Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li herêmên bêçek ên Sûriyê, Sûdan û hin mijarên din kir.

Şeriq El-Ewset: Topbarana Sûriyê ya bi desteka Rûsyayê nêzî sînorê Tirkiyê dibe

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Hêzên rejîma Sûriyê bi desteka balafirên Rûsyayê, çarçoveya topbarana xwe berfireh kir û gihîşt bejahiya Helebê ya nêzî sînorê Tirkiyê. Di heman demê de, topbarana Ii ser bejahiya Idlibê jî dewam dike. Di encamê de, sivîl di nav de zarok jî hene, hate kuştin. Tê payîn ku nûnerên navneteweyî Geir Pedersen rewşa Idlibê di Meclisa Ewlehiyê de îro nîqaş bike.”

El-Ereb: Şerê benderan di navbera Îran û Rûsyayê de derbasî Baniyasê dibe

Têkildarî aloziya di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de, rojnameya El-Ereb got: “Çavkaniyên diplomatîk fikra rûsî ya der barê avakirina Îranê ya baregeheke xwe ya nû li Sûriyê û vê carê li bajarê Baniyas ê li Deryayê Spî ve ya girêdayî parêzgeha Tertûsê, keşif kir.”

Rojnameya Nezavisimaya Gazeta ya Rûsyayê di demên dawî de li ser zimanê çavkaniyekî dîplomatîk got Baniyas dibe ku di demên pêş de bibe armanceke leşkerî ya Tehranê. Ev yek jî bi keştiya petrolê ya Îranê ya ku di 5`ê Gulanê de gihîşt bendera Baniyasê ve girê da.

Di salên dawîn de, nîşaneyên nakokiyan di navbera Rûsya û Îranê li Sûriyê de derketin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Rêveberiya çalakiyên Sûdanê soza xwe pêk anî û duh greva giştî li paytextê Xertûm û hin bajarên din li dar xistin da ku Meclisa Leşkerî ya Demkî neçar bikin ku desthilatê radestî hikumeta sivîl bikin.”

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê, rojnameya El-Ereb got: “Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê, roja sêşemê Nêçîrvan Barzanî wek serokê herêmê hilbijart, bi vê yekê jî hevsengiya malbata Barzanî piştî ku têk çû, careke din vegerand.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistînê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Rayedarekî ji Koşka Spî duh ragihand ku wê şandeyeke amerîkî serdana Mexrîb, Urdun û Îsraîlê di hefteya bê de bike, ev jî di çarçoveya amadekariya werşeya aborî ya ku tê payîn di dawiya heyva bê de were lidarxistin, ji bo alîkariya gelê Filistînê, pêk tê. Ev serdan jî beriya keşifkirina plana Trump a aştiyê ya di navbera Filistînê û Îsraîlê de tê kirin.”

Îran-Amerîka

Têkildarî aloziya di navbera Îran û Amerîkayê de, rojnameya El-Heyat got: “Artêşa Muhafizên Şoreşê ya Îranê ragihand ku ew bi şerê bi DYA`yê natirsin, di heman demê de hikumeta Îranê behsa nakokiyên di daxuyaniyên serokê Amerîkayê Trump de kir.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Çalakiyên xwendekaran li paytexta Cezayîrê dewam dikin. Fermandarê giştî yê artêşa Cezayîrê Ferîq Qayid Salih jî banga  dan û standinên rasteqîn kir.”

(kc)

 


Mijarên Din