Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgera DYA’yê ya li dijî bikaranîna rejîma Sûriyê ji çekên kîmyewî re, rewşa Sûdan, Yemenê û cezayên DYA’yê li ser Îranê kir.

Şeriq El-Ewset: Washington delîlên çekên kîmyewî li Sûriyê dişopîne û gefan li rejîmê dixwe

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa mijara Sûriyê kir û got: “Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand ku ew delîlên ku rejîma Sûriyê careke din çekên kîmyewî bi kar anîne, dişopîne û gef lê xwarin. Ji aliyekî din ve jî, piraniya endamên Kongreya DYA’yê ji serok Donald Trump xwest ku bala xwe bide Sûriyê  da ku Îran û Hizbullah xwe bi cih nekin û zextê li Rûsyayê bikin û ewlehiya Îsraîlê jî mîsoger bikin.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Wezareta Karên Derve ya DYA’yê daxuyaniyek da û Reutersê jî daxuyaniya wan weşandin, tê de hate gotin “Em heta niha agahiyan der barê êrîşa biguman a bi gaza klorê li bakurê rojavayê Sûriyê kom dikin. Lê em careke din hişyariya xwe dubare dikin; ger rejîma Esed çekên kîmyewî bi kar bîne, dê DYA û hevalbendên xwe bi awayekî lezgîn û guncaw bersivê bidin.”

Her wiha di nameyekê de ku 400 endamên ji partiyên Komarparêz û Demokrat ên ji 535 endaman, mohr kiriye û gotin herêma Rojhilata Navîn di rewşeke bêîstiqrar û bêewle de ye, ev yek jî ji ber kiryarên rejîma Îranê ye ku gefê dixwe, her wiha Îran hewl dide li Sûriyê hebûneke xwe ya leşkerî ya daîm ava bike û ev yek jî gefê li hevalbendên wê yên herêmê dixwe.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Deklarasyona Azadî û Guhartinê ku rêveberiya çalakiyan li Sûdanê dike, xwe amade dike ku greveke siyasî ya giştî li dar bixe.  Ev yek jî piştî ku dan û standinên xwe bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re asteng bû, pêk hat.”

DYA

Rojnameya El-Heyat jî li ser zimanê wezîrê karên derve yê DYA’yê Mike Pompeo ragihand: “Dibe ku Îran li pişt êrîşên dawîn ên li ser keştiya bazirganî ya nêzî bendera Îmaratê û stasyona petrolê li Siûdiyê be.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şeriq El-Ewset wiha nivîsand: “Tevî ku her roj qurbaniyên mayinên Hûsiyan li herêmên rizgarkirî yên Yemenê dewam dikin, lê heta niha komên girêdayî Îranê çandina mayinan li herêmên di bin kontrola xwe de û xetên şer dewam dike, da ku sivîlan bike armanc û astengiyan li pêşiya  hêzên hikumetê çêke.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Tevî rexneyên Tirkiyê yên eşkere li ser biryara DYA’yê ya cezayên li ser Îranê, Tirkiyê benderên xwe li pêşiya petrola Îranê girtin, ev yek jî di çarçoveya cezayên DYA’yê de pêk anî.”

(kc)


Mijarên Din