Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa êrîşên hêzên rejîmê ku desteka xwe ji Rûsya digire, nakokiyên di navbera Amerkîk û Îranê de, rewşa Sûdan, serdana serokwezîrê Iraqê ji Tirkiyê re, kir.

Şeriq El-Ewset: Hêzên rejîma Sûriyê li bejahiya bakur rojavayê Hemayê pêşde diçe

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset der barê rewşa Sûriyê de wiha nivisî: "Hêzên rejîma Sûriyê diyar kir ku ew li bejahiya bakur rojavayê Hemayê pêşde diçin. Piştî şerê dijwar bi çekdarên opozisyonê re û bi taybet Heyet Tehrîr Şam bajarokê Hiwîz xist bin serweriya xwe de.”

Rojnameyê di nivîsa xwe de got li gorî çavkankiyên çapemeniya opozisyonê li Helebê jî 15 sivîl di encama bombebarana hêzên rejîmê û çekdarên opozisyonê de ji şeva Sêşemê de, hatin kuştin. Her wiha 9 sivîl di encama bombebarana hêzên rejîmê li ser herêmên parêzgeha Idlib û bakurê parêzgeha Hemayê hatin kuştin ji wan 7 kes li bajarê Cisir Şixûr ê Idlibê hatin kuştin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Xebatên serdana serokwezîrê Iraqê Adil Ebd El-Mehdî li Tirkiyê ku roja Çareşmê destpê kir, di nava xwe de bendekî sereke dihewîne ew jî, hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê, li bernamberî avê ye.”

Her wiha rojnameya Şerq El-Ewset jî derbarê rewşa Iraqê got: "DYA`ê teqez kir ku gefên dijî berjewendiyên wê li Iraqê hene, vê yekê jî hişt hejmara karmendên wê di balyozxaneya li Bexdayê û konsulxaneya li Erbîlê kêm bibe.”

Tirkiyê

Rojnameya El-Ereb der barê aboriya Tirkiyê wiha got: "Bankên Tirkiyê rastî xeteriyê tê piştî ku leyreya wê li hember dolar daket, tên.  Ji ber vê yekê xeterî çêkiriye û çiyayên deynan li ser pişta Tirkiyê kom bûye. Bankaya veberhênanê ya Amerîkî Goldman Sachs beriya ku aloziya pere bigihêje asta jor hişyarî da.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "înkarkirina Îranê ji hin bendên hevpeymana nukleerî ku bi civaka navnetewî re îmze kir, Serokê Rûsya Pûtîn hişyarî da Tehran û got welatê wî ne tîma agirkujiyê ye, her wiha Pûtîn diyar kir ku welatê wî zêdetirî carekê Tehran hişyar kir ku bi hevpeymana nukleerî ve girêdayî be."

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbya rojnameya El-Qudis El-Erebî wiha got: "Duh şerekî giran li eniyên şer li Terablûsê destpê kir, taybet li herêma El-Sewanî başûrê Terablûsê. Şer bi çekên giran û sivik rû da û gelek cih hatin bombebaran, ew yek di çarçoveya çalakiya ku fermandariya leşkerî ya herêma El-Şerqiyê Xelîfe Hefter di 4`ê Nîsanê dest pê kir.

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Kesên ku cilên hêzên çekdar ên Sûdanê lixwe kirbûn, gule li xwepêşandêrên Xertûmê reşandin û 8 kes birîndar kirin, ew yek di demeke ku Meclisa Leşkerî ya demkî û Deklerasyona Azadî û Guhertinê gihaştin hevpeymanekê ku hikumeta demkî heta 3`ê salên welat birêve bibe.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb wiha got: "Aliyên siyasî li Lubnanê fikarên xwe ji şerê di navbera DYA`ê û Îranê û bandora wê li ser Lubnanê anîn ziman.”

(jo-bx)


Mijarên Din