Rojeva rojnameyên Erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa meydanî li Idlib, aloziya Lîbya, Yemen û Sûdanê kir.

El-Heyat: Hêzên rejîma Sûriyê şerê li Idlibê zêde dike lê êrîş sînordar e

Rojnameya El-Heyat der barê rewşa Idlib û pêşniyarên ku şer çêbibe û wiha nivîsî: "Hêzên rejîma Sûriyê û hevalbenda wê Rûsya ji beriya çend hefteyan topbarana li ser herêmên parêzgeha Idlibê û derdodra wê zêde dike. Her wiha li ser erdê şer û pêşketinên sînordar çêdibin.”

El-Qudis El-Erebî: Sûriye: Li Idlibê rûxandineke bi temamî û 250 hezar kes koçber bû..Washington:Tişta ku çêdibe aramiya li herêmê tehdîd dike

Di vê der barê de rojnameya El-Qudis El-Erebî wiha nivîsan: "Nûnerê Amerîka yê taybet li Sûriyê got tişta ku çêdibe aramiya li Sûriyê û herêmê tehdîd dike. Divê ev şer yekser were sekinandin. Her wiha Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê  got divê şer li Idlibê ya Sûriyê were sekinandin. Her wiha bang li Rûsya, Îran û rejîmê kir ku sivîlan biparêze. Şerê li Idlib û derdora wê ya bakur rojavayê Sûriyê didome. Di encama wê de duh 18 sivîl hatin kuştin praniya wan jin û zarok in bûn."

Filistin

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya El-Ereb got: “Qiralê Mexrebê Mihemed Sadis duh têkildarî pilana aştî ya Îsraîl û Filistinê anku Hevpeymanê Sedsalê, li Şêwirmendê Serokê Amerîkayê guhdar kir.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Di demeke ku li bajarên Sûdanê greveke siyasî ya giştî di roja duyemîn de hebû û destekeftiyên mezin bi dest xistin, Meclisa Leşkerî ya Demkî ragihand ew ê careke din danûstandinê bi Deklerasyona Azadî û Guhartinê re dewam bikin.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “Serokê Meclisa Serokatî ya Hikumeta Wîfaq Wetenî Fayiz Sirac, duh bi serokerkanê giştî yê hikumeta Wîfaq Ferîq El-Ruken Mihemed Şerîf re rûnişt.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya El-Ereb got: “NY`yê ragihand ew ê 20 alavên ji bo rakirina mayînan bidin Hûsiyan li Yemenê, lê ev yek bû cihê nerazîbûnê li gel rayedarên hikumeta Yemenê û çalagerên  li ser malperên tevna civakî.”

(bx)


Mijarên Din