Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa Sûriyê, hilbijartinên serokatiya Herêma Kurdistanê, Iraq, Yemen, Sûdan û Lîbyayê kir.

Şerq El-Ewset: Nîşaneyên nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li bakurê Sûriyê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Piştî ku Enqereyê çekên cur bi cur dane komên muxalefetê yên Sûriyê, di şerê li dijî hêzên rejîma Sûriyê yê li bakurê Hemayê de, her wiha xurtkirina artêşa Tirk noqteyên çavdêriyê yên girêdayî xwe, duh nîşaneyên nakokiyan di navbera Rûsya û Tirkiyê de li Bakurê Sûriyê derketin, nexasim Moskovê 3 noqteyên çavdêriyê bi hevkariya Kurdan li Til Rifetê çêkirin.

Çavkaniyekî kurdî got Rûsya dev ji Til Rifet û herêmên girêdayî wê yên di bin kontrola yekîneyên Kurdan de ji bo berjewendiyên Tirkiyê bê miqabil bernade.”

El-Quds El-Erebî: Komkujiyeke nû ya rejîma Sûriyê li Erîhayê… 25 kuştî di encama avêtina bermîlên teqemeniyê li ser bejahiyên Idlib û Hemayê de

Rojnameya El-Quds El-Erebî jî têkildarî mijara Sûriyê got: “Rejîma Sûriyê komkujiyeke nû li bajarê Erîha yê başûrê bajarê Idlibê pêk anî û di encamê de 8 sivîl, ji wan 3 zarok ji heman malbatê, ji ber êrîşên balafirên şer ên li ser bajar bûn qurbanî. Her wiha bi dehan kes birîndar bûn û hinek jî di bin enqazan de man. Di heman demê de El-Qudis El-Erebî jî kuştina 25 sivîlan di 24 saetên dawîd de di rêzekomkujiyên li bakurê rojavayê Sûriyê de belge kirin.”

El-Ereb: Opozîsyona Sûriyê li xwe mikur hat ku dibe ew Idlibê winda bikin

Rojnameya El-Ereb têkildarî mijara Idlibê wiha nivîsand: “Berpirsekî payebilind ê opozîsyonê, li xwe mukir hat ku hêzên hikumeta Sûriyê ku Rûsya piştgiriya wan dike, ger xetên parastinê yên opozîsyonê yên li bakurê rojavayê Sûriyê derbas bike, wê bikare ber bi sînorê Tirkiyê ve bi pêş ve biçe.”

Serokê hikumeta Enqaz ku parêzgeha Idlibê bi rê ve dibe, di hevpeyvînekê de got ev êrîşa dijwar şerekî şikandina hestiyan e, ger rejîm bikare xetên parastinê yên wan li bejahiya bakurê Hemayê û bejahiya başûrê Idlibê derbas bike, dê nesekine û heta sînor dewam bike.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: “Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê îro ji bo hilbijartina serokekî nû ji Herêma Kurdistanê re, dê li hev bicive, ev yek jî li gorî qanûna serokatiya herêmê ya bi hejmara 1’an a guhartî ya sala 2019`an pêk tê.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Hêzên Artêşa Wetenî ya Lîbyayê duh cara yekê xetên parastinê yên girêdayî hikumeta El-Wîfaq a bi serkêşiya Fayiz El-Sirac li başûrê paytext Terablusê derbas kirin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Îslamiyên ku bi serokê têkçûyî Umer Hesen El-Beşîr re kar dikirin, hewl didin dîsa derkevin holê û dixwazin ji nakokiyên di navbera Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklarasyona Azadî û Guhartinê ya têkildarî rêvebirina vê pêvajoyê de, sûdê wergirin.

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên siyasî teqez kir ku rola nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths gihîştiye dawiyê.”

(kc)


Mijarên Din