Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa gurkirina şer li herêmên bêçek ên li Sûriyê, aloziya Yemenê û ya Îsraîlê kir.

El-Heyat: Di encama topbarana rejîma Sûriyê li ser Idlibê de 7 sivîl hatin kuştin

Rojnameya El-Heyat behsa gurkirina şer li herêmên bêçek kir û got: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku roja pêncşemê di encama topbarana moşekên rejîma Sûriyê li ser parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê de ku ev çend hefte ye topbaran Ii wir zêde bûye, 7 sivîl hatin kuştin.”

Gerînendeyê Navenda Çavdêriyê Ramî Ebdulrehman ji AFP`ê re got: “Rejîma Sûriyê bi moşekan gundê Um Tiwêna û kampeke biçûk a koçberan li bejahiya başûrê rojhilatê Idlibê kir hedef û di encamê de 7 sivîl, ji wan jê 3 zarok, hatin kuştin û 30 kes jî birîndar bûn.” Li gorî Ebdulrehman dibe ku hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Şerq El-Ewset: Ji ber sistbûna hêzên rejîmê, li Siwêdayê rewşa ewlehiyê tevlihev e

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Belavbûna diyardeya çek û tevliheviya rewşa ewlehiyê, navnîşanên rojane yên jiyana parêzgeha Siwêdayê ya başûrê Sûriyê ne ku piraniya niştecihên wê duriz in. Hefteya derbasbûyî jî gihîşt asteke metirsîdar di demekêde ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê bi zanebûn ewlehî sist kiriye.”

Rojnameyê bi berdewamî wiha got: “Çavkaniyên ji xelkê Siwêdayê ragihand ku bi fermanên rejîmê bûyerên tevliheviyê li Siwêdayê çêdibin. Beriya niha bi çend mehan, careke din komên çete dest bi revandinê kir da ku şêniyên Siwêdayê bitirsînin û wan lawaz bikin. Ev yek jî wekî bersivdayîna helwesta şêniyan a redkirina ciwanên wan ku biçin leşkeriya neçar û derketina ji derveyî parêzgehê ji bo leşkeriyê. Çavkaniyan got piştî bûyerên Siwêdayê ya 2018`an ku rêxistina DAIŞ`ê êrîşî Siwêdayê kir û zêdetirî 300 kes ji xelkê kuştin, yekbûna gel û hêza wan a têkbirina DAIŞ`ê derxist holê.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Roja 13`ê Nîsanê 4 meh li ser rêkeftina Stockholmê ya di navbera hikumeta Yemenê ya ku dewletên navneteweyî itîrafê pê dikin û Hûsiyan de ku desteka xwe ji Îranê digirin, bi sponseriya Neteweyên Yekbûyî (NY) derbas bû. Lê heta niha gavên der barê pêkanîna rêkeftinê de, ji bilî agirbesta têkçûyî ya li bajarê El-Hudeyda yê rojavayê Yemenê, nehatin avêtin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Di hefteya sêyemîn a şerê dijwar li derdora paytexta Lîbyayê Terablûsê de, serokê hikumeta El-Wîfaq bi awayekî fermî ji Dadgeha Navneteweyî xwest ku dest bi lêpirsîna sûcên şer û binpêkirinên mafên mirovan bike ku aliyê hêzên fermandarê giştî yê Artêşa Wetenî Xelîfe Hefter pêk anîne.”

Îsraîl

Têkildarî rewşa Îsraîlê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Îsraîlê moşekeke nû ku dikare moşekên S-300 ên rûsî ku radestî rejîma Sûriyê kiribû têk bibe, keşf kir. Her wiha gefên xwe berfireh kirin û vê carê gef li hikumeta Lubnanê  xwarin ku ger şerek di pêşerojê de çêbe, ew ê berdêlê bide.”

(kc)


Mijarên Din