Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî îro behsa geşedanên li Sûriyê û bombebarên li herêmên bêçek, her wiha weşandina wêneyekî El-Bexdadî û geşedanên li Sûdan û Tirkiyê û gelek mijarên din kir.

Şerq El-Ewset: Sûriyê herêmên derdora xaleke Tirkiyê ya li Idlibê bombebaran kir

Rojnameya Şerq El-Ewset îro di manşeteke xwe de wiha nivîsî: "Balafirên Sûriye û Rûsyayê êrîşî hin herêmên gundewarên Idlibê yên li bakurê rojavayê welêt kir. Li gundewarên Hemayê jî koçberên ku xwest xwe bigihînin xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin bombebarankirin, komên çekdar li çeperên hêzên rejîmê da.”

Rojnameyê wiha dewam kir: "Hêzn rejîmê bi topan derdora kampên koçberan û derdora gundê Şêrmixar ku xaleke çavdêriyê ya Tirkiyê li wir e, bombebaran kir. Di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe jidest da û hin birîndar bûn. Çavkaniyan diyar kir ku piştî êrîşa duh, welatiyan hewl da xwe bispêrin xala çavdêriyê ya Tirkiyê, lê leşkerên Tirkiyê gule bi asman ve berdan û nehiştin welatî derbasî cihê wan bibin.”

El-Heyat: Lîderê DAIŞ`ê piştî 5 salan xuya kir û gefa şerekî giran da

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsand: "Serokê rêxistina DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî ragihand ku çekdarên wî şerekî tunekirinê bi rê ve dibin û got ew ê tola kuştî û dîlên rêxistinê hilîne.

DAIŞ`ê roja duşemê dîmeneke El-Bexdadî bi rêya Telegramê weşand. Ev cara pêşî bû ku piştî Tîrmeha 2014`an El-Bexdadî xuya dike.”

El-Quds El-Erebî: Danezana "Hêzên Azadî û Veguherînê" ya Sûdanê; em ê li dijî zilma meclisa leşkerî xwepêşandanan bidomînin

El-Quds El-Erebî der barê geşedanên li Sûdanê de wiha got: "Meclisa leşkerî ya demkî li Sûdanê duh (duşem) ragihand ku wan der barê nûnertiya meclisa serwer de, bi "Hêzên Azadî û Guherînê" re li hev nekiriye.

Di civîneke çapemeniyê de berdevkê meclisê Şemsedîn Kibaşî teqez kir ku komîteya pispor a meclisê pêşniyarek pêşkêş kiriye ku meclisa serwer ji 10 kesan pêk bê, 7 leşker û 3 sivîl. Her wiha diyar kir ku Hêzên Danezana Azadî û Veguherînê jî pêşniyar kiriye ku meclis ji 15 kesan pêk bê, 8 sivîl û 7 leşker. Kibaşî diyar kir ku "Aliyan li hev kir ku pêşniyara aliyên din lêkolîn bike û der barê mijarê de raporê amade bike.”

El-Ereb: Kurdan Amnesty International bi durûtiyê tawanbar kir
Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: "Rêxistina Amnesty International (Rêxistina Efûyê) bang li polîsên Brîtanyayê kir da ku çalakvanên Kurd ji navenda xwe ya li Londonê derxin, Kurdan li dijî bêdendiya li hember kiryarên Tirkiyê  yên li navenda rêxistina Amnesty International  çalakî li dar xistibû. Hêzên ewlehiyê nehişt çalakvanên Kurd cihên avrêjiyê bi kar bînin, her wiha nehiştin ku derî û pencereyan jî vekin.

Roja çalakiyê ya sêyemîn bû li navenda rêxistina Amnesty International ya Londonê, lê rayedarên navendê ji polîsan xwest ku çalakvanan ji navendê derxin.

Çalakvanan bi daxuyaniyekê diyar kir ku Amnesty International daxwazên bi milyonan Kurdan paşguh dike, mafên mirovan naparêze û di mijara kiryarên li dijî Ocalan de li gorî zagonên navdewletî tev nagere.

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh li aliyê başûrê paytexta Lîbyayê  Terablûsê şerê kolanan di navbera artêşa Lîbyayê  bi serkêşiya Xelîfe Hefter û hêzên Wîfaq a Wetenî bi serkêşiya Fayiz Sîrac de derket."

Filistîn

Der barê doza filistîneyekî de ku Tirkiyê îdia kir ku wî xwe kuştiye, rojnameya El-Heyat wiha got: "Malbata filîstinî Zekî Mibarek Hesen bi îdiaya Tirkiyê ku wî xwe di zindanê de kuştiye, guman e. Malbatê daxwaza lêkolîna navneteweyî kir, hêjayî gotinê ye ku Enqere bi îdiaya ku ajantî ji dewleta Îmarata Erebî re dikir, Zekî Mibarek girtibû."

Îran

Têkildarî rewşa Îranê rojnamaya El-Ereb wiha got: "Îran rastî 2 vebijêrkan tê, yan dê qebûl bike da ku tev li dan û standinên li gorî şertên DYA’yê bibe yan jî dê gavên din biavêje, ew jî girtina Tengava Hurmiz e, ew gav jî eger pêk bîne, wekî xwe kuştinê ye.”

Cezayîr

Der barê rewşa Cezayîrê de rojnameya Şerq El-Ewset got: "Çavkaniyan eşkere kir ku malbata serokê Cezayîrê yê berê Ebdulezîz Boteflîqa, ji navenda serokatî ya li rojavayê paytextê derketiye, ew yek jî li ser fermana ji hikumeta leşkerî ku di 2`yê Nîsanê de piştî ketina Boteflîqa hatiye aktîfkirin, pêk hat."

(kn-jo)


Mijarên Din