Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Geşedanên li Sûriyê û bi taybet liv û tevgera li “herêmên bêçek”, rewşa li Sûdanê û gelek mijarên din, di rojeva rojnameyên erebî yên îro de bûn.

Şerq El-Ewset: Moskov fişarên li dijî Enqereyê zêde dike û bi Neteweyên Yekbûyî re jî rikberiyê dike

Rojnameya Şerq El-Ewset  der barê nakokiyên Rûsya û Tirkiyê yên têkildarî herêmên bêçek de wiha nivîsî: "Helwestên Rûsyayê yên dawiyê, bi taybet piştî civîna Astanayê, nakokiyên di navbera wê û Enqereyê de eşkere dike. Nakokî der barê mijara Idlibê de ye ku Rûsya fişaran li Tirkiyê dike da ku rewşeke nû li herêmê çêke, tevgera leşkerî zêde bike û rewşa bajêr çareser bike.”

Rojnameyê wiha pê de çû: "Tevî ku Moskovê xwest nakokî kûr nebe jî, lê daxuyaniyên rayedarên Rûsyayê yên piştî civînê, nîşan didin ku dengê Rûsyayê her ku diçe li dijî Tirkiyê bilind dibe, di heman demê de liva leşkerî li herêmê zêde bûye û balafirên rejîmê û yên Rûsyayê derdora Idlibê bombebaran dikin.”

El-Quds El-Erebî: Sûriye; Rûsya tevgera leşkerî zêde dike û fişaran li opozîsyon û Tirkiyê dike

Di heman mijarê de El-Quds El-Ereb nivîsî: "Rûsya û Sûriyê fişarên li ser Tirkiyê û opozîsyona li bakurê Sûriyê zêde kirin, di bombebarana li dijî herêmên bêçek de 2 sivîl hatin kuştin 3 jî birîndar  bûn.

Çavkaniyên herêmî  diyar kir ku ew kes di bombebarana li dijî gundê Abdîn ê başûrê Idlibê û gundê El-Ernebe yê bakurê Hemayê de hatin kuştin û birîndar bûn. Çavkaniyan got gelek gundên herêmên bêçek ên li bakurê Hemayê û başûrê Idlibê hatin bombebarankirin.”

Sûdan

Şerq El-Ewset der barê mijara Sûdanê de nivîsî: "Meclisa Leşkerî ya Sûdanê duh gef li hêzên "Danezana Azadî û Veguherînê" xwarin û got ew tevliheviyê dike. Hêzên Danezanê jî artêş tawanbar kir û ji bo sibê banga meşeke bi milyonan kir.

Cîgirê serokê Meclisa Leşkerî Mihemed Diqlo di civîneke çapemeniyê de got hevdîtinên berê baş bi pêş de diçûn, lê Hêzên Danezana Azadî û Veguherînê ji nişka ve hin pêşniyar û nêrînên nû pêşkêş kirin.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Heyat wiha got: "Serokê Îranê Hesen Rûhanî welatiyên xwe teşwîq kir ku hilberînê zêde bikin û soz da ku wê DYA çok deyne. Her wiha behsa 6 rêyên derxistina petrolê kir û got DYA bi wan nizane."

DYA

Der barê mijara xistina Îxwan El-Mislimîn di lîsteya rêxistinên terorê de, rojnameya El-Ereb wiha got: "Rêveberiya serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump dixebite da ku koma Îxwan El-Mislimîn wek rêxistineke terorê diyar bike. Çavdêr jî dibînin ku ev gav encama daxwaza hêzên herêmî û navneteweyî ji tunekirina hêzên radîkal e.”

Venzuela

Têkildarî rewşa Venzuelayê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Şevê din aloziya Venzuelayê derbasî pêvajoyeke nû bû, di heman demê de di navbera leşkerên opozîyona Juan Guaido û leşkerên serokê Nicholas Maduro de li derveyî baregeha leşkerî li paytexta Caracas rû da."

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Wezîrê dewletê yê berê yê Tirkiyê yê bazirganiyê Kurşat Tuzmen got hikumetên ku hatin ser desthilatê di demên dawîn de navûdengiya dîplomatîk  a Tirkiyê ku ev çend sal e lê dike, li erdê xistin. Her wiha hikumeta serokatiya rêveber a nû têkiliyên welêt ên derve û bazirganî û aboriyê xistiye destên neewle."

(kn/jo)


Mijarên Din