Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên  îro behsa rewşa Sûriyê û helwestên der barê şerê li Idlibê, Sûdan û hin mijarên di kir.

Şerq El-Ewset: Êrîşên hewayî li ser bakurê Hemayê…Kermilîn parastina topbarana terorîstan dike

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Kermilîn duh roja duşemê got, artêşa Rûsî tenê terorîstan li parêzgeha Idlibê ya bakur rojavayî Sûriyê dikeve armanc. Lê serokê Amerîka Trump jî, Rûsya û hevkarê wê Şam bi kuştna gelek sivîlnê bê guneh li wê herêmê tewanbar kir. Ji aliyekî din ve jî, topbarana li ser herêmên bejahiya Idlibê dewam dike û li rojhilatê Laziqiyê û başûrê Idlibê şer dewam dike.

Berdevkê Kermilînê Dmitry Peşkov ji rojnamevanan re got “Topbarana ku terorîst li Idlibê pêk tînin, nayê qebûlkirin  û tedbîrên ji bo bêbandorkirina cihê van topavêjan têne girtin.”

Ev daxuyanî piştî ku serokê Amerîkayê  Trump şeva yekşemê bi rêya Twitterê ji Sûriyê û hevkarê wê Rûsyayê xwest ku topbarana  li ser Idlibê were rawestandin, hat dayîn.”

El-Quds El-Erebî: Rûsya nahêle Meclisa Ewlehiyê daxuyaniya şermezarkirina hemleya leşkerî ya li bakurê rojavayê Sûriyê bide

Têkildarî helwesta Rûsya der barê hemleya leşkerî ya li Idlibê, rojnameya El-Quds El-Erebî got: “Rûsya roja duşemê nehîşt ku Meclisa Ewlehî ya Navneteweyî daxuyaniya şermezarkirina hemleya leşkerî ya ku rejîma Sûriyê li herêma Idlibê pê radibe, derxe. Dewletên erebî jî ditirsin ku ev yek bibe sedema rûdaneke karesateke mirovî.”

El-Ereb: Îsraîl tevgera xwe li dijî Îranê li Sûriyê zêde kir

Der barê topbarana Îsraîlê li ser Sûriyê de rojnameya El-Ereb got: “Artêşa Îsraîlê êrîşên xwe li Sûriyê zêde kirin. Di vê çarçoveyê de, artêşa Îsraîlê berbanga roja duşemê, baregehên hêzên hikumeta Sûriyê û Muhafizên Şoreşê yên Îranê li naverasta welat topbaran kirin. Roja yekeşmê jî, artêşê êrîşî başûrê welat kir.”

Brîtanya

Têkildarî serdana serokê Amerîkayê Trump li Birêtaniya, rojnameya El-Heyat got: “Serdana serokê Amerîka Trump roja duşemê, li qesra Buckingham bi awayekî balêş û xweş hate pêşwazîkirin. Serdana Trump a ji bo Birêtaniya wê sê rojan dewam bike. Her wiha oposizyona çepigir jî vê serdanê red dike.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb got: “Meclisa Leşkerî ya Demkî û Deklerasyona Azadî û Guhartinê nikaribûn aloziya der barê radestkirina desthilatiyê  derbas bikin. ji aliyekî din ve jî hêzên ewlehiyê û çalageran êdî xwe ranegirtin û di encamên de pevçûn di navbera wan de çêbû. Ji ber pevçûnê, kuştî û birîndar ji çalageran hene.”

Filistîn

Têkildarî rewşa Filistinê, rojnameya El-Ereb got: “Rêveberiya Amerîka metirsiyên xwe der barê têkbirina pilana wan a aştiyê li Rojhilata Navîn anî ziman.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê pompe cara yekê ye ku metirsiyên xwe der barê derfeta serkeftina pilana Hevpeymana Sedsalê anî ziman.  

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Duh li Cezayîrê, darizandina kesayetên girêdayî serokê berê Ebdullezîz Botefiliqî hate destpêkirin. Di vê çarçoveyê de, yek ji bazirganên navdar Elî Hedad derket pêşberî dadgehê.”

(kc)


Mijarên Din