Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa civîna Astana, aloziya Sûdanê û rewşa aborî ya Tirkiyê kir.

El-Ereb: Hewldanên bêhêvî ji bo vejandina Astanayê, di demekê de ku xebatên siyasî li Sûriyê hatine cemidandin

Têkildarî civîna Astanayê, rojnameya El-Ereb got: “Roja înê civîna 12`emîn a danûstandinên Astanayê di nava bêhêviyekê de ku dewletên garantor (Rûsya, Tirkiyê û Îran) der barê rewşa Idibê û komîteya destûrî de bigihîjin encamekê, bi dawî dibe.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Dan û standin bi civîna şandeya Rûsyayê û Îranê yên bi serokatiya nûnerê serokê Rûsyayê ji bo Sûriyê Alexander Lafronev û serokê şandeya Îranê Elî Esker Hacî dest pê kir.

Dan û standinên roja yekemîn li ser rewşa Idlibê ku di bin serweriya Heyat Tehrîr El-Şam de ye. Çavdêr dibînin ku armanca vê dan û standinê mayîndekirina xeta Astanayê ye.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Quds El-Erebî ev tişt nivîsandin: “Roja pêncşemê, hejmareke mezin ji çalakgeran li pêşiya Wezareta Parastinê ya Sûdanê kom bûn û daxwaza rêveberiyeke sivîl kir û ji Meclisa Leşkerî ya Demkî jî xwest ku dev ji desthilatê berde. Meclisa Leşkerî ya Demkî jî ragihand ku ew ê di desthilatê de bimîne, lê wê sivîl hikumetê bi rê ve bibin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Duh opozîsyona siyasî ya Cezayîrê banga fermandarê artêşê Ferîq Qayîd Salih ya der barê dan û standinan de ji bo derketina ji aloziya ku welatê tê re derbas dibe, bi kêfxweşî pêşwazî kir.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Ji ber çalakiyên milîsên girêdayî Partiya Islah şaxê koma Îxwan El-Muslimîn li Yemenê ku navê “Heşd El-Şebî” radike, careke din alozî vegeriya bajarê Tezê yê navenda parêzgeha Yemenê. Çavkaniyan da zanîn ku ev kom ji aliyê Qeterê ve tê destekkirin û herî dawî çek û şervan jê re hatine şandin.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa aboriya Tirkiyê, rojnameya El-Ereb got: “Rapora ku di demên dawîn de der barê veguhastinên dewlemendiya cîhanî de hatiye weşandin, tê de behsa reva bi komî ya dewlemendan ji Tirkiyê hate kirin. Li gorî raporê tenê di sala par de zêdetirî 4 hezar milyoner ji Tirkiyê derketine.”

Srî Lanka

Têkildarî teqînên li Srî Lankayê, rojnameya El-Quds El-Erebî jî wiha nivîsand: “Rojnameya Miror a Brîtanyayê û malpera First Post a Hindistanê ku agahiyên xwe spartin îstixbaratên hindî, Fatime Îbrahîm hevjîna milyonerê Srî Lankayê (Inşaf Îbrahîm) ku tev li rêxistina “Dewle” bûye û dema  teqînên li Srî Lankayê bi birayê xwe Îlham re bû, dema polîsan bi ser mala wê de girt, rextê xwe yê bombebarkirî teqand. Di encamê de 3 polîs û Fatime Îbrahîm tevî zarokên xwe û zaroka xwe ya hîn nehatibû dinyayê, hatin kuştin.”

(kc)


Mijarên Din