Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa nîqaşên DYA û Rûsyayê yên têkildarî rewşa Sûriyê, Sûdan û hin mijarên din kir.

Şerq El-Ewsat: Îran û “herêma ewle” li ser maseya Lavron û Pompeo ne

Rojnameya Şerq El-Ewsat behsa tevgera navneteweyî ya têkildarî rewşa Sûriyê kir û got: “Moskov xwe amade kir ku gelek dosyayan, di nav de rewşa Sûriyê, bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) re bi rêya dan û standinên giştî ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov bi hempîşeyê xwe yê DYA’yê Mike Pompeo re li Rûsyayê dike.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Moskov girîngeyekê  dide serdana Pompeo a li Rûsyayê. Tê payîn ku dosyaya Sûriyê, wekî hebûna Îranê li Sûriyê were nîqaşkirin. Aliyên Rûsyayê dibêjin ku helwesta Moskovê girîngiyê didin derketina hêzên biyanî ji Sûriyê piştî çareseriya siyasî, lê Washington jî dibîne ku Îran beşek ji pirsgirêkê ye, ne ji çareseriyê ye.”

Her wiha rojnameyê got: “Nîqaşên herî dijwar di navbera her du wezîran de, dê der barê hebûna DYA’yê li Sûriyê û nexasim li herêma Tenef be. Her wiha dê der barê niyeta Washintonê ya destekdayîna avakirina herêma ewle li Bakurê Sûriyê be. Moskov jî dibîne ku ev gav  Sûriyê parçe dike û aloziyê zêdetir dike û destpêkirina çareseriyê bi awayekî cidî asteng dike.”

El-Weten: El-Nusra di vekirina eniyên Helebê de têk çû… artêşê hewldanên derbasbûnê asteng kirin û pêşveçûna xwe ber bi bejahiya bakurê Hemayê ve didomîne

Rojnameya El-Weten jî behsa şerê li eniyên Helebê kir û got: “Komên terorîst bi hemû hêza xwe hewl da planên leşkerî yên artêşê li aliyê bakur biguherînin, lê hewldana wan têk çû. Artêş bi pêş ve çû û serkeftinên din bi dest xistin û li gundên nû li bejahiya bakurê rojavayê Hemayê bi dest xistin. Her wiha hemû hewldanên El-Nusra û hevkarên wê yên dûrxistina artêşê ji armanca şerê wê yê sereke, têk çûn.”

Şerq El-Ewsat: Li bakurê rojavayê Sûriyê, di navbera rejîm û komên çekdar de şer giran e

Şerq El-Ewsat vê carê behsa şerê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên Tirkiyê de kir û got: “Şerên giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê û komên çekdar, di serî de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) li bakurê rojavayê Sûriyê de, rû dan. Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di encama şer de, di 24 saetên dawî de 35 endam ji her du aliyan hatin kuştin. Heyet Tehrîr El-Şam bi komên din re parêzgeha Idlibê û bejahiya rojava ya Helebê û bejahiya bakurê Hemayê û bejahiya bakurê rojhilatê Laziqiyê kontrol dike.”

Rojnameya El-Reî: Rayedarên DYA’yê; planên DYA’yê yên şandina 120 hezar leşker li Rojhilata Navîn eger Tehran êrîşî hêzên DYA’yê bike

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Reî li ser zimanê rayedarên DYA’yê got: “Planên Amerîkayê yên rêkirina 120 hezar leşker li Rojhilata Navîn re hene, eger Tehran êrîşî hêzên Amerîkayê bike.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset got: “Çend saet di ser dan û standinên di navbera aliyên aloziya Sûdanê de derbas nebûn, şer li qada çalakiyan ya li pêşiya Wezareta Parastinê ya li Xertûmê rû da. “

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Ereb got: “Wezîrê karên derve û Hevkariya Navneteweyî yê Hikumeta Lîbyayê ya demkî de bi serokatiya Abdullah Sunî, Ebd El-Hadî Hiwêc, bang kir ku divê civaka navneteweyî destwerdanê bike da ku desteka Tirkiyê û Qeterê ji bo komên çekdar û rêxistinên îslama siyasî li paytexta Terablûsê, Misrata û bajarên din ên Lîbyayê rawestînin.

(kc)


Mijarên Din