Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa dawî ya li herêmên bêçek, topbarana Îsraîlê li ser Colanê, rewşa Yemen û Lûbyayê kir.

El-Qudis El-Erebî: Oposizyonê bargeheke fermandariyê ya rejîma Sûriyê di civîna ewlehiyê ya li bejahiya Laziqiyê de teqand

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “Duh behsa agirbestekê yek alî ku ji aliyê rejîma Sûriyê û Rûsya hatiye pêşniyarkirin piştî ku derbeyên mezin li ser destê hêzên oposizyona Sûriyê li Hema û derdora wê xwarine, dihate kirin. Di vê çarçoveyê de, berdevkê çapemeniyê yê serokê Rûsyayê Pûtin, Dmitry Pskov got Rûsya û Tirkiyê li ser agirbesteke sê rojan lihev kirine. Berdevkê serokê Rûsya bi berdewamî got; Der barê pêşeroja Sûriyê de, di du rojên pêş de, wê bi aliyê Tirkiyê re danûstandin were kirin.”

Lê di heman demê de, Seraya Ebû Emar a Erkên Taybet a girêdayî oposizyona Sûriyê duh bargeheke leşkerî ya rejîma Sûriyê li bejahiya Laziqiyê di çarçoveya “Operasyona tohildanê ya kuştina fermandarê leşkerî yê Ceyş El-Ize Ebdbasit Sarot”de teqand. Teqîn li li Foca Topavêjan ya 99 li herêma Seleme ya bejahiya Laziqiyê pêk hat. Ev bargeh yek ji cihê herî ewle û kûr ya artêşa Rûsya û rejîma Sûriyê ye.”

El-Heyat: QSD`ê şaneyeke DAIŞ`ê li Rojhilatê Sûriyê bêbandor kir

Ji aliyê xwe ve, rojnameya El-Heyat, behsa şandeyên veşartî yên çeteyên DAIŞ`ê kir û got: “Hêzên Sûriyê Demokratîk(QSD) ya ku piştgiriya xwe ji Koalîsyona Navneteweyî ya bi serkêşiya Washintonê digire, roja çarşemê, li bejahiya bajarê Dêrazorê ya Rojhilatê Sûriyê, şaneyeke rêxistina DAIŞ`ê ya ku ji 4 kesan pêk tê, girt.”

Şeriq El-Ewset: Derbeya Îsraîlê li Başûrê Sûriyê, nameyeke hişyarî ji bo Rûsya û Îranê ye

Rojnameya Şeriq El-Ewset jî behsa topbarana Îsraîlê li ser Sûriyê kir û got: “Wekî her car, Îsraîl li hemberî derbeya nû ya li dijî bargeha leşkerî ya Sûriyê li Colanê ku duh berbangê çêbû, bêdeng ma. Lê çavkaniyên ewlehî yên fermî ragihandin ku derbeyê bargeheke istratejî li gundê Til El-Hare kiriye armanc û ev yek ne tenê nameyeke hişyarî ji bo Sûriyê û Îranê  bû, lê di heman demê de, ji bo Rûsya bû jî. Da ku li gorî peymanên xwe yên dûrxistina Huzebellah û Îranê li herêma Başûrê Sûriyê, tevbigere.

El-Heyat: Şandeyeke amerîkî ya payebilind serdana Rojhilatê Sûriyê kir

Her wiha rojnameya El-Heyat behsa rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: “Şandeyeke ji Wezareta Parastinê ya Amerîka (Pentagon) û rayedarên Koalîsyona Navneteweyî roja çarşemê serdana herêmên Rêveberiya Xweser a Kurdî li Bakur Rojhilatê Sûriyê kirin, ev serdan wekî serdaneke balkêş e ya şandeyên rojavayî li herêmê ye.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Koalîsyona ku destekê dide hêzên rewa li Yemenê, soz da ku piştî êrîşa teror a Hûsiyan ya ku piştgiriya xwe ji Îranê digirin li ser eywana balafirgeha Abha ya başûrê Siûdiyê ku di encamê de, 26 kes birîndar bûn, ew ê bersiveke tund bidin milîsên Hûsî.”

Lîbyayê

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya El-Qudis El-Erebî got: “Hikumeta Wîfaq a Wetenî ku ji aliyê navneteweyî ve tê naskirin, roja çarşemê ragihand ku danûstandina bi fermandarê hêzên rojhilat lîwa Xelîfe Hefter red din, lê danûstandinên yekser bi nûnerên herêma rojhilat erê kir.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Serokwezîrê Japaniya Shinzo Abe duh teqezî li ser kêmkirina rewşa aloz li herêmê kir û bang li Îranê kir ku bi roleke avaker di aştî û istiqrara li Rojhilata Navîn de bilîze.”

(kc)


Mijarên Din