên Tirkiyê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsand: “Serokê Tirkiyê Erdogan duh li ser şoka ku encamên hilbijartinên herêmî diyar bûn û AKP`ê Stenbol winda kir, ji xewê şiyar bû.”

Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa encamên hilbijartinên Tirkiyê kir û got: “Hilbijartinên herêmî ku roja yekşemê pêk hatin, gelek name dan serokê Tirkiyê Erdogan. Encamên hilbijartinan li gorî daxwazên gel bûn û li dijî çarenûsa Tirkan ku bi şerê li derve re hatibû girêdan. Armanca van şeran jî avakirina şanaziya kesayetî ye.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Tirkan û bi taybet li bajarên ku giraniya xwe ya dîrokî heye, ji AKP`ê anku ji Erdogan re got ‘Êdî em te naxwazin û partiya te jî naxwazin’. Muxalefeta Tirkiyê jî ragihand ku encamên hilbijartinan têkçûna siyaseta qirêjî ya serokê Tirkiyê ye.

Yek ji siyasetmedarên navdar ê Partiya Kesk a Almanî Cem Ozdemir der barê encamên hilbijartinên Tirkiyê ev tişt got: “ Cara yekê ye ku textê hakimê El-Bosforê diheje. Serkeftina hilbijartinan ji bo muxalefetê li Enqereyê û Stenbolê dibe ku bibe destpêka dawiya serdema Erdogan.”

(kc)


Mijarên Din