Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa gurkirina şer li herêmên lihevkirina Pûtin-Erdogan, belavbûna madeya hişbirê li herêmên rejîmê û çeteyên Tirkiyê, şerê Terablûsê yê Lîbyayê, serhildanên Sûdanê, Tirkiyê û Iraqê kirin.

El-Heyat: Di topbarana rejîmê li ser bakur-rojavayî Sûriyê de, 13 sivîl hatin kuştin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat behsa gurkirina şer li herêmên bê çek kir û got: “Li gorî Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê roja yekşemê, di encama topbarana hêzên rejîma Sûriyê li ser herêmên parêzgeha Idlibê(bakur-rojavayî Sûriyê) de ku ev çend hefte rastî topbaranê tê, herî kêm 13 sivîl hatin kuştin.

Mûdirê Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdullrehman ji AFP`ê re ragihand ku 9 sivîl yek ji wan zarok di encama topbarana rejîmê de hatin kuştin, Ebdullrehman da zanîn ku ji wan 5 li gundê El-Nîreb, 3 li bajarê Seraqib û yek jî li gundê El-Xiwîn ên parêzha Idlibê, hatin kuştin. Her wiha Çavdêriyê Mafê Mirovan anî ziman ku li bajarê Misyaf ê girêdayî parêzgeha Hemayê ku di bin serweriya rejîma Sûriyê de ye  4 sivîl hatin kuştin.


Şeriq El-Ewset: Li Sûriyê di bin serpereştiya fermandariya komên mîlaşiyat de madeya hişbirê belav dibe

Rojnameya Şeriq El-Ewset behsa belavbûna madeya hişbirê li Sûriyê kir û got: “Piştî çend salan ji paşguhkirina rejîma Sûriyê ji  karê barizganên madeya hişbirê re  û nexasim li ser sînorê Sûriyê-Lubnanê ku di bin serweriya  rejîma Sûriyê de ye, diyardeya madeya hişbirê gelekî belav bûye û  di ecamê de sûc, dizîn, kuştin û hwd di nava ciwanan de zêde bûye. Di heman demê de, madeya hişbirê gihîştiye xwendekarên dibistanan. Seroka mûdiriyeta Madeya Hişbirê ya girêdayî Wezareta Tenduristî Macede El-Humsî ragihand ku li dibistanên bejahiya Şamê û hin zanîngehên Sûriyê hebên hişbirê têne belavkirin. Macede anî ziman ku cihê ku ev heb têre derbas dibin, hate keşifkirin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, du cihê sereke yên madeya hişbirê hene, yek bi rêya herêmên muxaleftê li Idlibê ku ji Tirkiyê derbas dibe, an jî bi rêya Lubnanê. Çavkanî dibêjin ku hin komên muxalif ên li Idlibê û fermandarên komên girêdayî rejîma Sûriyê û Huzbellah Lubnanê destekê didin barizganên hişbirê û li Sûriyê diçînin.”

El-Ereb:Lavrov: El-Rukban hinceta Washington da ku li Başûrê Sûriyê bimîne

Têkildarî rewşa kampa El-Rukban, rojnameya El-Ereb got: “Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Lavrov roja yekşemê bang kir ku kampa El-Rukban a li ser sînorê Urdun-Sûriyê were girtin.”Lavrov got hebûna kampê hinceteke ku hêzên Amerîkî li wê herêmê bimînin.

Sûdan

Derbarê rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: " Duh bi hezaran gelê Sûdanê li pêşiya navenda  fermandariya giştî ya artêşê û wezareta parastinê û navenda ku serok Omer El-Beşîr lê dimîne, kom bûn û kon li wir vegirtin û bi şev li wir man. Ev çalakî ji destpêka serhildanên li dijî serokê Sûdanê Umer El-Beşîr, mezintirîn çalakî ye.”

 Cezayîr

Her wiha têkildarî serhildanên Cezayîrê jî, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Tê payîn ku perlamenterên Cezayîrê sibê kom bibin, da ku rewşa piştî istîfakirina serok Ebdulezîz Botîfleqê zelal bikin û serokê Meclisa Neteweyî Ebdullqadir Bin Salih bikin serokê demkî yê welat.”

Lîbyayê

Têkildarî şerê li Lîbyayê, rojnameya El-Ereb wiha got: "Şerê vegerandina Terablûsê ji aliyê hêzên artêşa Lîbyayê ve derbasî merheleyeke ku hindik ma serkeftin were bidestxistin bûye.” Li gorî rojnameyê ev pêvajo wê projeya ixwanî ya Qeter û Tirkiyê li herêmê têk bibe.

Iraq

Derbarê rewşa Iraqê jî, rojnameya Şerq El-Ewset got: "Îranê dema ku serokwezîrê Iraqê Adil Ebdullmihdî serdana Tehranê kir, derbarê cezayên Amerîka û hebûna wê ya leşkerî, garantî ji Iraqê stand."

Li gorî daxuyaniya buroya serokwezîrê Iraqê, cîgirê serokê Îranê Isaac Jahang teqez kir ku Iraq ne di nava cezayên li ser Îranê de ye. Ebdullmihdî jî diyar kir ku ew ê ji bo Iraqê têxe cihekî guncaw di cîhana Erebî û Îslamî de, bixebite.”

Tirkiyê

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha got: "Serokê Tirkiyê Receb Erdogan piştî demeke kurt ji binketina AKP`ê li Enqere û Stenbolê di hilbijartinan de, soz da ku ew ê ji bo aboriya welat a binketî, jinûve vejîn bike."

(jo/kc)


Mijarên Din