Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Vê sibehê rojnameyên erebî behsa mijarên qada Sûriyê û bermahiyên ku DAIŞ’ê li pey xwe hiştine, destwerdanên herêmî yên li herêma erebî û aloziyên ku derdikevin pêş û bazirganiya mirovan li Tirkiye, kir.

El-Weten: "El-Nusra" tola binkeftinên xwe li Hemayê bi rêya komkujiya li "Wedêhê" ya Helebê pêk tîne

Der barê rewşa Sûriyê de, rojnameya El-Weten got: "Da ku tola xwe ji ber binkeftinên li bejahiyên bakurê Hemayê û rojava bakurê wê û bejahiyên başurê Idlibê yên li ser hev hilde, Cebhet El-Nusra û rêxistinên terorî hêrsa xwe bi serê sivîlên li bajarokê Wedêhê yê başurê Helebê bi rêya avêtina gelek roketan û pêkanîna komkujiyê, anî. Di encamê de 13 kuştî û 15 birîndar hene."

Şeriq El-Ewset: "Gorên komî" li Reqayê hatin vedîtin

Rojnameya Şeriq El-Ewset wiha der barê bermahiyên DAIŞ’ê li pey xwe li Reqayê hiştine de, kir: "Di zeviya çandiniyê de ku derdora wê darên sinoberê hene ya li nêzî bajarê Reqayê, Tîma Destwerdana Destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê goristaneke komî ya nû li gundê Fixêxa ku tê de nêzî 3 hezar û 500 cenaze hene, dît. Ev cenaze nenasin û yê mezintîrin û kevntirîn e.  Ev goristan jî ji bermahiyên rêxistina terorî ya ku serweriya herêmê di navbera Çileya 2014 û Cotmeha 2017’an de anku nêzî 3 sal û nîvan kiriye, heye."

El-Heyat:El-Selemî: Destwerdana dewletên herêmî der barê ereban de nû ne

Der heqê destwerdanên herêmî li ser dewletên erebî rojnameya El-Heyat wiha behsê kir: "Serokê Parlamentoya Ereban Dr.Mişel El-Selemî û Sekreterê Giştî ya Camîya (Kombûn) Dewletên Erebî Ehmed Ebû Xeyz ji bo destwerdanên dewletên herêmî der barê kar û barên hundirîn ên ereban de hişyarî da û bi destwerdanên nû bi nav kir.

Sûdan

Li der barê kar û barên Sûdanê de rojnameya Şeriq El-Ewset got: " Deklerasyona Azadî û Guhartinê ya Sûdanê biryara ji nû ve li rojevên meş û çalakiyên heftene û mehane careke dîtir vegerin, da. Her wiha biryara destpêkirina pêla sêyemîn a şoreşê li dijî helwesta Meclisa Leşkerî ya Demkî ya  neradestkirina desthilatê ji hikumeta sivîl re û ne dirustbûna der barê kesên komkujî di protestoyan de çêkirinê, da.

Misir

Di derbarê Misrê de jî rojnameya El-Quds El-Erebî wiha raber kir: " Duh, serokê Misrê yê berê Mihemed Mirsî (68) di hola dadgehê de di dema doza wî ya bi tewana îstîxbaratê dihat lêkolînkirin, jiyana xwe ji dest da.

Li rexê jî koma" Îxwan El-Mislimîn" ya di lîsteya terorê de ku Mirsî tê de ye, mirina wî bi sûcê bi nav kir û banga lêpirsîna navdewletî kir.

Iraq

Li Iraqê jî, rojnameya El-Ereb wiha da zanîn: "Hêzên siyasî yên li Iraqê der barê hikumeta serokwezîr Adil Abdullmehdî de ku rexneyên gel li dij wî zêde bûne yên der heqê binkeftina çareserkirina pirsgirêkên li welat û nexasim dosyeyên xizmetguzariyê û kehbreyê, leza xwegirtinê da.”

Îran

Li aliyê Îranê jî rojnameya Şeriq El-Ewset wiha diyar kir: "Duh, Washingtonê bang li civaka navdewletî kir ku li hember şantajkirina nukleerê ya Îranê û pêkanînên sozên xwe, fişaran zêde bikin. Her wiha dewletên Ewropayê der barê binpêkirinên peymana nukleerê de, Îran hişyar kir.”

Tirkiyê

Rojnameya El-Ereb der barê Tirkiyê de wiha got: " Rêxistinên navdewletê der barê Tirkiyê de diyar kir ku Tirkiyê ya yekemîn e di cîhanê de ji aliyê hembêzkirina çeteyên ku bazirganiya mirovan dikin. Aliyên qanûnî û ajansên çavdêriya penaberiyê diyar kir ku xebata bazirganiya mirovan li gel çeteyên terorî li Asya, Rojhilata Navîn û Ewropa êdî bûye karekî berztirîn. Ev rêxistin êdî bûye hêzeke mezin di bazirganiya mirovan û qezenkirina pereyan de.”

(fr)


Mijarên Din