Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Idlibê,  dan û standinên Rûsya-DYA’yê, rewşa Sûdanê û aloziya di navbera DYA û Îranê de kir.

El-Ereb: Operasyona leşkerî ya li Idlibê, serdestiya Tirkiyê ya li Sûriyê têk bir

Rojnameya El-Ereb behsa rewşa li Idlibê kir û got: “Tirkiyê di saetên dawîn de, peywendî li gel Rûsyayê zêde kirin, bi vê yekê jî diyar dibe ku Tirkiye hewl dide agirbestê li Idlibê û derdora wê pêk bîne. Ev yek jî di demekê de ku hêzên hikumeta Sûriyê bi destekdayîna balafirên Rûsyayê, ji bo derbaskirina xetên parastinê yên komên cîhadî, pêşketinên girîng bi dest xistin, pêk hat.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Pisporên leşkerî dibêjin ku hêzên hikumetê hema hema rêbaza ku berê li Xûta Şerqiyê û beriya wê li bajarê Helebê bi kar anî, dîsa bi kar tîne. Her wiha pispor dibêjin ku operasyon tenê nameyeke zextê ya Rûsya li dijî Tirkiyê ye û diyar dikin ku armanc tenê bidestxistina parêzgeha Idlibê û hawîrdora wê ji rêxistinên muxalîf û cîhadî ye.”

Şerq El-Ewset: DYA û Rûsyayê teqezî li ser çareseriyên lezgîn ji bo Sûriyê kir

Rojnameya Şerq El-Ewset jî behsa dan û standinên di navbera Rûsya û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) de kir û got: “Di encama dan û standinên di navbera wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo û hempîşeyê wî yê rûsî Sergey Lavrov duh li Soçiyê de, der barê zêdebûna peywendiyên dualî der barê rewşa Sûriyê de da ku bigihîjin çareseriyên lezgîn û kêmkirina asta şer li Idlibê, li hev kir. Tevî hebûna dosyayên nakok di navbera her du aliyan de, lê Lavrov got her du aliyan li ser yekbûna helwestê di gelek noqteyan de li hev kir, ji wan pêwîstiya tunekirina terorê li Sûriyê û destpêkirina xebateke giştî li gorî biryara navneteweyî ya bi hejmara 2254’an, ji ber ku yekbûna axa Sûriyê û rêzdayîna wê diparêze. Pompeo jî got: “Em Ii ser kêmkirina azarên gelê Sûriyê axivîn. Her wiha me behsa kêmkirina şer li Idlibê jî kir.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “Di demekê de ku wexteke dirêj di ser hedefgirtina keştiyan li hemberî beravên Îmaratê re derbas nebû, derket holê ku ev bûyer beşek ji stratejiya Îranê ya berfireh e ku wekîlên xwe ji bo hedefgirtina xetên petrolê wekî beşek ji gefên xwe ji bo bersivdayîna cezayên DYA’yê bi kar tîne. Ev yek jî piştî êrîşa Hûsiyan ya bi firokeyên bêpîlot li ser stasyonên xetên sereke yên derxistina petrolê li Siûdiyê, pêk hat.

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Xebatên Koalîsyona Hêzên Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî ya Sûdanê ji bo avakirina meclisa ewlehiyê, dewam dikin.”

DYA-Îran

Têkildarî nakokiyên di navbera DYA û Îranê de, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Murşîdê Îranî Elî Xamaneyî teqez kir ku wê şer bi DYA`yê re tune be û da zanîn ku Tehran der barê hevpeymana nukleerî bi Washingtonê re nakeve nava dan û standinan.”

(kc)


Mijarên Din