Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, bi taybet bombebarana Rûsyayê û desteka Tirkiyê ji bo Cebhet El-Nusra, destekdayîna Tirkiyê ji bo terorîstên li Lîbyayê û hin mijarên din kir.

Şerq El-Ewset: Piştî êrîşên balafirên Rûsyayê li Kefernebil, li Idlibê bêdengî heye

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Şevê din di encama êrîşên balafirên Rûsyayê li ser bakurê rojavayê Sûriyê de, herî kêm bi dehan sivîl hatin kuştin. Ev êrîş jî piştî demeke kurt ku Moskov a hevalbenda rejîma Sûriyê agirbesta yekalî ragihand, pêk hat.

Ji berbanga roja duşemê ve di navbera hêzên rejîmê ji aliyekî ve û Heyet Tehrîr El-Şam û komên girêdayî wê de ji aliyekî din ve, li bejahiya bakurê Hemayê ku ew jî dikeve herêma agirbesta Rûsya-Tirkiyê,  şerên dijwar rû dan. Di heman demê de, balafirên Rûsyayê û topavêjên rejîma Sûriyê gelek bajar û bajarokên li herêmê topbaran û bombebaran kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê jî ragihand ku 10 sivîl, di nav de 5 zarok û 4 jin, di encama êrîşên balafirên Rûsyayê de roja yekşemê li bajarokê Kefernebil û derdora wê li bejahiya başûrê rojavayê Idlibê hatin kuştin.

El-Weten: Rejîma Erdogan hewl dide helwesta xwe ya dan û standinan xurt bike û morala terorîstên xwe bilind bike û hevsengiyên hêzan biguherîne… Agirbesta 72 saetan bi binpêkirinên terorîstan û destekayîna Tirkiyê derbas bû… Artêşê jî bersiv da.

Rojnameya El-Weten wiha nivîsand: “Beriya bidawîkirina agirbesta ku dihate payîn şeva duşemê bi dawî bibe, agirbesta 72 saetan li bakurê welat zû derbas bû, ev yek jî piştî ku rêxistina Cebhet El-Nusra ya terorîst û hevkarên xwe gelek caran ev agirbest binpê kir û ya herî dawî jî berbanga duh bû.”

Di hewldanekê de ji bo xurtkirina helwesta dan û standinan a Enqereyê û bilindkirina morala terorîstan û guhartina hevsengiyên hêzan ku niha li gorî berjewendiyên artêşa Sûriyê li erdê dimeşe, rejîma Tirkiyê bi hemû hêza xwe li rex terorîstên li Idlibê di şerê Idlib û bejahiyên wê de disekine. Enqere bi sedan terorîstên ji bejahiyên bakurê rojhilat û bakurê Helebê anîn eniyên bejahiya  Hema û Idlibê.

Îsraîl

Çavkaniyên meydanî ji El-Quds El-Erebî re ragihand ku artêşa dagirker a Îsraîlê di saetên berbanga duh de, li naverast û başûrê Colana dagirkirî, belav bûn. Her wiha komek ji balafirên bêpîlot li ser xeta agirbestê geriyan.”

Lîbya

Têkildarî mijara Lîbyayê, rojnameya El-Beyan got: “Artêşa Lîbyayê ragihand ku keştiya Tirkiyê ya ku çek ji milîsên li Terablusê re anîn, bi xwe re jî terorîst ku hin ji wan endamên rêxistina DAIŞ’ê bûn, anîn da ku li rex milîsan şer bikin.”

Di heman mijarê de, rojnameya Şerq El-Ewset jî got: “Fermandarê giştî yê Artêşa Wetenî ya Lîbyayê ku xwe amade dike ji bo serdana Fransayê, gef xwar ku ger keştiyên ji Tirkiyê ber bi keştîgehên herêma rojavayê welat ve werin, ew ê keştiyan topbaran bike.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya El-Ereb got: “Seltenet Uman ji bo şerekî leşkerî li Kendavê rû nede, bi awayekî cidî kete navbeynkariya di navbera DYA û Îranê de.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Gelê Sûdanê texmîn dikir ku duh bi derketina rojê re şoreşa wan gihîşt armancên xwe û li ser hikumeteke sivîl ku xwe dispêre wan, were lihevkirin. Ev yek jî piştî ku çavê wan li civîna girîng a di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê de bû, pêk hat. Lê gelek aliyên çalakgeran banga “Meşa Milyonî” di dawiya hefteyê de kir.”

(kc)


Mijarên Din