Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Sûriyê, aloziya di navbera Îran û Amerîka de, Yemen, Cezayîr, Sûdan û hin mijarên din kirin.

El-Heyat:  NY`yê derbarê rewşa bi hezaran li kampa El-Rukban  bi fikar e

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat behsa rewşa li kampa El-Rukban kir û got: “Li kampa El-Rukban ku zêdetirî 30 hezar kes têde ne pêdiviya mirovahî û xerabûnê rewşê zêdetir dibe û NY`yê jî derbarê tenduristî û selameta van kesan bi fikar e.

Beriya niha bi sê mehan, qafîleyeke alîkariya mirovahî gihîşt El-Rukban, lê tenê made têre mehekê dikir.

NY`yê ji bo gihandina qafîleke din a mirovahî li herêmê di bangên xwe de dewam e.

Şeriq El-Ewset: Nîşaneyên aloziyê di navbera Enqera û Şamê li Idlibê de

Derbarê gurbûna şer li herêma kêmkirina şer li Idlibê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Duh nîşaneyên aloziyê di navbera Enqera û Şamê de li Idlibê bi xwestina Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Hulusi Akar ji rejîma Sûriyê bi vegera li xetên beriya êrîşa dawî li ser bakur Hema û rojavayî Idlibê, derketin.

Akar got divê ev hêz êrîşên xwe li bakur rojavayî Sûriyê rawestînin û vegerin herêmên ku di hevpeymana Sochi di navbera Rûsya û Tirkiyê de di 17`ê Îlona derasbûyî de, hatin binavkirin.

Meclisa Ewlehî ya Navneteweyî duh civîneke girtî derbarê rewşa li Sûriyê de lidar xist. Baylozê Belcîka yê li NY`yê Marik Bakistîn beriya civînê ji rojnamevanan re got: “Em ê raporek derbarê rewşa mirovahî li Sûriyê werbigirin û piştre em ê garantiyan derbarê hevpeymana rawestandina şer(Ji Rûsya, Îran û Tirkiyê) bixwazin ku bi karê xwe rabin.”

El-Qudis El-Erebî: Hişyarbûnên navneteweyî ji rûdana karîsteke mirovahî li bakur rojavayê Sûriyê

Rojnameya El-Qudis  El-Erebî jî behsa rewşa li Sûriyê kir û got: “Ji ber gurbûna şer a hemleya leşkerî ku hêzên rejîma Esed û Rûsya li bejahiyên Idlib û Hemayê pê radibin ku di encamê de bi sedan kes hatin kuştin û birîndarkirin û tevgera koçberkirinê gihîşt ¼ milyon, rastî redikirina navneteweyî tê.

Bernameya Xwarina Navneteweyî ya girêdayî NY`yê, belavbûna alîkariya xwarinê ya mehan ji bo 50 hezar ji xelkê li Sûriyê li herêma kêmkirina şer li Idliba bakurê Sûriyê, ji ber tunebûna ewlehiyê rawestandin. Ji aliyekî din ve jî, Parîs ji “Helebeke nû” li Idlibê li ser destê rejîm û Rûsya ditirise.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “ Dozgeriya Giştî ya Sûdanê de deweya ku komek ji parêzger  li dij  serokê têkçûyî Umer El-Beşîr û rêveberên rêxistina Ixwan ên bi navê Cebheya Neteweyî ya Islamî rakirin, qebûl kirin.”

Yemen

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li Yemenê kir û got: “Li gorî çavkaniyên siyasî Nûnerê Navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths di serdana xwe ya dawî li Riyadê û hevdîtina rêveberên Koalîsyona Erebî û hikumeta Yemenê de, îşaretên xurt derbarê êdî sebra wan li hember Hûsiyan ku hevpeymana El-Hudeydayê pêk nayînin, nema ye girtin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Li ser girtina serokê Partiya Karkerên Cezayîrê Louisa Hanoune bi tewanbariya “Li ser dewlet û artêşê komplo kiriye” ku dadgeha leşkerî ew tewanbar kiriye, li Cezayîrê erdhejek çêkir û di meşên ku duh li tevahiya Cezayîrê rû dan de, bû rojev.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya El-Ereb got: “ Geştiya balafirên Amarîka USS. Abraham Lincoln û koma xwe ya ku keştiyên  destwerdanê û wesayîtên şer û gelek balafir radike, berê bi Kendava Erebî ve  diçe. Ev yek jî wekî hişyariyeke zelal ji Washinton ji bo Tehranê ku berisvdayîna leşkerî ya Amerîka li dijî gefên Îranê amade ye.”

(kc)


Mijarên Din