Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa mijara rewşa mirovî Ii Sûriyê, topbarana Îsraîlê li ser derdora Şamê, cezayên  Ewropayê yên dawîn li ser Şamê, rewşa Sûdan, Lîbya û hin mijarên din kir. 

El-Beyan: Di encama topbarana moşekên Îsraîlê de li Şamê teqînên dijwar rû dan

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Beyan  wiha nivîsand: “Di derengiya şeva înê de, li Şamê dengê teqînên mezin hate bihîstin. Dezgehên fermî yên çapemeniya Sûriyê jî ragihand ku bersiva moşekên ku ji Îsraîlê dihatin, hatiye dayîn.

Televîzyona fermî ya Sûriyê li ser zimanê çavkaniyeke leşkerî got: Parastina hewayî ya Sûriyê moşekên ku ji axa dagirkirî dihatin şopandin û gelek jê xitin xwarê.

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê Ramî Ebdulrehman ji AFP`ê re got: “Di encama topbarana Îsraîlê ya bi moşekan li derdora paytextê Şamê de, dengê teqînên dijwar hate bihîstin. Herî kêm dengê 3 teqînên mezin li başûrê rojavayê paytext hatin bihîstin.

Ebdulrehman anî ziman ku moşekan herêma El-Kiso ku depoyên çekên hêzên Îran û Hizbullahê lê ne, kirin hedefa xwe.”

El-Heyat: Yekitiya Ewropayê cezayên li ser rejîma Sûriyê saleke din dirêj kirin

Rojnameya El-Heyat jî behsa rewşa Sûriyê kir û got: “Dewletên ku endamên Yekitiya Ewropayê ne, roja înê ragihand ku cezayên li ser rejîma Sûriyê dê heta 1`ê Hezîrana 2020`an dirêj kirin.”

Şerq El-Ewset: Neteweyên Yekbûyî, ji rûdana kabûseke mirovî li Sûriyê ku mînakên wê tune ne, bi fikar e

Têkildarî rewşa mirovaî li Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Neteweyên Yekbûyî ragihand ku ew bi rûdaneke kabûseke ku heta niha di şerê li Sûriyê de çênebûye, bi fikar in, ev yek jî ger hêzên hikumetê bi destekdayîna Rûsya û Îranê êrîşa  xwe li ser Idlibê û herêmên din ên kêmkirina şer li bakurê rojavayê welat dewam bike dê pêk were. Her wiha dibe ku di sedsala 21`an de trajediya mirovî ya herî mezin rû bide.

Ev yek jî di civîna awarte ya Meclisa Ewlehiyê de, li ser daxwaza Kiwêt, Almanya û Belçîkayê li dar ket, hate ziman.

Brîtanya

Têkildarî derketina Brîtaniya ji Yekitiya Ewropayê (Brexit) rojnameya El-Ereb got: “Piştî têkçûna dan û standinan di navbera Partiya Muhafazakar de der barê hevpeymana derketinê, careke din roja înê li ser derketina Brîtanyayê ji Yekitiya Ewropayê nezelaliyek çêbû.”

DYA

Têkildarî cezayên DYA’yê yên li ser Îranê, duh rojnameya Şerq El-Ewset li ser zimanê berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA’yê ragihand ku DYA der barê binpêkirinên cezayên li ser Îranê de cidî ye û ger pêwîst be dê tedbîran bigirin.

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Quds El-Erebî got: “Bi hezaran ji xelkê Cezayîrê di îna 13`emîn de anku ji destpêkirina çalakiyan, daketin qadan û xwest sembolên rejîma serok Ebdulezîz Boteflîqa yên berê werin guhartin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Heyat got: “Duh anku roja înê, çalakgeran dest bi rakirina barîkatan ên li derdora cihê çalakiya xwe ya li Xertûmê kir.  Ev yek jî piştî ku Meclisa Leşkerî ya Demkî bendên ku tevgera çûyîn û hatinê asteng dikir rakirin, pêk hat.”

(kc)


Mijarên Din