Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa serdana nûnerê navneteweyî ya Sûriyê, êrîşên balafirên Rûsyayê yên li ser herêmên bêçek, şerê li Lîbyayê, avakirina hikumeta Filistînê û aloziya Sûdanê kir.

Şerq El-Ewset: Pedersen li Şamê ye; hemû mijar Ii ser maseyê ne

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset bal kişand ser serdana nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen û got: “Nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen duh careke din gera xwe ya ji bo xebatên siyasî di serdana xwe ya Şamê de dest pê kir. Di serdanê de, bi rayedarên Sûriyê re, danûstandinên hûrgilî kirin.

Pedersen ji roja ku erka xwe wergirtiye, ev cara sêyemîn e ku serdana paytexta Sûriyê dike. Pedersen ku roja Şemiyê gihîşt paytextê, duh bi wezîrê karê derve yê Sûriyê Welîd Muellim re rûnişt. Li gorî AFP`ê Pedersen li pêşiya yek ji otelên Şamê anku cihê ku ew lê dimîne, piştî hevdîtina bi Muellim re ji rojnamevanan re axivî û got: “Me danûstandinên hûrgilî û girîng kirin û piştî nîvro em ê nîqaşên xwe dewam bikin. Mirov dikare bibêje ku me bal kişand ser hemû mijaran, hemû mijar niha li ser masê ne.”

El-Quds El-Erebî: Hevgirtineke Îsraîl-Rûsyayê ji bo bêbandorkirina Îranê li Sûriyê

Rojnameya El-Quds El-Erebî behsa hevkariya di navbera Rûsya û Îsraîlê de ji bo topbarana li ser Sûriyê kir û got: “Berbanga roja yekşemê di encama êrîşên balafirên Îsraîlê li ser kargeheke moşekên ‘Zilzal 2’ ên Îranê li naverasta Sûriyê de, teqînên mezin çêbûn. Kesên ku destekê didin rejîma Sûriyê, ragihand ku êrîşa li ser baregehên Sûriyê li aliyê rojhilat ê bajarê Hemayê, diyar dike ku Rûsya di êrîşa li dijî Sûriyê de bi Îsraîlê re hevkar e.”

Şerq El-Ewset: Êrîşên hewayî li ser Idlibê û koçberî

Têkildarî rewşa herêmên bêçek a lihevkirina Rûsya-Tirkiyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Piştî bombebarana balafirên Rûsyayê li ser bajarokên başûr ên bejahiya Idlibê, şeva şemiyê 5 sivîl, ji wan 3 zarok, birîndar bûn û koçberiyê li herêmê dest pê kir.”

Lîbya

Der barê rewşa Lîbyayê de rojnameya El-Ereb wiha got: "Fermandarê artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter Vîto Rûsî li gorî berjewendiyên xwe bi kar anî da ku tu destwerdanên navneteweyî li Lîbyayê di bin navê projeya siyasî ya navneteweyî de çênebe. Her wiha di hin nûçeyan de hate bibîrxistin ku Hefter serdana Moskovê kiriye, lê fermandarê artêşa Lîbyayê Hefter li Qahîreyê derket û serokê Misrê Ebdulfettah El-Sîsî bi amadebûna serokê îstixbaratên Misirê Ebas Kemal û yek ji kesên payebilind ên berpirsên dosyaya Lîbyayê û herêmê pêşwaziya Hefter kir.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Heyat wiha got: "Hikumeta Filistînê ya nû careke din sûnda qanûnî li pêşiya serokê Filistînê Mehmûd Ebas li navenda serokatiyê li bajarê Ramellahê xwar, ji ber şaşiya qanûnî ya di metna sûndê de ku duh derketibû.”

Hikumeta heyî ji wezîrên ji Xezayê ne, lê tevgera Hemas ku serweriya aliyê Xezayê dike, got ew itîrafê bi vê hikumetê nake û wiha got: "Ev hikumeta cudaxwaz tu şeriyeta wê ya destûr û neteweyê tune ye, dê firsetekê çêke da ku Dufayê ji Xezayê qut bike, wek gaveke pêkanîna Lihevkirina Sedsalê." 

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Meclisa Leşkerî ya Demkî ya li Sûdanê duh bang li hêzên sivîl kir ku li ser kesayeta serbixwe erê bikin da ku serokatiya hikumeta sivîl bike. Ew yek jî piştî 3 rojan ji xistina serok Omer El-Beşîr û cigîrê wî Ewid Bin Ewf pêk hat.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Twîtên sefîrê Fransayê yê DYA’yê Gerard Aro der barê nehiştina Îranê ji çêkirina ûranyûmê piştî bidawîbûna îtifaqa nukleerî, hişt ku Tehran ji helwesta Parîsê der barê îtifaqê  de bitirse."

(jo/kc)


Mijarên Din