Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro, behsa rewşa Sûriyê û nexasim têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê, aloziya Sûdanê, Lîbyayê, Yemenê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyê kir.

El-Heyat: QSD`ê şaneyeke din a DAIŞ`ê li Rojhilatê Sûriyê bê bandor kir

Têkildarî rewşa Sûriyê û şaneyên DAIŞ`ê, rojnameya El-Heyat got: “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ya ku ji Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî Terorê ya bi serkêşiya Amerîkayê destekê digire, roja înê ragihand ku hêzên wan şaneyeke rêxistina DAIŞ`ê ya teror ku destê xwe di teqînên li Rojhilatê Sûriyê de heye, bê bandor kir.

QSD`ê di daxuyaniya ku li ser malpera xwe ya fermî de weşandiye, wiha got: “Yekîneyên Têkoşîna li dijî Terorê û bi hevkarî û koordîneya bi Koalîsyona Navneteweyî re, di saetên piştî derengiya şeva pêncşemê de bi operasyoneke hevbeş, dikaribûn hemû endamên şaneya terorê ya girêdayî rêxistina DAIŞ û berpirsên çalakiyên terorîst û teqînan li gelek herêman in, bigirin. Hejmara endamên şaneya terorê ku hatine girtin, 7 kes in û ji Sûriyê ne û destê xwe di gelek çalakiyên teqandinê de ku herî dawî li Reqa û Minbicê de pêk hatin, heye.”

Şerq El-Ewset: Rûsya hêzeke mezin ji bo şerê Idlibê amade dike

Rojnameya Şerq El-Ewset behsa rewşa li herêmên kêmkirina şer kir û wiha nivîsand: “Di demekeê de ku asta şer li herêma kêmkirina şer a li bakurê rojavayî Sûriyê zêde bûye, hate dîtin ku Rûsya 2 keştiyên şer ên mezin ku gelek alavên leşkerî tê de hene, ber bi berava Tertûsê ya Sûriyê ve bi rê kirin. Di heman demê de, herî kêm 14 balafirên ku alavên leşkerî tê de bûn, gihîştin baregeha Himêmîm a li Laziqiyê. Ev yek jî diyar dike ku wê şerekî mezin li Idlibê çêbe.”

Tirkiye

Têkildarî rewşa Tirkiyê û cezayên Amerîkayê li ser wê, rojnameya El-Heyat got: “Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu roja înê hişyarî da ku ger DYA cezayên ji ber hevpeymana moşekên S-400 a di navbera Moskov û Enqereyê de li ser Tirkiyê ferz bike, dê welatê wî jî bersivê bide.”

Yemen

Têkildarî rewşa Yemenê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Milîsên hûsî yên ku ji Îranê desteka xwe digirin, di pêdeçûyîna li dijî 2 baregehan li başûrê Siûdî de, têk çûn.”

Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdanê, rojnameya Sûdanê Şerq El-Ewset got: “DYA`yê duh aliyên Sûdanê ji ber rûdana tevliheyan hişar kirin û got ev tevlihevî bi xwe re senaryoyên negatîf ku wekî niha li herêmê hene, wê bi xwe re bîne.”

Lîbya

Têkildarî rewşa Lîbyayê, rojnameya Şerq El-Ewset got: “Nûnerê NY`yê yê Lîbyayê Xesan Selame di civîneke çapemenî ya hevbeş bi wezîrê karên derve yê Tûnisê Xemîs Cihînawî re, teqez kir ku ew cara yekê ye ku bi nîşaneyên hêviyê hîs dike û nîşaneyên serkeftina siyasî li dijî biryara leşkerî li Lîbyayê zêde dibin.”

(kc)


Mijarên Din