Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa li Sûriyê, hilbijartinên şaredariya Istenbolê, Cezayîr, Sûdan û aloziya di navbera Amerîka û Îranê de kir.

Şeriq El-Ewset: 3 hezar êrîşên hewayî di sê rojan de li ser sêgoşeya Bakurê Sûriyê

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya El-Şeriq El-Ewset got: “Di encama êrîşên hewayî ya li ser herêma El-Mestûma ya bejahiya başûrê Idlibê ya bakur rojavayê Sûriyê, hejmara qurbaniyan gihîşt 25 kesan, ji wan 8 zarok in. Di heman demê de, li bakurê Hemayê, di navbera hêzên rejîmê û komên oposizyonê de, şer dewam dike. Ji aliyekî din ve jî, li gorî agahiyan, di sê rojan de, 3 hezar êrîşên hewayî çêbûne.

Li gorî navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, ji destpêkê gurbûna şer li herêma bêçek ji 30`ê Nîsanê de, hejmara kuştiyan bû hezar û 869.”

Şeriq El-Ewset: Tevgera Amerîkî ya diplomatîk û ewlehî û rojeva serek jî dosyaya Sûriyê ye

Têkildarî civînên ku wê di demên pêş de, ji bo nîqaşkirina rewşa Sûriyê werin lidarxistin, rojnameya Şeriq El-Ewset got: “Washington di hefteya pêş de, wê hemleyeke diplomatîk û ewlehî ku têde wê civînan li Qudisa El-Xerbî, Parîs û Brussels der barê rewşa Sûriyê de werin lidarkevin, birêve bibe. Di civînan de, wê pêşeroja herêma Rojhilatê Firatê, hebûna Îranê li Sûriyê, xebata siyasî û pêkanîna biryara 2254, werin nîqaşkirin.”

Li gorî agahiyên ku gihîşte Şeriq El-Ewset, roja duşmenê li Parîsê wê civîneke ji nûnerên “Koma biçûk” ku Amerîka, Fransa, Birêtaniya, Siûdî, Urdun û Misirê digere nava xwe, tê payîn ku nûnerê navneteweyî yê ji bo Sûriyê Geir Pedersen û serokê  Desteya Danûstandinê ya Oposizyonê Nesir El-Herêrî jî tevlî civînê bibin, were lidarxistin.”

Her wiha wê li Parîsê, civîneke ji karmendên payebilind ên Koalîsyona Navneteweyî ya li Dijî DAIŞ`ê ya bi rêveberiya Amerîka, roja sêşemê û çarşemê were lidarxistin û wê pêşeroja herêmên rizgarkirî ji DAIŞ`ê li Rojhilatê Sûriyê û rojava Iraqê were nîqaşkirin.

Her wiha wê Jeffrey jî tevlî civîna NATO ya li Brussels û roja înê, wê tevlî civîna nûnerên dewletên rojavayî yên dosyaya Sûriyê bibe.

Ji aliyekî din ve jî, Serokê Meclisa Ewlehî ya Neteweyî ya Amerîka John Bolton, tevî hempîşeyê xwe yê Rûsya Nikolai Batrochev û Îsraîlê Meir Ben Shabat civîneke li Qudisa rojava roja duşemê lidar bixin, di civînê de wê hevbeşiya sêalî û nexasim rola Îranê li Sûriyê, were nîqaşkirin.”

Îran

Têkildarî rewşa Îranê rojnameya El-Ereb got: "Piştî rawestandina derbeya leşkerî, ku dihate payîn piştî hêzên Îranê balafira keşfê ya Amerîkayê xistina xwarê, amadekarî jê re hatibû kirin, serokê Amerîkayê Donald Trump Îranê xiste bin çavdêriya bi fikar.”

 Sûdan

Têkildarî rewşa Sûdan, rojnameya ŞerIq El-Ewset GOT: "Nûnerê serokwezîrê Ethiopia Abe Ehmed ku navbeynkariyê di navbera Deklerasyona Azadî û Guhartinê û Meclisa Leşkerî ya Demkî ya Sûdanê, pêşniyar dike ku balyoz Mehmûd Derîr nêrîna xwe der barê çareseriya aloziya Sûdanê de vebêje û ji nû ve aliyan vegerîne ser maseya muzekeratan."

  Tirkiyê  

Têkildarî rewşa Tirkiyê rojnameya El-Ereb got: "Serokê Tirkiyê Receb Teyyb Erdogan ji diyarkirina di hemleya hilbijartinê ya dûbarekirî ya Istenbolê de ku giraniyeke xwe heye, direve.”

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya El-Heyat got: "Welatiyên Cezayîrê di îna 18`emîn de jî daketin qadan. Fermandariya artêşê ji rûdana wêrankirina saziyan û şerên cûdekariyê hişyarî da."

(eh/kc)


Mijarên Din