Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Serdana wezîrê karên derve yê Îranê bo Sûriye û Tirkiyê, her wiha geşedanên Sûdan, Cezayir, Lîbya, Iraq û Yemenê di rojeva rojnameyên erebî de bûn.

El-Ereb: Zarîf li Şamê û Enqereyê ye û dê li gorî pîvanên Moskovê tev bigere

Rojnameya El-Ereb der barê serdana wezîrê karê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf a ji bo Şamê û Enqereyê de nivîsî: "Daxuyaniyên wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zarîf yên der barê Sûriyê de ne mîna yên berê bûn, carê xwe didan nîşan ku ew li Sûriyê xwediyê roleke mezin in.

Zarîf piştî serdana xwe ya Şamê diyar kir ku welatê wî alîgirê pêvajoya Astanayê ye, anku ew li aliyê çareseriya siyasî ya Rûsyayê ye, ew jî tê wateya ku Îran di mijara çareseriya aloziya Sûriyê de li gorî pîvanên Rûsyayê tev digere.”

Şerq El-Ewset: Sûdan; di qadên ragihandin, artêş û dadê de gelek kes ji kar hatin dûrxistin

Di mijara Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewset nivîsî: "Meclisa Leşkerî ya demkî ya Sûdanê weke bersivdayina daxwazên gel,  hin biryar dan.

Li gorî Reutersê meclisê di biryarnameyê de serokê dadê ji kar dûr xist û şûna wî yekî nû erkdar kir, her wiha dozgerê giştî, cîgirê wî û rêveberê giştî yê desteya radiyo û televizyonê ji karên wan dûrxistin û kesên din li şûna wan erkdar kirin, her wiha fermandarê artêşê general Kemal Ebdilreûf ji erêkên wî hate dûrxistin û şûna wî general Haşim Ebdilmutelib hate erkdarkirin.”
El-Ereb: Daxwazên herêmeke federal li başûrê Iraqê dîsa berz bûn

Der barê mijarê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Li bajarê Besrayê yê başûrê Îraqê dîsa daxwazên çêkirina herêmeke federal mîna ya Kurdan berz bûn, ev daxwaz jî barê hikûmeta Ebdilmehdî giran dike.”

Cezayir

Rojnameya El-Beyan nivîsî: "Serokê Meclisa zagonsaz a Cezayirê Elteyib Bilezîz istifa kir, ew yek ji sê kesên ku çalakvanên Cezayirê doza istifaya wan dikin, yên din jî serokê demkî Ebdilqadir Bin Salih û serokê hikûmetê Nûredîn Bedewî ne, ku Cezayirî wan wek (sê Bayan) didin nasîn, ango sê kesên ku navên wan bi tîpa "Bayê" dest pê dike.”

Lîbya

Der barê geşedanên Lîbyayê de rojnameya El-Ereb nivîsî: "Qeter alîgiriya xwe ya bi serokên mîlîsên terorîst ên li paytexta Lîbyayê nîşan da, ew bi vê yekê xwe dide hember hewldanên şerê li dijî terorê û tevgera navdewletî ya şerê terorê asteng dike. Li gorî çavdêran piştgiriya Qeterê bo milîsan dê mijara piştgiriya Qeterê bo terorê careke din derxe pêş û bibe sedem ku hin dewletên Ereban têkiliyên xwe bi Qeterê re bibirin.”

Yemen

Der barê geşedanên li Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Koşka Spî diyar kir ku serok Donald Trump li dijî biryarnameya Kongreyê ya bidawîkirina beşdariya Amerîkayê di nava şerê Yemenê de, mafê vetoyê bi kar anî. 

Tirkiye

Rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Partiya Edalet û Geşkirinê (AKP) li Tirkiyê ji bo astengkirina pêkanîna encamên hilbijartinên şaredariya li Stenbolê pelkên xwe yên dawîn bi kar tîne. Partiyê ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan xwest ku encamên hilbijartinan betal bike.”

(k)


Mijarên Din