Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro der barê geşedanên li herêmên bêçek ên Sûriyê, lûtkeya îslamî li Siûdiyê, aloziya Sûdanê, hilbijartinên Cezayîrê, gengeşeya di navbera DYA û Îranê û gelek mijarên din de nivîsîn.

Şerq El-Ewset: Herêmên bêçek ji bejahiyê ve hatin bombebarankirin

Rojnameyê der barê geşedanên li “herêmên bêçek” ên Sûriyê de wiha nivîsî: “Ajansa Spûtnîkê li ser zimanê navenda lihevhatinê ya Rûsyayê ragihand ku hêzên leşkerî yên Sûriyê li herêmên bêçek ên Idlibê şer rawestandiye. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku balafirên şer ên Sûriyê ev 2 roj e li asmanê herêmê xuya nakin, lê topbaran ji bejahiyê ve dewam dike.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku herêmên gundewarên bakur û bakurê rojavayê Hemeyê piştî nîvê şeva roja Şemiyê hatin bombebarankirin, her wiha duh sibehê jî hin herêmên başûrê rojhilatê Idlibê jî ji hêla hêzên rejîmê ve hatin bombebarankirin.”

El-Quds El-Erebî: Sûriye; piştî ku gelek leşker û serbaz hatin kuştin rejîmê li gundewarên Laziqiyê çekên kîmyawî bi kar anîn

Rojnameyê li ser zimanê berdevkê Eniya Rizgariya Niştîmanî Nacî Mistefa wiha nivîsand: “Duh rejîma Sûriyê çekên kîmyawî li eniyên gundewarên Laziqiyê bi kar anîn û gelek şervan birîndar bûn. Mistefa her wiha diyar kir ku hêzên rejîmê serê sibeha roja yekşemê li eniya Kibênê gaza klorê bi kar aniye.”

El-Ereb: Washington, Tehran û Riyad; em şer naxwazin lê em xwe jê re amade dikin

Der barê mijarê de rojnameyê wiha got: “Di navbera DYA, Îran û Siûdiyê de şerê daxuyaniyan giran dibe, hemû alî behsa wê dikin ku pêwîst e li herêmê şer çênebe, lê her sê dewlet jî xwe ji şer re amade dikin.”

Rojnameyê wiha dewam kir: “Di mijara ku şer çênebe de, tişta li ser erdê ne mîna tişta di daxuyaniyan de ye. Li Washingtonê rayedaran şîrketên balafiran agahdar kirin ku dema li herêmên Kendavê re difirin, hişyar bin. Hêzên deryayî yên DYA’yê jî diyar kir ku dewletên encûmana Kendavê li deryayên Kendava Erebî dewriyeyên berfireh bi rê ve dibin.”

El-Heyat: Filistîn, kêmnetewe, îslamofobiya û teror mijarên sereke yên civîna Mekkeyê ne

Rojnameyê der barê mijarê de nivîsî: “Erebistana Siûdî dê roja 31`ê Gulanê pêşwaziya lûtkeya 14`mîn a îslamî ya Rêxistina Hevkariya Îslamî bike. Qralê Siûdiyê Selman Al-Siûd dê serkêşiya lûtkeyê bike.

Lûtke dê bi dirûşma “Dest bi dest ber bi pêşerojê ve” li dar bikeve, serokên dewletên endamên Rêxistina Hevkariya Îslamî dê amade bibin û hewl bidin der barê gelek mijar û bûyerên li cîhana îslamî diqewimin de bigihîjin helwesteke hevbeş.”

El-Ereb:Tirkiyê çawa milîsên Terablusê bi çek dike, êdî eşkere bû

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsand: “Piştgiriya Tirkiyê û biçekkirina milîsên Terablus û Misratayê, eşkere bû. Êdî rastiya daxuyaniyên Tirkiyê ku digot ew çekan nadin milîsên hikumeta Fayz El-Serc a Lîbyayê, eşker bûn ku derew in. Milîsên El-Serac ragihand ku barek çek gihîştin benderên Terablus û Misratayê, çek bi rêya keştiyan ji bendera Samsun a Tirkiyê gihîştin Lîbyayê.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê rojnameya Şerq El-Ewset nivîsand: "Sûidiyê 937,5 milyon riyal xistin banka navendî ya Sûdanê, ev yek jî li ser fermana qralê Sûdiyê Selman Bin Ebdullezîz bû. Piştgiriya Sûidiyê li ser bingeha tiştê ku di 21`ê Nîsanê de ragihand, pêk tê."

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîsî: "Tevgera Emel bi serkêşiya serokê Meclisa Lubnanê Nebîh Berî dest bi hemleya propagandaya projeya qanûna hilbijartinan a nû ya hêzên siyasî kir.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Wezareta Hundirîn a Cezayîrê duh belavkirina pelên endamtiya hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn di 4`ê Tîrmeha bê de bê lidarxistin, rawestand."

(kn-jo)


Mijarên Din