Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Di demekê de ku di şerê giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê bi destekdayîna Rûsyayê û El-Nusrayê rû dide, hişyariyên ku Cebhet El-Nusra bikeve dewsa DAIŞ‘ê li Sûriyê dubare dibin. Di heman demê de partiyên rastgir li hin welatan di hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê de di rêza li pêş de ne.

Rojnameyên erebî yên vê sibehê hatin çapkirin, behsa rewşa meydanî li Sûriyê, “herêmên bêçek, aloziya Lîbya, Sûdan, Yemen, hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê û aloziya di navbera Îran û DYA’yê de kir.

El-Ereb: Hêzên El-Qaîde li ser dika şanoya aloziya Sûriyê ne û amadekariyên xîlafeteke nû dikin

Girêdayê rewşa Sûriyê rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: " Di hefteyên dawîn de nakokiyên Rûsyayê û Tirkiyê gur bûne, ku rê vedike ku lihevkirina Soçiyê pûç dibe û senaryoya leşkerî li Idlibê derxe pêş, rexmî hemû karesetên mirovî.

Moskov hişyariya binkeftina Enqereyê di pêkanîna sozan kir ku li gorî peymanê tê xwestin ku Tirkiye Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) ji Idlibê tune bike, lê El-Nusra berfireh dibe.

Roja şemiyê alozî bi girêktir bû, nemaze piştî ku berpirsyarên opozîsyona Sûriyê û çavkaniyên çekdar teqez kir ku Tirkiyê desteka çekan da çekdarên opozîsyonê da ku di bersivandina êrîşên mezin ên rejîma Sûriyê bi desteka Rûsyayê de bibe hevkar.

Raporên navdewletî hişyarî didin ku hêzên El-Qaîde li Sûriyê bi rêya Heyet Tehrîr El-Şam li Sûriyê zêde bibin û dewleta xîlafeteke nû piştî ketina DAIŞ‘ê ava bike, bi taybet piştî ku hemû pêşketinên meydanî li ser banga fermandarê Giştî yê Heyet Tehrîr El-Şam Ebû Mihemed El-Colanî hat, ku ji wan çekdarên Sûriyê yên girêdayî Enqere da ku li dijî rejîma Sûriyê şer veke."

Li aliyekî din jî şerên giran di navbera hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û Heyet Tehrîr El-Şam û çekdarên îslamî li aliyekî din li gundewarên bakurê Hemayê yên nêzî parêzgeha Idlibê rû didin ku bi dehan kuştiyên her du aliyan çêbûn, li gel şer jî bombebaraneke dijwar heye."

El-Quds El-Erebî: Di şerê rejîma Sûriyê û opozîsyonê li gundewarê Hema û Idlibê de bi dehan kuştî

Rojnameya El-Qudis El-Erebî mijara şerê li herêma "bêçek" nirxand û wiha got: "Hêzên Rûsyayê û rêjîma Sûriyê hemû hêza xwe da ser şerê ku mîna “dojehê” bi nav dike, li dijî opozîsyonê li bakur. Hêzên rejîmê û milîsên herêmî duh piştî êrîşeke bejahî berfireh û bi sedan êrîşên hawayî bajarê Kefernebûdayê yê stratejîk li gundewarê bakurê Hemayê bi dest xist û her wiha li derdora Idlibê bombeyên fosoforî yên di asta navdewletî te qedexekirî, kirin hedef.

Çavkaniyekî leşkerî yê payebilind ji Odeya Çalakiyan a El-Cebeha El-Weteniya Litehrîr  nexwest navê xwe eşkere bike, ji El-Qudis El-Erebî re got piştî ku hêzên koalîsyona esmanî û bejahî ya Rûsya û rejîmê erd şewitandin û hezar êrîşên hewayî pêk anîn, li gel 10 balafiran difiriyan,hêzên şoreşgerî ji herêmê vekişiyan. Çavkaniyê got  di aliyê pratîkî de Rûsya amadekariya ji şer kiriye ku mîna wî di şerê din de nekiribû û hejmarek mezin a leşker û bi dehan tank û panzer bi kar anîn, lê em ê li hember bisekinin."

El-Şerq El-Ewset: Xaça Sor li naqosa xetereyê li bakurê Sûriyê dide

Rojnameya El-Şerq El-Ewset di manşêtekê de bal kişand li ser rewşa mirovî li herêmê û got: "Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî di encamên êrîşên dawî yên li bakur û rojavayê Sûriyê ku yek ji dijwartirîn êrîş e anku piştî şerê di navbera hêzên rejîma serokê Sûriyê Beşar El-Esed û çekdarên opozîsyonê û aliyên îslamî de derdora 200 hezar kes koçber bûn. Berdevkê Komîteya Navdewletî ya Xaça Sor Ednan Hezan ji buroya Hesekê ya bakur û rojhilatê Sûriyê got, rewşa mirovî li Idlib û gundewarê Hemayê pir xirabe, nemaze bi dijwarbûna şer û revna sivîlan a ji ber şer. Ednan her wiha diyar kir ku aloziya mirovî li welat zêde bûye, ku derdora 13 milyon kes koçber bûn, di nav de derdora 6 milyonî di hundirê Sûriyê de ne, nîvê wan zarok in, pêwîstiya wan bi alîkariyên xwarin û cih û tenduristiyê heye."

El-Ereb: Derfetên berdewama prosesa siyasî li Lîbyayê bi paş ket

Girêdayî karûbarên Lîbyayê rojnameya El-Ereb ev titş got: "Derfetên berdewama prosesa siyasî û agirbestê li Terablusê paş ket, piştî ku Konseya Ewlekariyê nedikarî li hemberî hêzên bi nakok neçar bike ku vegerin diyalogan.

Berdevkê giştî yê Artêşa Lîbyayê Xelîfa Hefet ji rojnameya "Le Journal De Dîmanche" ya Fransî re got, ew agirbesta ji bo bidestxistina paytexta Terablusê dûr dixînin. Hefet ji rojname re  got, çareseriya siyasî armanc e, lê vegera li çareseriya siyasî girêdayî tinekirina milîsan, Fermandarê giştî yê Artêşa Lîbyayê soz da çekdaran ku heger xwe û çekên xwe radestî bikin dê wan efû bikin û ewlehiyê bide wan."

Şerq El-Ewset : Îran di navbera helwestên tund û nerm de maye

Derbarê rewşa Îranê de rojnameyê nivîsî: “Îran di rikberiya bi Amerîkayê re di navbera helwest tund û nerm de maye, li aliyekî hewldanên nermikirinê qebûl dike û şandeyek rêkiriye sê dewletên kendavê, li aliyê din diyalogê qebûl nake.”

Wezîrê karên derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf duh di civîneke çapemeniyê de ku bi hempîşeyê xwe yê Îraqî Mihemed Elî Elhekîm re li Bexdayê lidar xist de got “Tehran dixwaze têkiliyên herî baş bi welatên kedavê re bike, û hemû pêşniyarên diyalogê qebûl dike.”

Lê cîgirê serokê artêşê Alî Fedewî duh got ku ew bi Amerîkayê re diyalogê nakin û diyaloga biAmerîkayê re “bê sûd de.”

El-Ereb : Erdogan dixwaze Kurdan bibe aliyê xwe

Der barê mijarê de rojnameyê nivîsî: “Piştî 200 rojan hin perlementerên Kurd û bi hezara girtiyên li Tirkiyê gireva birçîbûnê li ser banga lîderê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan, bi dawî kirin. Piştî ku dewleta Tirkiyê rê da ku lîderê Kurd bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne.”

Çavdêr dibêjin ku xuyaye partiya desthilatdar girîngiya dengên Kurdan di hilbijartên herêmî yên dawiyê de nas kir, ku helwesta Kurdan bû sedem ku partiya Adalet û geşedanê gelek şaredariyên mezin winda kirin.”

Şerq El-Ewset: Hevpeyman gefan li Hûsiyan dixwe

Der bare geşedanên li Yemenê de rojnameyê nivîsî: “Berdevkê fermî yê hêzên hevpeymana Erebî li Yemenê general Tirkî El-Malikî ragihand ku hêzên asmanî yên Sûdiyê duh balafireke nronê yan bombebarkirî ku milîsên hûsiyan firandibûn, anîn xwar, dron ji bo ku li balafirgeha qral Abdullah ya Cazanê biteqe hatibû firandin, ku bi hezaran sivîl wê belefirgehê bikar tînin. El-Malikî gef li Hûsiyan xwar û got “ewê hesabekî giran bidin.”

Sûdan

Der barê rewşa Sûdanê de El-Şarq El-Ewsat wiha nivîsî: “Partiya `Aluma’ ya dijber a Sûdanê duh greva giştî ya ku pêwîste sibe sêşemê bê lidarxistin, qebûl nekir. Partiyê got greva giştî pêwîst e di mercên diyar bi biryara meclisa rêveber a “Guhertin û Azadiyê” bê lidarxistin.

(bb/kn)


Mijarên Din