Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa şer li herêmên bêçek li Sûriyê, Sûdan, Lîbyayê û hilbijartinên Tirkiyê kir.

El-Heyat: Lavrov gef li terorîstên li Idlibê xwar ku ew ê bersiveke tund bidin

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Heyat behsa gefên Rûsyayê yên li dijî Idlibê kir û got: “Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Lavrov soz da ku ew ê bersiveke tund bidin komên terorîst ên li parêzgeha Idlibê ya bakurê rojavayê Sûriyê.”

Lavrov di civîna çapemenî ya hevbeş bi hempîşeyê xwe yê Malî li Moskovê de got: “Terorîst bi awayekî domdar êrîşên provokatîf pêk tînin, bi moşekan û balafirên bêpîlot êrîşî noqteyên artêşa Sûriyê li bajarok û baregeha Hemêmî ya esmanî ya Rûsyayê dikin hedef. Helbet ne em û ne jî artêşa Sûriyê van kiryaran bê bersivên tund nahêlin.”

Lavrov di berdewamê de got: “Ji bo sînordarkirina van provokasyonan, divê di demeke pir kurt de hêzên oposîzyonê û terorîst li Idlibê ji hev werin veqetandin, ev yek jî li gorî hevpeymana Rûsya-Tirkî ya di Îlona borî de divê pêk were. Rola sereke ya pêkanîna vê armancê jî vedigere Tirkiyê, divê lez di vî warî de were kirin.”

Şerq El-Ewset: Êrîşa rejîmê komên bakurê Sûriyê li hev civandin

Têkildarî rewşa Idlibê, rojnameya Şerq El-Ewset jî got: “Êrîşên hêzên rejîma Sûriyê ya bi desteka artêşa Rûsyayê li ser bakurê rojavayê Sûriyê di hefteyên dawî de li ser komên Artêşa Azad û komên radîkal, hişt ku pirsgirêkên xwe bi dawî bikin, ji aliyekî din ve jî li gorî agahiyan desteka leşkerî ya Tirkiyê gihîştiye hinek ji wan koman.”

El-Quds El-Erebî: 20 kes di bombebarana Rûsya-Sûriyê ya li ser Idlibê de hatin kuştin

Her wiha rojnameya El-Quds El-Erebî jî têkildarî rewşa Idlibê wiha nivîsand: “Li gorî Rêxistina Parastina Sivîl a Sûriyê (Kumspî) û Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê roja duşemê, di encama êrîşên hewayî yên hêzên rejîma Sûriyê li ser herêmên di bin kontrola opozîsyonê li parêzgeha Idlibê, 32 hatin kuştin û birîndar bûn.

Iraq

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya El-Ereb got: “Bi awayekî fermî Nêçîrvan Barzanî bû serokê Herêma Kurdistana Iraqê, di heman demê de fikra ku wê serdemeke nû li herêma Kurdistanê dest pê bike, bi awayekî  xurt belav bû.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya El-Heyat nivîsand: “Îsyana sivîl a Sûdanê derbasî roja duyemîn bû. Her wiha di roja yekemîn de 4 kes ji ber kiryarên hov hatin kuştin. Ev îsyan, piştî ku çalakiya çalakgeran li ber navenda giştî ya fermandariya giştî ya artêşê hate jihevxistin, pêk hat.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî duh saleke din erka ya Ewropayê ya şopandina qedexekirina çekan li ser Lîbyayê, dirêj kir.”

Her wiha rojnameya El-Ereb jî behsa rewşa Lîbyayê kir û got: “Ji ber paşguhkirina rewşa dijwar a bajarê Sirt ku ev 3 sal 3 ji rêxistina DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, nîşaneyên serhildanê li Sirtê li dijî hikumeta Wîfaq a bi serokatiya Fayîz El-Sirac derdikevin holê.”

Tirkiye

Têkildarî hilbijartinên şaredariya bajarê Stenbolê yê Tirkiyê û tevliheviya AKP`ê, rojnameya El-Ereb got: “Heta niha rayedarên AKP`ê ya ku li Tirkiyê serwer e, di bin bandora têkçûna xwe ya li Stenbolê de ne, lewre dest bi daxuyaniyên nîjadperestî ku êrîşî her kesî dikin, kir.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê jî rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: “Duh Tehranê, li ser zimanê wezîrê karên derve yê Almanyayê Heiko Maas, hişyariya Ewropayê ya der barê gurbûna asta leşkerî li Rojhilata Navîn û Îran û DYA`yê werin hemberî hev, da.”

(kc)


Mijarên Din