Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa Sûriyê, aloziya di navbera DYA û Îranê de, Sûdan, Cezayîr û hin mijarên din kir.

Şerq El-Ewset: Şam piştî têkçûna Ii Hemayê, bermîlan bi ser Idlibê de dibarîne

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa li Idlibê kir û got: “Hêzê rejîma Sûriyê, bi piştgiriya Rûsyayê bi sedan bermîl di êrîşên hewayî de bi ser Idlibê de barandin. Ev yek jî piştî têkçûna xwe li hemberî komên opozîsyonê Ii bakurê Hemayê ya ku herêmên windakirî ye, careke din vegerandin.

Rojnameyê bi berdewamî got: “Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku duh “sêgoşeya bakur” a ku di nava xwe de Idlib, bejahiyên Hemayê, Laziqiyê û Helebê dihewîne, di roja 25`an de rastî êrîşên herî dijwar hat. Navendê got 10 endamên hêzên rejîma Sûriyê di encama topbaran û şerê bi komên opozîsyonê û radîkal li bejahiya bakurê Hema û çiyayê Şehşibo de, hatin kuştin. Her wiha sivîl jî di encama topbarana li ser herêmên bejahiya Idlibê de hatin kuştin.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya El-Heyat got: “Polîsên Cezayîrê, roja înê bi dehan kes li nêzî qada El-Berîd a navendî ku cihê kombûna meşên roja înê ye, destgîr kirin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Rêveberên serhildana gelêrî ku Deklarasyona Azadî û Guhartinê nûnertiya wê dikin, di helwesta xwe ya veguhastina hemû desthilatdariyê ji sivîlan re bi israr e. Ev yek jî wekî îşaretekê ku wê bi Meclisa Leşkerî ya Demkî re bikeve rikeberiyê.”

DYA-Îran

Têkildarî aloziya di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Serokê DYA’yê Trump duh ragihand ku ew ê hêzên din ên parastinê bi rê bikin herêma Kendavê. Artêşa DYA’yê jî ragihand ku li gorî agahiyên îstixbaratî, diyar dibe ku Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê, berpirsê êrîşên dawîn ên li herêmê ne.”

Brîtanya

Têkildarî rewşa Brîtanyayê, rojnameya El-Qudis El-Erebî wiha got: “Serokwezîra Brîtanyayê Theresa May duh roja înê, îstîfaya xwe bi xîtabeke bibandor ku tê de giriya, ragihand.”

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Piştî 3 mehan li ser avakirina hikumeta Lubnanê, Meclisa Wezera li pêşberî hêrsa gel û zextên navdewletî ye.”

(kc)


Mijarên Din