Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa girtiyên DAIŞ`ê yên li gel QSD`ê, koordîneya Rûsya-DYA’yê li Sûriyê, şerê Lîbyayê, rewşa Cezayîr û Sûdanê kir.

Şerq El-Ewset: 6 hezar endamên DAIŞ`ê li rojhilatê Firatê girtî ne

Têkildarî girtiyên çeteyên DAIŞ`ê yên li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) girtî ne, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî gelek dewletên rojavayî û di serî de Almanya, Brîtanya, Fransa û Denîmarkayê red kir ku welatiyên xwe yên di nava rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst de û Ii gel QSD`ê girtî wergirin, Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û dewletên koalîsyonê bi Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re nîqaş dikin da ku dadgeheke navneteweyî ya taybet ji bo darizandina van endamên ku li herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de li Rojhilatê Firatê girtî ne, ava bikin.

Serokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer got: “Dosyaya girtiyên biyanî tevî malbatên wan barekî mezin li ser rêveberiya kurdî çêdike ku gelek caran rêveberiyê ji welatên wan xwest ku girtiyên xwe bibin û li ser erdê xwe darizînin. Tevî bangên DYA’yê, lê piraniya dewletên Ewropî bi vegirtina welatiyên xwe dudilî ne. Lewre berpirsên DYA’yê yên payebilind ên girêdayî dosyaya Sûriyê, gelek hevdîtin û civîn bi nûnerên Rêveberiya Xweser re li dar xistin da ku zemîna avakirina dadgeheke navneteweyî deynin û zindanan ji bo wan ava bikin.”

Umer da zanîn ku 6 hezar endam girtî ne, ji wan hezar endam ji 50 dewletên rojavayî û Ewropî ne û yên din jî Sûriye û Iraqê ne.

Şerq El-Ewset: Danûstandinên Rûsya-DYA’yê der barê Sûriyê de bi encam bûn

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa koordîneya Rûsya û DYA’yê ya der barê Sûriyê de kir û got: “Dîplomatên rûs hin detayên danûstandinên veşartî ku şêwirmenda serokê DYA’yê Fiona Hill li Moskovê di du rojên derbasbûyî de kiribû, eşkere kir. Di danûstandinan de, behsa rewşa li Sûriyê û Venezuelauê hate kirin û wekî “danûstandinên biencam” bi nav kirin.

Ajansa Novosti ya fermî ya rûsî li ser zimanê çavkaniyên dîplomatîk ku beşdarî hevdîtinan bûne, ragihand ku Fiona Hill danûstandin bi Meclisa Neteweyî ya Rûsyayê û Wezareta Karên Derve re çêkir.

Li gorî çavkaniyê, Fiona Hill danûstandinên veşartî bi cîgirê wezîrê karên derve Sergey Riabkov re kirine û da zanîn ku rewşa li Sûriyê di danûstandinan de hate nîqaşkirin û ev xal jî yek ji mijarên girîng û bi encam di navbera Moskov û Washingtonê de pêk hat.

Çavkanî got di nîqaşan de behsa niyeta Washingtonê ya vekişandina ji herêmên Sûriyê, rewşa li Rojhilatê Firatê û kampa Rukban a li ser sînorê bi Urdunê re hate kirin.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: “Roja înê, serokê DYA’yê Trump bi telefonê bi fermandarê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter re axivî. Di daxuyaniya Koşka Spî de ev tişt hate gotin: “Trump rola Hefter a cewherî di têkoşîna li dijî terorê de û parastina petrola Lîbyayê de anî ziman. Her du aliyan nêrîneke hevbeş a veguhestina Lîbyayê ber bi sîstemeke siyasî ya demokratîk a biîstiqrar ve  anî ziman.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê jî rojnameya El-Heyat got: “Di îna 9`emîn de gelê Cezayîrê bi hejmareke mezin li paytextê daketin qadan. Gel xebatên veguhastinê yên piştî îstifakirina serok Ebdulezîz Boteflîqa red kir.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya  El-Ereb got: “Serokê Tirkiyê Erdogan careke din vegeriya lîstoka derxistina aloziyan, ev yek jî bi rêya jinûvezindîkirina doza rojnamevanê siûdî Cemal Xaşiqcî û girêdana wê bi dewleta Îmaratê ve, dixwaze pêk bîne. Erdogan bi vê yekê hêvî dike ku têkçûna partiya xwe di hibijartinên şaredariyê de û aloziya aborî ji rojeva Tirkan bibe.”

Sûdan

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî têkildarî rewşa Sûdanê got: “Kombûna Pîşeyên Sûdanî, roja înê ragihand ku ew ê di çalakiya roja yekşemê de, lîsteya namzetan ku piraniya xwe teknokrat in ji bo avakirina rêveberiyeke sivîl a demkî ji bo rêvebirina karûbarên welat, pêşkêş bikin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Îro li Bexdayê li ser banga serokê parlemana Iraqê Mihemed El-Helbûsî, kongreya serokên parlemenên 6 dewletên cîranên Iraqê (Siûdî, Kiwêt, Îran, Tirkiyê, Sûriyê, Urdun) di bin dirûşma “Iraq, istîqrar û geşkirin” tê lidarxistin.”

(kc)


Mijarên Din