Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevgerên herêmî û navdewletî ji bo Sûriyê, rewşa Sûdan û Tirkiyê kir.

El-Ereb: Koalîsyoneke sêalî ya nû li Rojhilata Navîn

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: “Diyar dibe ku civîna sêalî ya ku dê li Îsraîlê di vê mehê de çêbe û şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê DYA’yê John Bolton, sekreterê Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyî ya Rûsyayê Nîkolay Batroçev û şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê Meir Ben Young  tev lê bibin, civîneke herî girîng e ku dê ji bo aloziya Sûriyê were lidarxistin an jî herî kêm rêya vê aloziyê di pêvajoya nû de diyar bikin.”

Şerq El-Ewset: Opozîsyona Sûriyê kuştina bi dehan endamên rejîma Sûriyê ragihand

Têkildarî şerê li herêmên bêçek, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Fermandarekî leşkerî yê di Eniya Wetenî ya Tehrîr de ya girêdayî “Artêşa Sûriyê ya Azad” tekez kir ku zêdetirî 40 endamên rejîmê, di nav de 2 efser ji hêzên rejîmê û komên girêdayî wê li herêma Til Ebû Esed a li Çiyayê Edîra yê bejahiya bakurê Laziqiyê hatin kuştin.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Ereb wiha got: “Gelek aliyên Sûdanê, banga îsyana sivîl kir ku Kombûna Pîşesazên Sûdanê banga wê kiribû heta ku Meclisa Leşkerî ya Demkî desthilatê radestî hikumeke sivîl were kirin, bersivandin.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê jî rojnameya Şerq El-Ewset got: “Hikumeta Yemenê hêvî ji alîgirê sekreterê giştî yê NY’yê ya kar û barên siyasî Rosemary Di Carlo ku îro wê serdana Riyadê bike, dike ku şaştiyên nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths sererast bike.”

Tirkiyê  

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb got: “Raporên ku di çend salên dawîn ên Yekitiya Ewropayê de der barê Tirkiyê de derdikevin, êdî ne wekî berê bala kesî dikişîne, ev yek jî xwe dispêre gelek sedeman û ya herî girîng jî dan û standinên di navbera Tirkiye û Yekitiya Ewropayê der barê tevlêbûna Tirkiyê li nava yekitiyê, bi awayekî rast hatiye rawestandin.”

(kc)


Mijarên Din