Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Îro rojnameyên erebî vê sibehê behsa, hevîdîtin û civîna ewlehî ya sêalê der barê Sûriyê û şerê li Idlibê de, nakokiyên Îran û DYA’yê û binkeftina partiya Erdogan di hilibijartinên Istenbolê yên dûbarekirî de, kir.

Şeriq El-Ewset: Hevdîtina ewlehî ya sêalî ya îro der barê derxistina Îranê ji Sûriyê ye

Rojnameya ŞerIq El-Ewset der barê civîna sêalî, ragihand ku duh, yekşemê raydarekî payebilind li Til Avivê diyar kir ku hevîdîtina sêalî ya rêveberên Meclisa Ewlehiya Niştîmanî, yê DYA’yê John Bolton, yê Rûsya Nikolay Petrushev û yê Îsraîlê Meir Ben Shabat dê bi awayekî eşkere lêkolîn li ser rêbazên derxistina hêzên Îranê ji Sûriyê be.”

heman rayedarî diyar kir ku serokwezîr Benjamin Netanyahu got: “ ev hevdîtin û civîn dîrokî ye. Her wiha Benjamin Netanyahu bal kişand ser ku lidarxistina vê hevdîtinê li ser asta bilind di navbera her du dewletên mezin de Rûsya û DYA’yê li Îsraîlê tu carî berê pêk nehatiye. Ev jî nîşaneya cihê Îsraîlê ya mezin li ser asta cîhanê raber dike. Di vê derbarê de li rex me 2 dewletên mezin di cîhanê de hene ku girîngiyê didin metirsiyên Îsraîlê yên der barê Îranê de. Ji ber em  bi tenê li hember van metirsiyan disekinîn. Lê belê îro, heman kes dizanin ku heyîna Îranê li Sûriyê ne tenê gefa li Rojhilata Navîn e, lê dijminahiya tevahî aştiya cîhanê ye. Armanc ji hevdîtin û civîna îro ew e ku xêzkirina nexşeya xelasbûna ji dijminahiyê Îranê, geşkirina ewlehî û aramî li herêmê, bi taybet di Sûriyê de, ye.”

El-Ereb: Hêzên Rûsyayê giraniya xwe didin şerê li Idlibê

Der barê rewşa Idlibê de, rojnameya El-Ereb wiha got: “Hêzên Rûsyayê li Sûriyê dest bi êrîşa li ser nuqteyên opozîsyonê li bejahiyên bakurê Laziqiyê roja yekşemê bi piştevaniya hêzên Heres El-Cumhurî ya bi serkêşiya Mahir El-Esed birayê serokê Sûriyê Beşar El-Esed e, kir.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Ev êrîşên Rûsyayê li Idlibê piştî binkeftina diyalogên bi Tirkiyê re ku piştevaniya komên cîhadî û Îslamî li herêmê dike, hatin da ku parêzgeha Idlibê ji hikumeta Sûriyê re vegerîne.

Malperên tevnên civakî yên girêdayî hêzên Rûsyayê li Sûriyê bi bîr xist ku hêzên taybet ên Rûsyayê bi fermandariya togay Yevgeny Brighuzin dest bi êrîşa li ser herêma Kibêne di saet 05:30’an berbanga yekşemê de da ku herêmê ji dest teroran bistîne, kir.”

Sûdan

Di derbarê Sûdanê de rojnameya Şerq El-Ewset got: “Meclisa Leşkerî ya Demkî li Sûdanê duh got însiyatîfa ku bi navbeynkariya Etiyopyayê pêşkêş kiriye lêkolîn nekiriye, ji ber ku ne di bin sîwana Yekitiya Afrîqayê de li gor peymana berê ya bi Meclisa Leşkerî hatiye pêşkêşkirin. Endamê Meclisê serbaz Şemsedîn Kebaşî di kongereyek rojnamegeriyê li qesra serokatiyê duh de got Meclisa Leşkerî ji navbeynkarê Etiyopayê xwest ku her du însiyatîfên Afrîqa û Etiyopyayê pev girêde û weke reşnivîs di bin Sîwana Yekitiya Afrîqyayê de pêşkêş bike.”

Cezayîr

Der barê rewşa Cezayîrê jî, rojnameya El-Ereb got: “ Birpirsê mezin di mezintirîn partiyên Îxwanan li Cezayîrê de nameyek kêfxweşiyê ya nû ji fermandarên saziyên leşkerî re diyar kir ku li ser nameyên berê zêde dibe. Bi vê re jî lîstika partî ya li ser werîsan diyar dibe.”

Îran

Rojnameya Şeriq El-Ewset der barê de Îranê de got: “Wezîrê Karên Derve yê DYA’yê Mike Pompeo duh di çarçoveya gera li dewletên Îmaratê de, gihaşt Erebistana Siûdiyê.

Serdana Mike Pompeo piştî ragihandina serokê DYA’yê ya ferzkirina cezayên nû li dij Îranê, hat. Li rexê jî gefên Îranê ya berfirehkirina nakokiyan hene. Her wiha Xulam Elî Reşîd fermandarekî Heres El-Sewrî ya Îranê got ku heke şer destpê kir, tu dewlet bi dema wê û rawestandina wê nikarin.”

Tirkiyê

Der heqê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb got: “Partiya serokomarê Tirkiyê Recep Teyyip Erdogan li hember namzetê partiya CHP’ê Ekram Îmam Oglo di hilbijartinên dûbarekirî ya şaredariya Istenbolê de bi zirareke mezin bi binket. CHP’ê bi rêjeya 53, 69 ji sedî, li hember  namzetê partiya AKP’ê Bin Elî Yildirim  bi rêjeya 45,4 ji sedî biser ket.”

Rojnameyê bi berdewamî got: “Lê Erdogan û AKP’ê tiştên ne pêkan kirin ku ji nû ve bilbijartinan piştî serketina berê ya Îmam Oglo, dûbare bikin. Namzetê AKP’ê Bin Elî Yildirim roja yekşemê binkeftina hilbijartinên serokatiya Şaredariya Istenbolê ragihand.”

 (fr)


Mijarên Din